‘Hêzên Îsraîlê azadiya çapemeniyê binpê dikin’
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Rojhilata Navîn (Euro-Med), diyar kir ku hêzên Îsraîlê azadiya çapemeniyê binpê dikin û li dijî rojnamevanan sûcan pêktînin.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlê, rojane rojnamevanên li Xezayê hedef digrin û bi van êrîşan re armanc dikin rastiyê veşerîn û rojnamavanên Xezayê bêdeng bikin.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Rojhilata Navîn (Euro-Med), di daxuyaniya xwe ya îro de, destnîşan kir ku êrîşa li dijî nexweşxaneya Nasir a li başûrê Zîvala Xezayê, li dijî rojnamevan û tîmên rizgarkirinê êrîşekî bi zanebûne û êrîşên bivî awayî veguherinê polîtîkayek. Her wiha Rêxistinê, diyar kir ku ev êrîşa Hezên Îsraîlê, ne tesadufî ye, bi rêbazek diyar a îstîxbaratê û bizanebûn hatiye pêkanîn.
‘Armanca êrîşên li dijî rojnamevanan ji bo veşartina rastiyan e’
Rêxistinê, destnîşan kir ku ev ne êrişên destpêkê ne û berevajî vê yekê Îsraîlê di mijara hedefgirtina rojnamevanan de siyasetek bipergalî dimeşîne. Rêxistinê, da zanîn ku yekane armanca êrîşên Îsraîlê ya li dijî rojnamevanan veşartina rastiyan e.
‘Erîşên Îsraîlê ya li dijî rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye’
Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê li Xezayê, ragihand ku ji destpêka şer vir ve 244 rojnamevanên Filistînî jiyana xwe ji dest dane û da zanîn ku êrîşên Hêzên Îsraîlê ya li dijî rojnamevanan binpêkirina qanûnên navneteweyî û azadiya çapemeniyê ye. Ofîsê, bang li Yekîtiya Rojnamevanên Navneteweyî û Yekîtiya Rojnamevanên Ereb kir ku sûcên Îsraîlê yên li dijî rojnamevanan şermezar bikin.
Her wiha, di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên rojnamegeriyê yên navneteweyî jî hate kirin ku sûcên hêzên Îsraîlê şermezar bikin û rojnamevanên Filistînê li dijî êrîşên qirkirinê biparêzin.
Îro di êrîşa Artêşa Îsraîlê ya li dijî nexweşxaneya Nasir a li başûrê Zîvala Xezaya de 5 jê rojnamevan herî kêm 15 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.