Li Tûnisê azadiya hunerê di metirsiyê de ye

Li Tûnisê bi civînekê çapemeniyê hunermendan bal kişandin li ser astengiyên di qada hunerê de pê re rû bi rû tên.

Tûnis – Roja Sêşemê, 30’ê Îlonê, ji aliyê rêxistinên civaka sivîl “Taqato” û Hesabdayîna Civakî ve civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

Di civînê de raporek bi sernavê “Hunermend li Girtîgehê û Qedexe ne” hate weşandin, ku rewşa di navbera Sibata 2021 û Tîrmeha 2024’an de vedihewîne.

Binpêkirinên li dijî azadiya hunerî

Raporê rewşa azadiya fikir û îfadeyê li Tûnisê raxist ber çavan, bi belgeyên bûyeran, şahidiyan, lêkolînên darazî û îdarî, û analîza naveroka medyaya giştî. Armanca raporê diyarkirina asta binpêkirinên azadiya hunerî, qalibên van binpêkirinan û bandora wan li ser jiyana çandî bû.

Di raporê de hate diyarkirin ku 15 bûyerên binpêkirina azadiyê hatine tomarkirin: 8 lêpirsînên li ser hunermendan, 7 jî destdanîn û qedexekirina berhemên wêje û hunerî. Her wiha, binpêkirinên wekî vekirina dozên ji ber naveroka hunerî, êrîşên fîzîkî, derxistina dîmenên ji rêzefîlm û fîlman, destdanîna li ser pirtûk û fîlman, kampanyayên dîjîtal ên reşkirinê û oto-sansûr jî derketine pêş.

Rapora diyar dike ku ev binpêkirin ne tenê bûyerên cuda ne, lê krîzeke sîstematîk nîşan didin. Di raporê de tê xwestin ku zagonên zextê dikin bên sererastkirin, dozên li ser naveroka hunerî bên betalkirin, serxwebûna saziyên çandî û medyayê bê garantîkirin, û qadên ewle ji bo afirînerî û hilberîna hunerî bên avakirin.

Zextên li ser hunermendan

Rapora destnîşan dike ku hunermendên ku berhemên rexneyî li desthilatê çêdikin, rastî şopandina darazî, binçavkirinên keyfî û cezayên girtîgehê tên.

Beşdarên civîna çapemeniyê bi bîr xistin ku piştî serhildana sala 2011an li Tûnisê, di warê azadiyê de pêşketinên girîng çêbûn. Ji wê demê ve, tevgerên hunerî û siyasî bi hev ve girêdayî bûn. Qada hunerê rasterast bi îradeya siyasî û polîtîkayên desthilatê ve hate têkildarkirin. Rapora diyar dike: “Piştî şoreşê, derketina muzîka rapê, ku berê qedexe bû, nîşaneyeke eşkere ya vê yekê bû. Rapê zextên polîsî, otorîteya siyasî û zordariya li ser gel rexne dikir. Lê îro, qada çandî dîsa teng bûye, û rexneyên hunerî rê li ber binçavkirina hunermendan an destdanîna li ser berhemên wan vekiriye. Wênesaz, stranbêj, henekvan, derhêner û nivîskaran ji van zextan para xwe girtine.”

‘Hunermend êşên gelan derdixin holê’

Dîrektora bernameya zayendî û kêmneteweyan a komeleya Taqato, Gufran El-Ferîcî, diyar kir ku afirînerî mafeke bingehîn e û got: “Ji Tîrmeha 2021ê ve, li hemberî hunermendan gelek binpêkirin hatine kirin. Berhemên rapê, yên ku li televîzyon, YouTube û platformên dîjîtal tên weşandin, bi taybetî bûne hedefa zextên siyasî ji ber ku xîtabî ciwanan dikin. Ev zext oto-sansûrê li ser hunermendan ferz dike; ew ji ber tirsa ji desthilatê di berhemên xwe de xwe paşve dikişînin û dibin amûrên zextên siyasî yên darazê.”

‘Divê têkoşîna li dijî zextan xurt bibe’

Gufran El-Ferîcî anî ziman ku hunermend êşên gel dihilgirin û ji bo reform û guherînan hewl didin, lê îro rastî polîtîkayên tirsandinê tên ku azadiya hunerî ya ciwanan asteng dike. Wê got: “Dirûşmeya şoreşê ‘Azadî’ bû, lê îro ciwan ji ber tirsa darizandinê û nêzîkatiyên xirab nikarin xwe îfade bikin. Piraniya wan ji hilberîna hunerî dûr dikevin. Ma me azadiya îfade û afirîneriyê winda kir? Em neçar in li dijî van binpêkirinan dengê xwe bilind bikin. Ji bo ku pênûs û deng azad bibin, divê em pirsgirêkên xwe bi awayekî vekirî nîqaş bikin. Bêdengî ne çareserî ye. Bi têkoşîneke domdar, divê em azadiya ku destkeftiya herî girîng a şoreşa Tûnisê bû, cardin bi dest bixin. Zagon ji bo parastina mirovan in, ne ji bo zextkirin û girtina wan. Lê îro gotin bûye sûc, û ev yek beşdariya siyasî û civakî ya ciwanan kêm kiriye, bi taybetî rê li ber oto-sansûrê vekiriye.”