Serra Bucak ci civîna NY’ê de bal kişand ser pirsgirêka bicihbûnê

Hevşaredara bajarê mezin a Amedê Serra Bucak di foruma li NY’ê hat lidarxistin de axivî û xwest ji bo çareseriya pirsgirêka bicihbûnê, mekanizmayên ku fon bêyî garantoriya hikumeta navendî, fonê bide rêveberiyên herêmî werin pêşxistin.

Navenda Nûçeyan- Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî foruma serokên şaredariyan a NY’ê ku li Cenevreyê hat lidarxistin bû.

Serra Bucak di roja dawî ya forumê de, di rûniştina bi navê ‘Pirsgirêka bicihbûnê’ de axivî. Serra Bucak bal kişand ser pêwistiya bicihbûnê ya li Amedê zêde bûye, kûrbûna krîzên bicihbûnê û çareseriyên lezgîn ên piştî erdhejê.

‘Em dixwazin ji bo gel malan ava bikin’

Serra Bucak wiha got: “Weke rêveveriya herêmî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di plana me de xebatên avahiyên civakî û veguherîna di cihê xwe de dixebitin. Eraziyên şaredariyê mixabin, gelek kêm in lê em dixwazin têkildarî eraziyên xwe yên heyî qadên malên rezerv ava bikin û veguherîna bajariyî pêk bînin. Taxên me yên gelek kevin hene. Em dixwazin malên nû ava bikin û di warê bihayê wan de malên ku kesên xizan dikarin bikirin ava bikin. Ger Yekîtiya Ewropayê û saziyên têkildar, rasterast bi rêveberiyên herêmî re di van mijaran de hevkariyê bi rêveberiyên herêmî re bikin, desteka fînansê yan jî çavkaniyên fînansê nîşan bidin dê baş bibe. Lewre li her welatî, rêveberiya navendî û rêveberiyên herêmî bi hev re naxebitin.

‘Li welatê me pirsgirêkên pergalî hene’
 

Serra Bucak da zanîn ku polîtîkayên navendî û polîtîkayên rêveberiya xwecihî li gorî hev nîn in û got: “Li welatê me pirsgirêkên pergalî hene. Pirsgirêka bicihbûnê heye, bihayê avahiyan zêde ye û mixabin em nikarin xwe bigihîjînin. Xizanî pir zêde ye li bajarê me. Em dizanin her diçe hejmara mirovên bê mal zêde dibe. Difikirim ku fon û hevkarî, bêyî navbeynkariya rasterast, ango bêyî garantoriya hikumetek navendî, bi pêşxistina mekanîzmayên hikumeta xwecihî, li welatên weke me, wê rêveberiyên xwecihî rehet bike.”