Şidetê Tirkiyê dorpêç kiriye!

Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê, daneyên li Tirkiyeyê nîşan dide ku jin ber bi tora tundiyê ve tên dehfdan.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan - Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan hat rewşa diyardeyeke ku hikûmet ji neditî ve tê û edî difûre kolanan. Raporên ku saziyên serbixwe amedekirine, dest nîşan dike ku li welat tundî her aliyê û her roja derbas dibe zêde dibe. Betalkirina Peymana Stenbolê, pêknehatina qanûnên ku jinan diparêzin, negirtina tedbîrên parastinê, bi kurtasî feraseta ku jinan dîke dike, tundiyê aniye rewşekî wiha ku êdî bûye parçeyek jiyanê.

Li gorî Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) li Tirkiyeyê di 10 mehên sala 2022’an de 280 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Daneyên ku ajansa nûçeyan a JINNEWS'ê her meh ji nûçeyên ku di çapemeniyê de tên weşandin berhev dike jî nîşan dide ku ev hejmar 299 e. Ji mirinên bi awayekî guman ya jinan re jî her roj yên nû zêde dinim û ev mirinan jî ger piştî demekê lêkolîneke bi bandor bê kirin derdikeve holê ku, qetlîama jinan e. KCDP’ê daneyên bi mirina bi awayekî guman a jinan 202 berhev dike, ev hejmar li gorî JINNEWS'ê 190 e. Li Tirkiyeyê ji saziyên dewletê misogerkirina daneyên der barê tundiya li dijî jinan jî ne mimkûn e, ji ber ku di vî warî de xebatek nîne.

Hikûmet parastina têkoşîna çalak pêk tîne

Nêzîkatiya Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk a ji tundiya li ser jinê re, ji aliyê hemû kesan ve tê zanîn. Wezîr berê ragihandibû ku tundî di asta "dikare bê tehemûlkirin" de ye. Derya Yanîk a parastina “dibe ku em ji Peymana Stenbolê vekişiyane, lê nîskoka me ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê neguherî, yê guheriyê tenê amûr û rêbazên me ye” kir, difikire ku di hemû pêvajoyên AKP’ê de, di têkoşîna tundiyê de polîtîlayên biçalak derbasî jiyanê bûne. Baş e, ma bi rastî jî wisa ye? Tenê çend daneyên tundiyê jî nîşan didin ku jin di bin pêçekoya zexta tundiyekî çawa de dijîn.

Daneyan der barê tundiyê de çi dibêj e?

Li gorî çeteleya sala 2021’an a Tirkiyeyê mêran 311 jin qetilkirin; îsal mirina 181 jinan jî wek bi awayekî guman di qeydan de cih girt. Di 10 mehên destpêkê yên sala 2022’an de jî rewş neguherî. Piraniya jinên di sala 2022’an de hatin qetilkirin ji ber biryarên ku der barê jiyana xwe de dane hatin qetilkirin. Li welatê ku zewac tê teşwîqkirin, hevberdanê zehmet dikin û di her firsendê de malbat pîroz tê hesibandin, jinan ji ber tundiyê hevberdanê hilbijartin hatin qetil kirin. Kujerên jinan mêrên ku herî nêzî van, bi gelemperî “hevjinê” wan bûn. Di qetlîamên 136 jinan de, kiryar mêrên ku zewandî bûn. Cihên ku hatin qetilkitin jî malên wan yên ku wekî "cihê herî bi ewle" dihat binavkirin bû. 161 qetlîam li mal pêk hat. Li aliyê din qetlîam  belavî kolanan bûn; zêdeyî 40 jin li kolanan li ber çavê hemû kesê hatin qetilkirin. Di 152 qetlîaman de, kiryar çek bi kar anîn. Ev rewş di heman demê de li Tirkiyeyê xala ku çekdarbûyia takekesî gihiştiye jî radixe ber çavan.

Jin çawa tên parastin?

