Li Bexdayê jinan di konferansa hevpar de wekhevî û aştiyê nîqaş kir
Di Konferansa Hemahengiya Rêxistin û Torên Jinan a li Bexdayê hat lidarxistin de, ji bo ku jin bi rolên berfirehtir beşdarî wekhevî û aştiya mayînde bibin, rêbazên xurtkirina hevkariyê hatin nîqaşkirin.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Bexda – Konferansa Hemahengiya Rêxistin û Torên Jinan ku li Bexdayê hat lidarxistin, rêbazên pêşxistina mekanîzmayên hemahengiya hevbeş nîqaş kir. Armanca diyarkirî ya konferansê ew bû ku rêxistin û torên jinan bikaribin ji perspektîfek berfirehtir beşdarî wekhevî û aştiya mayînde bibin û rolên xwe di vî warî de xurt bikin.
Parêzvanên mafên jinan ên ku di rêxistinên civaka sivîl de li Bexdayê, parêzgehên cuda yên Iraqê û Başûrê Kurdistanê dixebitin, di konferansê de amade bûn. Beşdaran bal kişandin ser pêwîstiya hevrêzkirin û avakirina çarçoveyek xebatê ya hevpar di navbera rêxistin û torên jinan ên li Iraqê de dixebitin.
Organîzekirina konferansê û mijarên sereke
Konferans, ji aliyê Tora Aştiyê ya Jinan (WPN) ve bi hevkariya Rêxistina Hêzdarkirina Jinan (WEO) hatiye organîzekirin û duh li paytext Bexdayê pêk hat. Jin, bi armanca xurtkirina pêşîniyên hevpar ên rêxistin û torên ku di warê mafên jinan de dixebitin, baştirkirina hevrêziyê û piştgirîkirina hewldanên parêzvaniyê yên domdar, li hev civiyan.
Moderatoriya Konferansa ku dirûşmeya wê "Ji Hevkariyê ber bi Bandorê ve: Perspektîfa Jinê ji bo Wekhevî û Aştiya Mayînde" de hat lidarxistin, ji aliya çalakvan Întîsar el-Meyalî ve hat kirin. Di konferansê de sê mijarên sereke hatin nîqaşkirin:
- Nirxandina rewşa niha ya jinan û pêşîniyên ji bo xebata hevbeş
- Derfet, zehmetî û domdariya hevkariyên di navbera rêxistinên jinan de
- Ji siyasetê ber bi bandorê ve: Xurtkirina hevrêzkirin û parêzvaniya hevbeş ji bo pirsgirêkên jinan
Daxuyaniya Tora Aştiyê ya Jinan
Endama Lijneya Bawermendan a Yekîtiya Kêmneteweyan û nûnera Tora Aştiyê ya Jinan Weylît Korkîs, di konferansê de axivî. Weylît Korkîs got ku “Armanca civînê ew e ku di navbera rêxistinên civaka sivîl û torên herêmî yên ku di warên mafên mirovan û mafên jinan de dixebitin, qadeke ji bo diyalog, hevrêzî û parvekirina ezmûnan biafirîne.”
Weylît diyar kir ku ev civîn ji bo xurtkirina hevkariyê, çareserkirina pirsgirêkên hevpar û pêşxistina rêbazên hevkariyê yên bibandortir girîng bûye. Wê her wiha girîngiya xebata hevkar ji bo rêxistin û torên jinan li Iraqê destnîşan kir da ku bi perspektîfek berfirehtir beşdarî perspektîfa jinê ya ji bo wekhevî û aştiya mayînde bibin û rolên xwe di vî warî de xurt bikin.
