Li Tunisê ji bo tenduristiya jinan semînera înteraktîf hat lidarxistin
Bi hevkariya UNFPA yê bo hişyarkirina li ser tenduristiya jinan semînerek hat organize kirin ji bo ku hawîrdoreke ewle ji bo diyalogê bê afirandin.
NEZÎHA BÛSEÎDÎ
Tunis – Komeleya Tiba Cinsî ya Tunisê, bi hevkariya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), ji bo hişyarkirina li ser tenduristiya derûnî û cinsî ya jinan û bi taybetî jî ji bo bersivdayîna pirsên ku pir caran têne tepeserkirin, semînerek înteraktîf bi navê "Jiyana Jinan" li dar xist.
Semînera ku îro hate lidarxistin, çar mijarên sereke yên tenduristiya derûnî û cinsî ya jinan nîqaş kir. Nûciwanî, heyz û menopoz, ducanî, dayiktî, tenduristiya derûnî û di dawiyê de, jiyana taybet û cinsî.
Pêvajoyên laşê jinê tê re derbas dibe
Di despêka rûniştinên de, Dr. Înes Girbel, pispora psîkiyatrî û bijîşkiya cinsî û seroka Komeleya Tiba Cinsî ya Tunisê, ji ajansa me re got: "Ev semînera înteraktîf armanc dike ku hişyariyê li ser tenduristiya cinsî ya jinan zêde bike ji ber ku ew qonaxên jiyana jinan, ji ciwanî bigire heya ducaniyê, serdema piştî zayînê û dûv re jî menopozê vedibêje û her weha stresa psîkolojîk a ku jin dikişînin dema ku hewl didin hemî karên jiyanê hevseng bikin, çareser dike.”
Wê diyar kir ku jiyana psîkolojîk û cinsî ya jinan di qonaxên li pey hev re derbas dibe heta menopozê, ew di vê pêvajoyê de gelek guhertinan dijîn ku bandorê li tenduristî û laşên wan dikin. Wê zêde kir ku jin di vê qonaxa dijwar a jiyana xwe de her gav piştgirî nabînin û got: "Ji bo ku em bersiva van pirsan bidin û veguherîna jinan ji qonaxekê ber bi qonaxeke din ve jiyana xwe hêsan bikin, me biryar da ku em di van hemî qonaxan de bi wan re bibin."
Înas Girbel rave kir ku hormonên jinê ji qonaxek ber bi qonaxek din ve diguherin û her qonax bi heman awayî weke ya berê nayê jiyîn wê wiha berdewam kir: "Hin kes bawer dikin ku jin di rewşek aram de dijî heman laş, hem hormon, heman rewşa psîkolojîk, lê di rastiyê de, ew di her qonaxa jiyana xwe de guhertinan dijî ku bandorê li wê û kalîteya jiyana wê dikin û bandorê li têkiliyên wê dike. Ev bandor fikar, stres, depresyon û tengezariya domdar vedihewîne ku nahêle jin lênêrîna zarokên xwe bike û bi rêkûpêk bi wan re têkilî dayne."
Wê tekez kir ku tenduristiya cinsî bi gelemperî hîn jî mijarek tabû ye. Ji ber vê yekê, komele, bi hevkariya komele û rêxistinên din, hewl dide ku qadeke biafirîne ku jin dikarin bêdengiyê bişkînin û li ser van mijaran nîqaş bikin diafrîne.
Di encamê de, wê girîngiya tevlêkirina rêxistinên tenduristî û jinan di vê hewldana ku ji hêla civaka sivîl ve tê rêvebirin de tekez kir.
Derfet ji bo şîrovekirna van mijaran avakirin
Dr. Najla Raşid, endama Komeleya Tiba Cinsî ya Tunisê û pispora tiba cinsî got: "Îro, me qonaxên cuda yên jiyana jinê, ku ji destpêka nûciwanî û zayînê heta menopozê an jî windakirina berhemdariyê diqedin, nîqaş kir. Her qonax girîng e û guhertinên hormonal û fîzîkî dihewîne, jin hewcene ku fêm bikin. Li vir rola girîng a dayîk û bavane û perwerdehiya cinsî dikeve dewrê, jinan ji bo van qonaxên jiyanê amade dike."
Wê rave kir ku jin hewceye ku bizanin di dema nûciwanî de xwe bispêrên kur, dema ku bi adeta mehane re rû bi rû dimînin çi bikin. Di dema berî zayînê de (ducanî û zayîn) çi bikin û gelo çalakiya cinsî piştî menopozê bi dawî dibe an berdewam dike.
"Divê em fêm bikin ku her qonaxek jiyana jinê qonaxek xwezayî ye, lê jin dikarin bi hin nexweşiyan re rû bi rû bimînin, nûciwanî dikare dereng bimîne an zû dest pê bike, temenê zarokanînê û ducaniyê dikare dereng bimîne, an jî dibe ku pirsgirêkên din derkevin holê ku hewceyê serdana bijîşk bike. Di dema menopozê de, bûyerên xwezayî yên wekî germbûna zêde û zêdebûna giraniyê jî dikarin çêbibin."
Wê destnîşan kir ku jin di her qonaxa jiyana xwe de pirsên wan hene, lê pir caran li ser van pirsan bêdeng dimînin, carinan bi awayekî anonîm xwe dispêrin hevalan an medyaya civakî. Li vir civaka sivîl û Komeleya Dermanê Cinsî ya Tunisê roleke girîng dilîzin. Bi organîzekirina semînerên weha wekî platformek ji bo diyalogê, ew dihêlin ku jin di hawîrdorek ewle û taybet de pirsan ji pisporan bipirsin û bersivên zanistî yên rast bistînin.