Li Xezayê birçîbûn û koçberiya girseyî didome

Raporên NY’ê, diyar dikin ku bi hezaran zarok hatine qetilkirin an jî birîndarbûnê û ji sedî 90’ê nifûsê rûxmê koçberbûnên dubare jî, li herêmekî ku wêraniyên berfireh û nebûna deverên ewle tê jiyîn, ji cih û warên xwe bûne.

Navenda Nûçeyan – Berdewamiya bombebaranên Îsraîlê û xirabûna rewşa mirovî, qeyrana koçberî û kêmbûna xurekê bi awayekî cidî kûrtir dibe. Rûxmê bangên navneteweyî yên alîkariyê û daxwazên agirbestê jî, nevebûna deriyên sînor a ji bo ketina alîkariyê rewşê hîn xirabtir dike.

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), ragihand ku di du salên dawî de li Xezayê 64 hezar zarok jiyana xwe ji dest dane an an jî seqet mane. Di nava kesên hatine qetilkirin de herî kêm 1hezar pitik heye. Pitik û zarok, ji ber barê bombebarana dijwar, birçîbûn û nebûna xwegihandina xizmetên tenduristiyê, berdelên mezin didin.

Qeyrana birçîbûnê mezin dibe

Li Xezayê qeyrana birçîbûna mezin dibe. Kêmbûna xurekê bi taybetî di nava pitikan de gihişt astekî cidî. Kêmbûna xurekê ya bi mehan, bandorek domdar li ser pêşveçûna zarokan dike û di hinek rewşan de dibe sedema mirinê. UNICEF, destnîşan kir ku hejmara rasteqîn a zarokên ji ber birçîbûnê û ji ber nexweşiyên pêşiya wan dikare bê girtin mirinê, nayê zanîn.

Ji sedî 90’ê nifûsê bêmal ma. Li Xezayê ku nêzî 2.1 mîlyon kes lê dijîn, piraniya wan bi darê zorê ji malên xwe hatin derxistin. Hin malbatan, ji ber ku nekarîn cihekî ewle bibînin, neçar man 19 caran ji cih û warên xwe bibin.

Pisporan, diyar kirin asta koçberiya bi darê zorê ya li Xezayê, ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve nehatiye dîtin. Mirovan dema ji herêmekî xeter derbasî herêmêkî din dibîn, tucaran di ewlehiyê de nabin.

Piraniya bajarên li bakurê Xezayê hatin valakirin û Refaha li başûr jî ji destpêka şer ve nifûsa wê çar qat zêdetir bû. Lêbelê, ev zêdebûn kurt berdewam kir; di encama operasyonên Îsraîlê yên li dijî Refahê de, bajar hema bejê bi tevahî vala bû û bi piranî hilweşiya.

Îro mirovan, berê didin herêmên navendî yên mîna Xan Yûnid û Dêyr el-Belah ên kêmtir hilweşiayane. Nifûsa van deveran sê qat zêdetir bû û şert û mercên jiyanê roj bi roj xirabtir dibin.

UNICEF’ê û rêxistinên din ên navneteweyî, banga agirbestek lezgîn û vekirina deriyên derbasbûnê yên mirovî dikin.