Hevberdevkiya nû yên HDK’ê hatin eşkerekirin
Di Desteya Giştî ya HDK'ê de Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû ji bo Hevberdevkiya HDK'ê hatin bijartin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/11/20241103-20241103-690x390cc-bestas-kenanoglu-hdk-esbaskanlari-jpgb6a8e6-image-jpg32e140-image.jpg)
Stenbol- ongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Bi hêvî, bi berxwedanê, bi hev re ber bi azadiyê ve” 13’emîn Desteya Giştî li dar xist. Desteya Giştî li Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş hat lidarxistin.
Piştî axaftina beşdaran ji bo Hevberdevkiya HDK'ê Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû hatin bijartin. Piştî navê Beştaş û Kenanoglû ji bo hevberdevkiyê hat eşkerekirin, her yek ji wan axaftinên kurt kirin.
Desteya Giştî piştî xwendina rapora xebatê bi dawî bû.