Qanûna hejmara 6284’an, ji kesên tundî bikartînin re gelek tedbîrên wekî dûrxistin û parastina nêzîk sererast dike; jinan di warê aborî de bihêz kirin heta veguherîna agahiyên nasnameya wan gelek mafan nas dike û ger bi bandor bê pêkanîn jinan diparêze. Yasayîbûyina qanûna jimare 6284’an ku ji bo parastina jinan û pêşîlêgirtina tundiyê hat anîn, piştî îmzekirina Peymana Stenbolê gengaz bû. Li Tirkiyeyê parastina jinan hê jî mijara nîqaşê ye. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê, hin derdor vê carê berê xwe dan qanûna parastinê ya bi hejmara 6284’an. Qanûn heye, lê vegotina li welat jin tên parastin negengaz e. Têkildarî pêkanîna qanûna ku sala 2012’an ket meriyetê tedbîrên pêwîst nayên girtin. Di vî mijarê de mekanîzma nayê afirandin. Li gorî daneyan herî kêm 15 jin dema der barê wan de biryara parastin an jî durxistin hebû, hatin qetilkirin.

Daxuyaniyên tên zanîn

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di parvekirina xwe ya dawî ya li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de ev hevokan bikaranî: "tehemûlê ji cînayeta jinek re jî nîne. Em di koordînasyona Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî de têkoşîna xwe ya li dijî tundiya li ser jinê bi biryardarî didomînin. Mixabin, dema di 7 mehên ewil ên sala 2021'an de cînayeta jinan 158 bû, di 7 mehên ewil ên 2022’an de bû 158. Bi hişmendiya ku hêjmarek jî zêde ye, em di têkoşîna tundiya li dijî nava malbatê û jinê de bi prensîba 'sifir tolerans' bi hemû beşên civakê re têkoşîna li dijî tundiyê didomînin." Di daxuyaniyên Wezaretê de der barê asta tundiyê de hin ipuciyan jî cih girt.

Nêzî 3 milyon û 856 hezar kes KADES’ê daxist

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya bi sernavê "Di têkoşîna li dijî tundiya li ser nava malbatê û jinê de sifir tolerans" hat diyarkirin ku di heyama 7 mehên sala 2022’an de li gorî heman heyama par bi zêdebûna ji sedî 32’e ji bo 120 hezar û 645 kesan re 425 hezar û 709 biryara tedbîrên pêşî girtine û ji 38 hezar û 863 kesan re jî 44 hezar û 140 tedbîrên parastinê hat dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt cih girtin:

“Di 7 mehên ewil ên sala 2021’an de 166 cînayetên jinan hatin jiyîn, di heman heyama sala 2022’an de ji sedî 5 kembûnê 158 cînayetên jinan hatin jiyîn. Bernemaya KADES’ê ku Tirkî jî di navde bi zimanên Îngîlîzî, Fransî, Farisî, Erebî, Rûsî, Îspanyolî, Almanî, Ozbek, Kirgizîkî tên û Kurdî xizmet dide, 3 milyon û 855 hezar û 777 kes  daxist. Ji 459 hezar û 478 îxbaran re mudaxele hat kirin. Di Navenda Kelepçeya Elektronîkî ya bi kapasîteya 1000'î ya ku ji aliyê Wezareta me ve hatiye avakirin de, li 61 parêzgehan 636 bûyer di cih de tê şopandin."

Ji pakêta reform re çi bû?

AKP’ê di nava vê salê de, der barê tundiyê û bi taybetî jî bi betalkirina Peymana Stenbolê re ji bo nîşan bide ku hin tiştan dike, hin civînan li dar xist. Bi taybet gava rojeva hilbijartinê nêzîk dibe, hewl tê dayîn jinan jî li ser vê rojevê bandor bike. Em bînin bîra xwe, Serokomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan beriya 8’ê Adarê di Civîna Komeleya Jin û Demokrasiyê KADEM ku keça wî endama lijneya rêveberiya wê ye de axaftinek balkêş kiribû û der barê “ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan paketa reform” “mizgînî” dabû. Lêbelê, ragihandina Plana Fealiyet ya 2022’an a Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê jî pifdank derket. Jinan, tercûbe kirin ku dîsa wekî di daneyan de jî tê dîtin, pirsgirêk tê bipaş xistin û hin axaftin jî weke hin zêdetir tundî ji wan re vedigere.

