Cezayê girtîgehê li aktîvîst Motehre Goneyî hat birîn
Aktîvîsta xwendekar Motehre Goneyî, ji aliyê Daîreya 29’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve mehkûmê 21 meh cezayê girtîgehê hate kirin.

Navenda Nûçeyan – Aktîvîsta xwendekar û girtiya siyasî ya berê Motehre Goneyî, li ser hesabê xwe ya Instagramê, ragihand ku ji aliyê Daîreya 29’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi sûcdariya "propagandaya li dijî rejîmê" 15 meh û bi sûcdariya "heqaretkirina Xameneyî" 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û telefona wê bi hinceta hilgirtina "naveroka sûcdarkirinê" hatiye desteserkirin.
Doza Motehre Goneyî, di Tîrmeha îsal de hat dîtin.
Motehre Goneyî, di 24’ê Hezîrana 2024’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji ber parvekirina xwe li ser medyaya dîjîtal a têkildarî êrîşên hewayî ya Îsraîlê yê li dijî baregehên leşkerî yên li Îranê, hatibû girtin. Motehre Goneyî, di 24’ê Tîrmehê bi kefaleta 2 milyar tumenî bi aweyekî demkî hatibû berdan.
Motehre Goneyî, di peyama xwe ya li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal de wiha gotibû: "Li şûna gefxwarina welatiyan, di dema şer de ji bo parastina gel protokolek amede bikin. Hûn nikarin ji bo parastina fermandarên xwe jî ewlehiya têrker mîsoger bikin!”
Motehre Goneyî, beriya 5 mehan piştî dawîbûan cezayê xwe ya salek ji Girtîgeha Evînê hatibû berdan. Beriya niha bi sûcdariya "propagandaya li dijî rejîmê" û "beşdarbûna çalakiya protestoyî ya li dijî cezayê darvekirinê ya Tomaj Salehî" hatibû girtin.
Motehre Goneyî, wekî xwendekara bijîşkiya diranan û sekretera siyasî ya berê ya Komeleya Xwendekarên Îslamî ya Zanîngeha Tehranê, gelek caran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû hedefgirtin. Motehre Gonayî, di Gulana 2023’an de carek din ji aliyê Muhafizên Şoreşê ve hatibû girtin.
Motehre Goneyî jî mîna gelek aktîvîstên din, di dema serhildana şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî" de hatibû girtin û demek di bin çavan de mabû.