Aştî bi şikandina sîstema kolonyalîzm û zordariyê pêkan e – GOTAR
Di demeke ku mijara aştiyê ketiye rojevê de, ji ber şer û krîzên li walatan rejîm gelan tune dikin û her derê wêran dikin. Koçberî, kuştin rûxandina malan bûne bûyerên rojane û her diçe carê li welatekî xwe didin der.

ZÎLAN EBDO
Aştî ne tenê dirûşmek e ku li ser pankartan tê nivîsandin an jî di xwepêşandanan de tê gotin û ne jî tenê bi siyasetê ve sînordar e. Aştî sînorên erdnîgarî yanî girêdanên neteweyî nas nake û ne jî bala xwe dide zayend an reng. Ev mijar ji reklam an sernavek berbiçav û wêrek di rojname û nûçeyên rojane de bêhtir e. Ne derewek e ku ji hêla siyasetmedaran ve tê gotin ku wek amûrek ji bo qezenckirina dengan, nêzîkkirina nêrînan, an zêdekirina bandorê bi kar bînin.
Gelek kes behsa aştiyê dikin dema ku di heman demê de çek û topan bi kar tînin, li ser jiyana bêgunehan bazirganiyê dikin, bajaran wêran dikin û çavkaniyan talan dikin. Ev kes cilên fermî li xwe dikin û xwe di bin maskeya şaristaniyê de vedişêrin lê kiryar û rûyê wan bi xerabî û tirsê dagirtî ye. Ew di bin sîwaneke fermî de sûcên herî hovane yên li dijî mirovaniyê dikin. Îro, hewcedariya aştiyê ji av, stargeh, an xwarinê lezgîntir bûye.
Şer û qeyran li cîhanê serdest in
Tevahiya cîhanê hema bibêje bê aştî û ewlehî ye. Hinek gel ji şer, qeyran, xizanî û koçberiyê zehmetiyan dibînin, hinên din jî bê aramiya hundirîn in û bi tundî û cudakariya fizîkî, psîkolojîk û devkî re rûbirû dimînin. Ger em rastiya tevahiya cîhanê û hemû welatan binirxînin, em ê bibînin ku şer û qeyran li hemû pergal û gelan belav bûne û kuştin bûye amûra herî berbelav.
Kuştinê ji xwe re rewa dibînin
Hinek hêz kuştinê bi navê olê rewa dikin û dewlet jî bi navê parastina ewlehiya xwe mirovan dikujin. Bi hezaran kes bi awayekî derzagonî tên girtin, bi îdiaya ku ew gefê li yekîtiya wê dixwin. Zagon bûne yek ji çekên herî bihêz ên ku ji bo şerê li dijî mirovan û parastina zordaran tên bikaranîn.
Dergûşa şaristaniyê bi şer û krîzan re rûbirû maye
Em li rastiya hinek welatên ku ji ber şerên xwînî krîzên mirovî yên bi aloz dikşînin binêrin, di nava wan de Sûriye ku dergûşa şaristaniyan e, ji ber statuya wê weke navenda niştecihbûnên herî kevin ên mirovan û pêşketina çandiniyê. Ew welatekî çand û olên cihêreng e ku bi nifûsa xwe ya cihêreng tê nasîn. Şer Sûriyeyê veguherandiye makîneyek kujer ku gel, çand û çavkaniyên wê tune dike. Bi salan di bin desthilatdariya zordar a Baasê de êş kişand û rewş xirabtir bû piştî ku cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam di 8'ê Kanûna 2024'an de desthilatdarî girtin destên xwe, qonaxeke nû ya terorîzmê dest pê kir ku weke saziyek fermî veşartî ye, li ser bingeha dijminatî û xwînrijandinê ye.
Binpêkirin û revandinên ku li Suweyda û peravên Sûriyeyê li dijî mezhebên Elewî û Durzî hatine kirin û êrîşên ku li deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin, delîlên eşkere ne ku hikûmeta heyî nûnertiya gelên Sûriyeyê nake û xizmeta berjewendiyên wan nake. Daxuyaniyên wê yên di konferansên çapemeniyê de li ser aştî û ewlehiyê ji bilî propagandaya medyayê û hewldanek ji bo veşartina rastiyê tiştek din nîn e.
Filistînê jî para xwe ji krîz û şeran girtiye
Filistînê bi taybetî Xezayê ji bo gelek ajans û kanalên nûçeyan sernav û nûçeyên girîng e, mijara sereke ya konferansên neteweyî û mijara sereke ya siyaseta navneteweyî ye. Bi deh salan e ku doza Filistînê raya giştî mijûl kiriye û planeke aştiyê her dem di rojeva ragihandî de ye. Lê rastî şerên xwînî, dorpêçeke dijwar, kuştinên zêde û birçîbûnê nîşan dide. Aştî çawa xuya dike ger din ava xwînê û wêrankirinê de mabe her der? Em bêyî însiyatîfên rastîn çawa dikarin li ser aştiyê biaxivin? Çend serokên navneteweyî dorpêç û kuştin şermezar kirine û êrîş û qirkirina Îsraîlê ya li Xezayê şermezar kirine? Gotin hewldanên wan çiqas qels in û çend kiryarên wan kêm in! Êrîşên Îsraîlê di nav sozên navneteweyî de ji 7'ê Cotmeha 2023'an vir ve nesekinîne û xwîn diherike.
