Li rûbarê Dêrelokê cenazeye jinek hat dîtin

Cenazeyê jinek ciwan di rûbarê Dêrelok ya ser bi navçeya Amêdiyê de hate dîtin.

Navenda Nûçeyan – Li başûrê Kurdistanê qetilkirina jinan û mirinên bi guman ên jinan zêde dibe. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh êvarê cenazeyê jinek ciwan di rûbarê Dêrelok ya bi ser navçeya Amêdiyê ya girêdayî Dihokê de hatiye dîtin.

Hat ragihandin ku temenê jina ciwan nêzî 30 salî ye, lê derbarê nasnameyê de ti agahî nehatin bidestxistin. Hat gotin ku piştî cenaze hatiye dîtin, welatiyan polîsan agahdar kiriye. Derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpêkirin.