‘Berî ku cih binav bibe, mirovan rizgar bikin’

Jinên koçber yên li Zîvala Xezayê dibin konên bê ewle de dijîn çalakiyek li dar xistin. Jinan bang li saziyên herêmî û navneteweyî kirin da ku bi lez tevbigerin û malbatên wan ji xetereya lehî û binavbûnê biparêzin.

NEXEM KERACÊ

Filistîn – Koçberên li Zîvala Xezayê di şert û mercên zehmet de dijîn. Şer wêraniyek mezin li binesaziyê û torên kanalîzasyonê kiriye. Her wiha bi hezaran malbatên koçber bê konên guncav û bê amûrên parastinê dibin baran û sermayê de mane.

Di vê çarçoveyê de niştecihên kampên koçberiyê yên rojhilatê bajarê Xezayê çalakiyeke protestoyî ya aştiyane bi sernavê “Berî ku cih binav bibe, mirovan rizgar bikin” li dar xistin. Armanca wan ew bû ku bang li saziyên herêmî û navneteweyî bikin ku ji bo parastina wan li hember xetera lehî û binavbûnê, berî hatina zivistanê, bi lez tevbigerin.

Di nav komeke jinên koçber de, Necwa Ehl behsa şert û mercên jiyana li kampê kir. Necwa da diyarkirin ku piştî wêrankirina malan, ji bo malbatên koçber cihên ewle nehatine peyda kirin. Necwa dibêje: "Gelek malbat tiştekî wan tune ku wan ji baran û sermayê biparêze. Di heman demê de ew nikarin hewcedariyên bingehîn ên zarokên xwe bi awayekî têr jî peyda bikin. Ne tenê derbasbûna ava baranê di konan re zehmetiyan dijwartir dike, her wiha nebûna ronahiyê jî dema ku êvarî jin û zarok pêdiviyên xwe pêk tînin jiyana wan bi dijwariyê re dimînin."

Newa Ehl da zanîn ku şaredarî serdana wan kiriye û hişyarî daye ku ew dikarin di her kêliyê de binav bibin û got: "Eger mayîna me li vir xeternak e, gelo em dikarin biçin kîjan cihê din? Em nikarin cihêkî din ji xwe re peyda bikin."

‘Konên kevn bê parastinin’

Berpirsiyara xebata jinan li kampên koçberiyê yên rojhilatê bajarê Xezayê Înam Şelayil tekez kir ku konên kevn û xerab nikarin li hember baranê parastina têr peyda bikin. Niştecihan hewceyê konên nû, çadirên parastinê û amûrên ronahiyê ne. Înam destnîşan kir ku armanca çalakiyê ew bû ku saziyên herêmî û navneteweyî berî ku karesateke din pêk were, tevbigerin. Zirar gihîştiye piraniya avahiyên herêmê û malbat bê ku alîkarî li gorî mezinahiya hewcedariyên wan were peyda kirin, di nav wêranî de dijîn.

Herbe Xelîl jî êşa malbatan bi wêneyê maleke wêrankirî û konekî qumaşî yê ku nikare li hember baranê raweste, nîşan dide. Herbe got: "Em dixwazin sazî li me binêrin û alîkariya me bikin, ne tenê êşa me wêne bikin û paşê biçin."

'Êdî rûmeta me nemaye'

Jina koçber Necah Tewfîq behsa wendabûna hesta ewlehiyê kir, piştî ku gelek caran neçarî koçberiyê bûye. Necah anî ser ziman ku konên ku malbatan tê de dimînin, êdî nikarin parastina pêwîst peyda bikin û zarok di tirsa domdar de ne, ji ber ku ditirsin dîmenên binavbûnê dîsa dubare bibin. Necah wiha axivî: "Em gelek caran koçber bûn û paşê vegeriyan, lê niha eger av cihê me bigire, em ê biçin ku derê? Bila konên guncav ji me re bên peyda kirin û çareseriyekê bibînin ku me biparêze."

Divê tedbîrên lezgîn bên girtin

Peydakirina cihên ewle yên lêmayînê, av, kanalîzasyon û ronahiyê ji bo parastina ewlehî û rûmeta koçberan girîng e. Ji bo parastina jin û zarokan li hember lehiyan, divê tedbîrên lezgîn bên girtin û berî baranê çareseriyên guncav bên peydakirin, da ku zivistan nebe sedema karesat û koçberiyeke din.