Ji kelepçeya elektronîk hêvî kirin

Wezîr Derya Yanîk di daxuyaniya planê de wiha goti bû: “Em tu caran jinan bi mexdûriyetên wan re bi ten3e nehişt. Ji destpêka sala 2021'an û vir ve, me bi hevkariya Wezareta me ya Navxweyî ji bo dabînkirina parastina bi bandor a mexdûr, sepana bazîna elektronîk li 81 parêzgehan belav kir. Bi rastî sepana mijara gotinê cara yekem di sala 2015’an de 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest bi bikaranîne hat. Lê çiqas bi serkeftî bû? Di nîskoka çareseriya wê de, çend jin cih girtin? Bersiva wan pirsan jî tiştên demên nêz hatin jiyîn nîşan da. Îbrahîm K. ê ku li Sakaryayê li navendeke bazirganiyê, beriya demek hevberda û ji bo nêz nebe kelepçeyê elektronîk hat girêdan, çû şarkuteriya jin lê dixebite û bi çekê gule li xwedî û xebatkarê kargehê reşand. Dîsa Ahmet Sakîzogluyê ku li Antalyayê bi îdiaya nêzî 500 kesî bi soza xwediyê mal kirine xapandi hat binçavkirin û bi kelepçeyê elektronîk hat berdan jî,  ji qutbûna elektrîkê ya 31'ê Adarê hat jiyîn heta niha winda ye.

Stargehan di cihê de dihejmer e

Parastina jinan aliyekî, hejmara stargehan jî hêj di rewşek tirsnak de ye. Li 81 parêzgehan girêdayî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî 112 malên stargeh hene. Girêdayî Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê 3 malên stargehên bi kapasîteya 90 kesî re xizmet dide. Girêdayî rêxistina civaka 1 malê stargeh bi kapasîteya 20 kesî xizmetê dike. Daxwaza stargehê ya rêxistinên jinan ên serbixwe re jî piştgirî nayê dayîn. Her wiha bi tayînkirina qeyûmên li ser şaredariyan re girtina hemû saziyên jinan û rû bi rû mayîna zextê dewletê, binçavkirin û girtinan ya jinên ku di vî qadê de têkoşîn dikin, mijara gotinê ye. Xwedîbûyin heta nehiştina malzemeyên lênêrina bingehîn ya hejmardar a jinên ku malên stargehan de dimîn jî bi nameyên dişînin re di raya giştî de xuya dibe.

Tundiya dewletê

Mijareke din a ku di demên dawîn de li Tirkiyeyê gelek caran tê axaftin jî tundiya dewletê ye. Di sala 2021’an de ji Komeleya Mafên Mirovan re ji jinên girtigehan jî gelek serlêdanên hatin girtin. Lêgerîna tazî, eşkence û muameleya xerab ya li girtîgehan, çalakiyan û di bin çavkirina de, di sala 2022’an de jî berdewam kir. Mînak di şeş mehên sala 2022’an de ji komeleyê re 152 serlêdan hatin kirin û di vê heyamê de li girtîgehên herêma Marmarayê herî kêm 2213 binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin. Ji serlêdanan 48’ê ve ji aliyê jinan ve hat. Îsal bi taybetî çalakvanên xebatên jin dimeşînin û rojnamegerên jin hatin hedefgirtin. Jinên ku xwestin daxuyaniya çapemeniyê bidin bi awayekî hovane hatin binçavkirin, rasti kelepçeya ters hatin, rastî ferzkirina lêgerîna tazî hatin û di çalakiyan de hatin tacîz kirin.  hatin. Rojnamegerên jin ên mûxalîf ên van çalakiyan şopandin jî rastî tundiyê hatin, bi eşkenceyê hatin binçavkirin û girtin.

Di nava welatên Ewropî û Rêxistina Hevkarî û Pêşketinê ya Aborî (OECD) de, welatê ku rêjeya herî zêde ya jinên ku rastî tundiya fizîkî an jî zayendî ya mêran tên, Tirkiyê ye. Li gorî daneyên herî dawî ya OECD'ê li Tirkiyeyê rêjeya tundiya li dijî jinê ji sedî 38 e. Ev tê wateyê ku ji 10 jinan 4’ê wan di jiyana xwe de rastî tundiya mêr tên.  Di rêjeya tundiya li ser jinan de piştî Tirkiyeyê bi rêjeya ji sedî 37 Kolombiya tê.