Axaftina Rêxistina Hêzdarkirina Jinan
Seroka Rêxistina Hêzdarkirina Jinan Suzan Arif, diyar kir ku armanca wan di vê pêvajoyê de ew e ku ji hevkarî, hevrêzkirin û parvekirina agahdariyê wêdetir biçin û li şûna wê hevkariyê bighînin astek hevkariyê ya pêşketîtir. Suzan destnîşan kir ku ev nêzîkatî rêbazek xebatê hewce dike ku bikaribe bandorê li polîtîka, biryar û pratîkên ku bandorê li jiyan û mafên jinan dikin bike.
Suzan diyar kir ku li Iraqê hîn rêyek dirêj li pêşiya jinan heye û ragihand ku pirsgirêkên di warên yasayî, aborî, civakî û siyasî de pê re rûbirû dimînin her ku diçe aloztir û bi hev ve girêdayî dibin. Wê her wiha tekez kir ku guhertinên di pêşaniyên bexşkeran de û kêmbûna çavkaniyan ji bo rêxistinên civaka sivîl di warê domdarî, çalakiyên berdewam û bandorê de, pirsgirêkên nû diafirînin.
Nirxandina mercên xebatê û mekanîzmayên hevkariyê
Di dema konferansê de, beşdaran pêşketinên heyî û bandora wan a li ser mafên jinan nirxandin. Pêşaniyên ku berê hatine destnîşankirin, bi armanca destnîşankirina pirsgirêkên herî lezgîn ên ku dikarin bi xebata hevbeş bên çareserkirin, hatin nirxandin Wekî din, şert û mercên heyî yên ku rêxistin û tor tê de dixebitin hatin analîzkirin. Derfetên berbiçav ji bo xurtkirina domdariya xebata wan û kapasîteya wan a ji bo bidestxistina pêşînîyên hevpar hatin destnîşankirin.
Beşdaran her wiha nîqaş kirin ka çawa derfetên heyî dikarin bên bikaranîn da ku bandorê li siyaseta giştî bikin û hevkariyê bi saziyên giştî û rêxistinên neteweyî û navneteweyî re ava bikin. Li hember guhertinên di pêşaniyên bexşkaran û çavkaniyên sînorkirî de, berdewamiya xebata tevgera jinan hate nîqaşkirin.
Her wiha, îmkanên mekanîzmayên hevkariyê di navbera rêxistin û torên herêmî û neteweyî de, pêşîgirtina li dubarekirina kar bikaranîna ezmûn û çavkaniyên heyî û avakirina hevpeymaniyên berbiçav li dora du pêşîniyên ku di rûniştina yekem de hatine destnîşankirin, hatin nirxandin.
Têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal û biryarên dawiyê
Di konferansê de her wiha çarçoveya yasayî û saziyî ya ji bo têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal û gotinên nefretê hate nîqaşkirin. Raporek hat pêşkêşkirin ku tê de polîtîkayên saziyî yên armanc dikin ku hawîrdorek civaka sivîl a bi ewle biafirînin ku beşdariya jinan û parêzvanên mafên jinan diparêze, hebûn.
Raport behsa rêziknameyên retarê, polîtîkayên li dijî destdirêjiyê, polîtîkayên ji bo têkoşîna li dijî gotinên nefretê û rêziknameyên derbarêbi karanîna amûrên ragihandinê yên dîjîtal de kir, ku hemû ji bo rêxistin û torên civaka sivîl ji bo misogerkirina beşdariya jinan pêwîst in. Her wiha girîngiya pêkanîna polîtîkayên nivîskî ji bo veguherandina rêxistinan bo jîngehên xebatê yên bi ewle tekez kir.
Di dawiya konferansê de, nîqaşek vekirî li ser mijara pêşniyarên di raporê de çawa dikarin bên veguheztin, gavên berbiçav û kampanyayek parêzvaniyê ya hevbeş di navbera rêxistin û toran de, hat meşandin. Di nîqaşê de pêşîniyên ku hewceyê xebata hevkar in, pêşniyar û sazî û rêxistinên têkildar ên berpirsyarê bicîhanîna van pêşniyaran hatin destnîşankirin.