Li Tûnisê jin dixwazin betlaneya zar anînê bê dirêjkirin

Li Tunusê jinên dixebitin diyarkirin ku ji ber dema betlaneya zar anînê kêm e zehmetiyan dikêşin û dixwaz kirin ku pêşniyaza zagona nû ya ku tê pêşbînîkirin betlaneya zar anînê were dirêjkirin, were erê kirin.

ÎHLAS EL HAMRUNÎ

Tûnis – Li Tûnisê ji bo jinên ku di sektorên civakê de dixebitin di nava 2 û 4 mehan de, ji bo jinên di sektora taybet de dixebitin jî mehek û kêmtir betlaneya zar anînê tê dayîn. Ji ber di sererastkirina zagonan de dema betlaneya zar anînê kême jin neçar dimînin di navbera karkirin û xwedîkirina zarokan de hilbijartinê bikin. Hinek jin jî neçar dimînin bikevin betlaneya bê mûçe.

Wezareta Malbat û Jinan ya Tunusê, derbarê ji nûve sererastkirina di sektora civakî û taybet de dayîktî, bav û malbatî de pêşniyaza dû zagonên cûda pêşkêş kir. Pêşniyaza di rûniştina 29’ê Nîsanê de hatî sererastkirin ji aliyê wezareta karê civakî ve hate nirxandin. Di pêşniyazê de jinek di xebite beriya anîna zarokê herî kêm 3 hefte û piştî wê 14 hefteyan ji bo tam bi mûçe destur bigre, jinên ku di sektorên civakî de di xebitin 17 hefeteya ji bo mûçeyên xwe yên mehane bi temamî bigrin, ji bo jinên di sektora teybet de di xebitin tê pêşbînî kirin ku mûçeyê normal ê rojane ji sêyan dûwê wê bigrin. Di heman demê de destûra bav jî piştî ku rapora tendirûstiyê ku nîşan dide zarokên wan çêbûye tê pêşbînî kirin 10 rojan destur bê mûçe were dirêjkirin.

Barê lênêrînê di nava dayîk û bav de divê wekhev were parvekirin

Wezareta malbat û jinê di daxuyaniya dayî de, diyar kir ku ji bo jinên ku bi zagona ku amadekirin dixebitin beriya destura zar anînê ya bi mûçe, herî kêm pêşbînî dikin ku 3 meh destûr were dayîn. Wezîr Amel Musa Belhaj da zanîn ku di sektora civakî û taybet de wê mafê betlaneya zar anînê bikin yek, ji bo dayîk û bavan li gora daxwazê heta 4 mehan betlaneyek nîv mûçe naskirine, ji bo rola bavan di lênîrîna zarokên nû ji dayîk bûye de were çalakkirin, wê destûra 7 rojî bidin. Rêxistinên jinan jî pêşnûmeya ku pêşkêşî parlementoyê kirin daxwaza xwe ya li berçavan derbas bike, barê lênêrîna zarokan di nava dayîk û bavan de bi awayek wekhev were parvekirin, dixwaz kirin ku çarçoveya zagonî were avakirin.

‘Betlaneya zae anînê  herî kêm divê 3 mehan were dirêjkirin’ 

Jinên karker diyarkirin ku piştgiriya pêşnûmeya mijara gotinê dikin, ji ber betlaneya zar anînê kêm e zehmetiyên ku kêşane ji ajansa me re anîn ziman. Sara Xenîmî ku dayîka 2 zarokan e û zaroka wê ya biçûk 5 saliye, da zanîn ku ji ber di her dû zarokên wê de betlaneya zar anînê kêm bû zehmetî kişandiye û wiha got: “Dema zarokên min çêbûn min 2 mehan ji betlaneya zar anînê sûd girt. Lê belê ji ber ev dem kêm bû, min betaneya xwe weke 4 mehan nîv mûçe dirêj kir. Piştî zewaca 5 salan, herdû zarokên xwe yên min anîne ser dinyayê ji ber min dihêla malde û diçûm kar derûniya min xirabû û ez ketim depresyonê, min gelek pirsgirêk jiyan kir. Heman tişt di dema lawê xwe yê dûem de jî min jiyan kir. Ez dixwazim zarokeke din jî bînim lê naxwazim careke din van zehmetiyan bikêşim.”

Sara Xenîmî diyar kir ku sererastkirina betlaneya zar anînê ji bo jinan ne heqiye, ji bo tendirûstiya dayîk û bav divê betlaneya zar anînê heta 3 mehan were dirêjkirin.

‘Dûcanîbûn di warê derûnî û fîzîkî de westandinê çêdike’

Newal El-Silêmî da zanîn ku betlaneya zar anînê ya 2 mehî ji bo xwedîkirina zarokekê kême û wiha got: “Ji bo dayîk piştî zar anînê bi temamî îsterehet bike, niv mûçe nagre divê betlaneya zar anînê 3 mehan were dirêjkirin. Ji ber dema dûcaniyê jin hem di aliyê psîkolojî û hem jî fîzîkî diwestin. Dirêjkirina betlaneya zar anînê zarokê wê bi eleqeya dayîkê re bi tendirsûtir be.”

Înas Xerbî destnîşan kir ku ew piştgiriya dirêjkirina 3 mehan ya betlaneya zar anînê dike û got: “Ji ber 2 meh ji bo xwedîkirina zarokek nû ji dayîk bûye tendirûstiya dayîkê demek kême, zagona ku tê pêşbînî kirin ku betlaneya zar anînê dirêj bike, wê jinên ku di xebitin bigihin mafê îsterehet û eleqederbûna bi zarokên xwere.”

‘Dû meh piştî zar anînê ez ji zarokên xwe dûr bûm’

Aîşe Nesrî îfadekir ku demê guherîna zagona ku betlaneya zar anînê sererast dike hatiye, ev guherîn wê hem ji bo dayîk û hem ji ji bo zarok bi edalet be û wiha got: “Piştî zar anînê 2 mehan ji zarokên xwe qût bûn gelek zehmet bû. Ji bo ez zarokan bibim baxçeyê zarokan min saetên zû yên siharê ji xew hişyar dikir. Ev jî dibû sedem hertim nexweş bibin. Ji ber wê divê dema betlaneya zar anînê bê mûçe 3 mehan û nîv mûçe jî heta 6 mehan were dirêjkirin.”