Li Xezayê 289 kes ji birçîna mirin
Li Zîvala Xezayê ku di bin êrîş û dorpêça Îsraîlê de ye, di nava 24 saetan de 8 kesên din ji birçîna mirin. Hejmara kesên ku ji ber xelayê mirine gihîşt 289’an û 115 zarok di nav wan de ne. Di encama êrîşan de jî, 4 Filistînî mirin.

Navenda Nûçeyan – Li Zîvala Xezayê hejmara kesên ji birçîna dimirin, her ku diçe zêde dibe. Rêveberê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê Munîr El-Burş, derbarê kesên ku li herêmê ji birçîna mirine de agahî da.
Munîr El- Burş da zanîn ku li Xezayê ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê mirov ji birçîna dimirin. Munîr El-Burş destnîşan kir ku di nava 24 saetên dawî de 8 Filistîniyên din ji birçîna mirine. Munîr diyar kir ku ji 7’ê Cotmeha 2023'an heta niha li Zîvala Xezayê hejmara kesên ji birçîna mirine derketiye 289’an û 115 ji wan, zarok in.
‘Li Xezayê mirov ji birçîna dimirin’
Di rapora dawî ya Çînkirina Qonaxa Ewlehiya Entegreya Xwarinê (IPC) ku Neteweyên Yekbûyî (NY) destek dike de ev tişt hatin gotin: “Ji 15’ê tebaxa 2025’an ve, asta felaketa xelayê li bajarê Xezayê gihaye 5’an. Piştî şerê 22 meh dom kir, li Zîvala Xezayê zêdeyî nîv milyon mirov rûbirûyî birçîbûn, xizanî û mirinê ne.”
Nexweşxaneya El-Ehli Bapits ku li rojavayê bajarê Xezayê cih digre, têkildarî ragihand ku zaroka keç a bi navê Asya Ebu Ayde ji birçîna miriye.
Di êrîşan de 4 kes mirin
Li gorî agahiyên ji çavkaniya nexweşxaneyê hatin girtin, di êrîşa hêzên Îsraîlê ya li dijî dibîstana Şuheda Zeytun de jinek mir.
Hêzên Îsraîlê êrîşê Filistiniyên li herêma Netzarim a beşa nevanda Zîvala Xezayê de li benda alîkariya mirovî bûn kir. Di encamê de 2 Filistînî mirin.
Di êrîşa hêzên Îsraîlê ya li dijî kesên li herêma Şakuş a bajarê Refahê ya li başûrê Zîvala Xeza li benda alîkariya mirovî bûn de, Filistînineyek mir.
Di 24 saetan de 64 Filistînî mirin
Wezareta Tenduristiya Filistînê ya li Xezayê, têkildarî mirî û birîndaran daxuyaniyek nivîskî agahî da. Wezaretê diyar kir ku di nava 24 saetan de 64 mirî û 278 birîndar anîne nexweşxaneyên li Zîvala Xezayê.
Hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li Zîvala Xezayê di êrîşên Îsraîlê de mirine, gihîşt 62 hezar û 686’an, hejmara birîndaran jî gihîşt 157 hezar û 951’an. Hate destnîşankirin ku li Zîvala Xezayê hê dibin xirbeyan de bi hezaran cenaze hene.