Li Tartûse xwendekarek hat revandin

Bûyerên revandin û windakirina mirovan li herêmên peravê yên Sûriyeyê her diçe zêde dibin. Li Tartûsê ku di bin kontrola HTŞ ya cîhadîst de ye Aya Welîd Îsa ya 17 salî piştî ku ji bo çûyîna dibistanê ji malê derket tu agahî jê nehat girtin.

Navenda Nûçeyan – Dubarebûna bûyerên revandina jin û zarokên keç, bi taybetî li herêmên peravê yên Sûriyeyê, nîşan didin ku tu ewlehî nemaye.

Di demên dawî de li herêmên peravê yên Sûriyeyê ku di bin kontrola HTŞ ya cîhadîst de ye bi taybetî jin û zarokên keç tên hedefgirtin. Revandina mirovan û windakirina wan her diçe zêdetir dibe û ev yek di nava gel de dibe sedema tirs û fikaran.

Ji bo çûyîna dibistanê ji malê derket

6’ê Mijdarê xwendekara bi navê Aya Welîd Îsa piştî ku ji bo dibistanê ji malê derket, tu agahî jê nayê girtin. Aya Welîd Îsa ji gundê Miar Şakir ê Tartûsê ye û ji civaka Elewî ye. Windabûna wê di nava gel de bû sedema seferberiyê û ji rayedaran hat xwestin ku der barê bûyerê de daxuyaniyek bidin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, nayê zanîn ku çi hatiye serê Aya lê tê texmînkirin ku hatiye revandin. Malbata Aya Welîd Îsa, bang li rayadaran û kesên ku dikarin alîkariyê bikin kirin ku ji bo dîtina keça wan tiştek bikin. Dayîka wê bi vîdyoyek bi gotinên hestiyar bang li welatî û rayedaran kir û xwest ji bo dîtina keça wê tiştek bikin. Her wiha diyar kir ku ew ditirse keça wê hatibe revandin.

Zarokên keç dibin hedef

Vê bûyera bi êş, nîşan dide ku windabûna Aya, yek ji êrîşên li herêmên cuda yên Sûriyeyê li dijî zarokên keç tê kirin e. Herî dawî li bajarê Humsê jina ciwan a 19 salî Ala Esad ji aliyê kesên ku nasnameya wan nayê zanîn ve rastî êrîşê hat û ji rûyê xwe bi giranî birîndar bû.

Van bûyerên ku dubare dibin, nîşan didin ku li wan herêman tu ewlehî nemaye û ji bo mirovan-bi taybetî zarokên keç- ên winda dibin, rayedar tu tiştek nakin.