Li Wanê 55 kes hatin binçavkirin: Çalakiyên mazbatayê hat pirsîn

Lêpirsîna 55 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin dest pê kir û tê payîn ku di nav rojê de derkevin pêşberî dozgeriyê.

Navenda Nûçeyan 55 kesên ku duh danê sibê di serdegirtina polîs û leşkeran a li Wan û navçeyên wê li dehan malan de hatin binçavkirin, 2 roj in li Midûriyeta Polîsan a Wanê tên girtin. Biryara weşartîbûnê ya li ser dosyayên kesên hatin binçavkirin dewam dike.

Hat diyarkirin ku îfadeya hin kesên ku duh bi şev hatine binçavkirin temam bûne, agahî hat parvekirin ku hin ji wan hê jî dewam dikin. Welatiyên ku îfadeyên wan bi dawî bûn, tê payîn ku di nava rojê de sewqî Edliyeya Wanê bên kirin. Di nav kesên ku hatine binçavkirin Berdevkê Koma Partiya DEM'ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Dilgeş Aslan û lîstikvanê ŞanoWan Ferhat Aslan jî hene.

Mazbata hat pirsîn

Li aliyek din li gor parvekirinên parêzvanan  kesên ku hatine binçavkirin der barê berxwedana 2-3'ê Nîsanê de ku mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan nehat dayîn, pirs hatiye kirin. Her wiha ji kesên hatin binçavkirin hatiye pirsîn ku çima beşdarî xwepêşandanên kolanan bûne û bi talîmata kê beşdar bûne.