‘Li Sûriyeyê tundî û feraseta olperest, li ser maf û hebûna jinan gef in’

Di çarçoveya kampanyaya 25’ê Mijdarê de, Berdevka Kongra Star Gulîsan Gulo hişyarî li ser bilindbûna tundiyê û metirsiyên hişmendiya olperest ên li ser maf û hebûna jinan a li Sûriyeyê kir û ragihand ku têkoşîna wan dê bidome.

NEXEM ÇAÇAN

Qamşilo – 25’ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan e. Bê guman; ev roj ji bo nîqaşkirina rewşa tundiya li dijî jinan û ronîkirina encamên wê yên li ser jiyana jinan û civakê, her sal derfeteke nû ye. Tevî hemû gavên ku di warê parastina mafên jinan de hatine avêtin, tundî hîn jî bi awayên cuda berdewam dike û ev yek pêdiviya xurtkirina têkoşînê, zêdekirina hişyariya civakî û misogerkirina maf û azadiya jinan dide der.

Di vê çarçoveyê de, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava, bi daxuyaniyekê destpêkirina kampanyaya xwe ya ji bo 25’ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ragihand. Platformê diyar kir ku kampanya ji 8’ê Mijdarê dest pê dike û heta 25’ê heman mehê dewam dike û di vê çarçoveyê de dê gelek çalakî û bername bên lidarxistin.

‘Hebûn û sîstema jinan ketin ber metirsiyên cidî’

Di heman çarçoveyê de, Berdevka Kongra Star Gulîstan Gulî ji ajansa me re axivî û nêrînên xwe yên li ser tundiya li dijî jinan û girîngiya têkoşîna li dijî wê, parve kir.

Gulîsan Gulo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa tundiya li dijî jinan a li Rojava. Gulîstan diyar kir ku îsal rêjeya tundiyê li herêmê bilind bûye û wiha got: “Îro li bajarê Qamişlo, bi pêşengiya tevger û rêxistinên jinan, daxuyaniyek bi sê zimanan hate dayîn û kampanyaya 25’ê Mijdarê hate ragihandin. Di sala 2026’an de rêjeya tundiyê li Rojava gihîştiye asteke bilind. Şer û koçberiyên ku li herêmê qewimîn, bandoreke neyînî li ser jiyana jinan kirin û bûne sedema êş û azarên mezin. Di encamê de, hebûn û sîstema jinan ketin ber metirsiyên cidî.”

‘Em wekî tevger û rêxistinên jinan ji vê rewşê ne razî ne’

Gulîsan Gulo di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku guhertinên siyasî û rêveberiya nû ya Sûriyeyê jî bûne sedema zêdebûna xeteriyên li ser mafên jinan û wiha pê de çû: “Îsal Sûriye ket qonaxeke nû, lê ev qonax ber bi sîstemeke olperest ve diçe ku jinan di çarçoveyeke teng de dihêle û tundiyê li dijî wan zêde dike. Em wekî tevger û rêxistinên jinan ji vê rewşê ne razî ne. Hikûmeta demkî bi hişmendiyeke olperest Sûriyeyê bi rêvedibe û biryarên niheq derbarê jinan de distîne.”

‘Ev nêzîkatî hebûn û mafên jinan dike xeteriyên mezin’

Berdevka Kongra Star Gulîstan Gulo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya parastina hebûn û mafên jinan a di pêvajoya avakirina Sûriyeya nû de. Gulîstan tekez kir ku dê têkoşîna wan bê navber bidome û wiha got: “Jina ku ev sîstem dixwaze wekî mînak pêşkêş bike, ew jina sergirtî, bê îrade û bê nasname ye. Ev nêzîkatî hebûn û mafên jinan dixe xeteriyên mezin. Em tekez dikin ku dê di nava têkoşîneke bêhempa de bin, heta ku maf û hebûna jinan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de bên mîsogerkirin.”