Welatê ku bi birçîbûn û şer re rûbirû ye: Sûdan
Sûdan bûye welatekî bi birçîbûn, nexweşî û şer re rûbirûmayî. Sivîl li gelek deveran weke El-Faşêr û Darfûrê, ji şert û mercên mirovî yên trajîk êşê dikşînin. Niştecih bi xela, nexweşî û bombebaranê re rûbirû ne. Yên ku li hundir dimînin bi dijwariyên girîng re rûbirû dimînin û yên ku hewl didin koç bibin dibin qurbanên koçberî, tecawiz an kuştinê. Her ku pevçûnên çekdarî berdewam dikin, sivîl êşê dikşînin. Di navbera danûstandinên aştiyê û hewldanên avakirina hikûmetê de, hêviyên gelê Sûdanê ji bo aştiyê bi guleyan tên şikandin, an jî ew ji ber birçîbûn û kêmasiya xwarinê dimirin.
Yemen bi şer û krîzên aborî re rûbirû ye
Di demeke ku zengilên xeterê li ser birçîbûnê li Yemenê lê didin, nûçeyên li ser belavbûna nexweşiyan di medyayê de serdest in. Di nava şer û krîzên îdarî û aborî yên berdewam de, weke ku li gelek welatên pevçûn û şerên berdewam dijîn, rewş wiha ye.
Welatên ku di nava tunebûna şert û mercên ewlehî û krîzên tepeserker, siyasî û aborî re rûbirû ne digel rêjeyên bilind ên bêkarî û koçberiyê, ji bilî pirsgirêkên civakî yên weke pirsgirêkên zayendî û newekheviya civakî û gelek pirsgirêkên din ên çaresernekirî yên ji ber westandina pergala "dewlet-esas" derdikevin.
Aştî çawa tê avakirin?
Aştî li gelek welatan bûye mijara sereke û ji bo mirovan bûye meseleyeke jiyanê. Lê pirsa bingehîn hê jî ev e: Kî dê aştiyê bîne? Gelo em dikarin li bendê bin ku pergala navneteweyî û rêberên navneteweyî yên beşdarî pêşxistina şer û krîzan bûne, piştgiriyê bidin pêvajoyên aştiyê? An jî yekîtî û serhildana gel tenê dikare bibe riya bidestxistina aştiyê?
Rastî ji bo gel eşkere bûye. Wan fêm kirine ku sîstemek li ser dewletek yekane, tundrew û yekpare hatiye avakirin aştiyê nayne lê dibe sedema destpêkirin û kûrbûna şeran. Her wiha fêm kirine ku yekîtiya gel û serhildana wan li dijî zaliman riya serkeftin û rizgariyê ye û misogerkirina jiyana azad û bi rûmet e.
Aştî bi şikandina sîstema kolonyalîzm û zordariyê pêkan e
Aştî tenê dema ku sîstema kolonyalîzm û zordariyê were şikandin dikare pêk were. Tenê dema ku têkiliya di navber gel û desthilatdariyê de ji nû ve were şekildan û dema ku mantiqa zordariyê bi mantiqa edaletê were guhertin dikare were bidestxistin. Aştî ne bi dûrxistinê çêdibe, ne jî di bin dagirkerî yan cudakariyê de mezin bibe. Em nikarin hêvî bikin ku pergala navneteweyî beşdarî pêxistina şeran bûye, hilgirê aştiyê be. Berevajî vê, serhildana gel û avakirina eniyên berxwedana sivîl û siyasî riya rast e ji bo ji nû ve pênasekirina aştiyê weke mafek e, ne derewek û weke çalakiyek, ne sozek.
Aştî xwedîbûna projeyek rizgarker e
Divê kesên ku sûc kirine hesab bidin, qurbaniyên zilm û dagirkeriyê werin naskirin û mafên desteserkirî werin vegerandin. Edalet ne astengiyek li pêşiya aştiyê ye, şertek e ji bo wê ye. Paşerojeke hevpar bêyî rûbirûbûna bi rabirdûyê û hilweşandina pergalên neheqiyê nayê avakirin. Aştî nayê wateya bêdengiyê; tê wateya xwedîbûna projeyek rizgarker ku rûmetê vedigerîne, mafan dixe bin temînatê û têkiliyên wekhev di navbera gelan de ava dike. Ew hewceyê gotineke nû, sembolên nû, hevpeymanan e ku ji sînorên çêkirî derbas bibin û erdnîgariya siyasî li ser bingehên hevgirtin û berxwedanê ji nû ve ava bikin.
*Rojnamevan