Li Sûdanê jin bi tundî û êrişa zayendî re rû bi rû ne
Seroka Yekitiya Têkoşîna bi Şîdeta li Hemberî Jin û Zarokan Salima Îshaq, got ku hatiye belgekirin li Sûdanê 556 êrîşên tecawizê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatine kirin û diyar kir ku vê rewşê jinan ber bi întiharê ve biriye.
AYA ÎBRAHÎM
Sûdan – Li gorî daneyên ku demek berê ji aliyê Komîteya Sendîkaya Bijîjkên Sûdanê ve hatin weşandin, ji ber pevçûnên di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, bi êrîşên tacawizê yên li dijî jinan re bûyerên întiharê zêde bûne. Seroka Yekîneya Têkoşîna bi Şîdeta li Hemberî Jin û Zarokan re Salîma Îshaq, ji êrîşên li dijî jinan ên ji dema pevçûnan dest pe kirine ve heta niha didomin, Hêzên Piştgiriya Lezgîn berpirsyar dît.
‘Hejmar ji daneyên heyî zêdetir e’
Salîma Îshaq, gotinên xwe wiha domand: “Herêmên ki aliyê rojavayê paytext Xartum û herêmên Darfûrê, ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve tên kontrolkirin. Li van herêman jin zêde rastî şîdeta zayendî tên. Jin û malbatên ku li van herêman dijîn, di nava tirs û fikaran de ne. Li gorî daneyan, ji destpêka pevçûnan ve heta niha, li dijî jin û zarokên keç 556 bûyerên tecawizê qewimîn û hat belgekirin ku ev êrîş ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatine kirin. Em difikirin ku hejmara zêdetir e.”
Salîma Îshaq diyar kir ku ger pevçûn bidomin dê êrîş û binpêkirinên li dijî jinan zêdetir bibin û wiha got: “Li Sûdanê ji 10 milyonî zêdetir jin rastî tacîz, tecawiz û her cure şîdetê tên. Pirsgirêke din jî ew e ku gelek jinên ji ber tecawizê ducanî mane, ji ber kêmbûna xizmetên tibî nikarin kurtaj bibin. Ji ber vê yekê pirsgirêkên mezin ên derûnî dijîn.”
‘Gelek jin dixwazin kurtaj bibin’
Salîma Îshaq bal kişand ser daneyên Komîteya Sendîkaya Bijîjkên Sûdanê û wiha domand: “Li gorî daneyên sendîkayê, bûyerên êrîşa zayendî ji 370’yan bûne 679. Ji jinên rastî tecawizê hatine û ducanî mane 12 ji wan bi daxwaza kurtajê serî li Nexweşxaneya Al-Naw a li bajarê Omdurmanê dan. Bi van serlêdanan re, bi giştî kurtaj, hejmara jinan bû 48. Li bajarên Omdurman û Şendî, bi giştî 36 jin kurtaj bûn. Li Nexweşxaneya Al-Naw hinek jinên ku ji ber tecawizê ducanî mabûn, ji ber nikaribûn kurtaj bibin welidîn, bebikan li nexweşxaneyê hiştin û çûn.”
‘Ji ber pevçûnan em baş nikarin agahiyan bigrin’
Salîma Îshaq diyar kir ku ji ber berdewamiya pevçûnan, baş nikarin agahiyan bigrin û wiha got: “Em hemû sûcên ku tên kirin qeyd dikin. Armanca me parastina jinan e. Bi pevçûnan re, li herêmê li dijî jinan şîdeta bi awayê pergalî zêde dibe û ji ber ku ferzkirinên navneteweyî nayên pêkanîn, kiryar bê ceza dimînin. Êrîşên zayendî li dijî jinan, li dijî sivîlan weke çek tê bikaranîn. Ev yek sûc e. Li bajarên Sûdanê ji jinên ku ji ber tecawizê welidîn, 35 ji wan nexwestin pitikên xwe xwedî bikin, hinek ji wan jî pitikên ku diwelîdînin xwedî dikin.”
Salîma Îshat di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku heta pevçûn bi dawî nebin dê sûcên li dijî jinan tên kirin bidomin û got: “Gihîştina agahiyên rast û daneyan zor e. Divê ji bo mexdûran edalet pêk were. Ev rewş jî bi dawîbûna pevçûnan pêkan e.”