Li Tehranê li jina ku rastî êrişa polîsan hat doz hat vekirin
Li jina ku li Tehranê bi hinceta serê xwe li gorî rêgezan girê nedaye, rastî şîdet û heqareta polîsan hatibû doz hat vekirin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/11/20241103-20241103-20241103-1992336-562-1-470-jpgbd910e-image-jpg7e1911-image-jpg5fd420-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Li paytexta Îran Tehranê piştî ku dîmenên şîdeta polîsan li dijî jina li gorî rêbazên sergirtina mecbûrî serê xwe negirtiye, di medyaya dîjîtal de hatin weşandin, hat hînbûn ku hatiye binçavkirin û der barê wê de doz hatiye vekirin.
Di vîdyoya ku hat weşandin de, tê dîtin ku kesek bi unîformaya leşkerî li ser motosîkletê ye, nêzî jinek dibe, heqaret û şîdetê lê dike. Polîsên Tehranê piştî van dîmenan, ragihandin ku kesê bi unîforma, polîs e û ji ber rêbazên trafîkê binpê kirine, ceza li wan hatiye birîn. Di daxuyaniya polîsên Tehranê de her wiha hat diyarkirin ku der barê wê jinê de muameleyên zagonî dane destpêkirin.