Li Îranê li hember Bahayiyan operasyonên binçavkirinê
Hêzên Îranê bi ser malên gelek welatiyên Bahayiyan de girtin, kargehên wan mohr kirin û gef li wan xwarin. Civaka Navnetewî ya Bahayî banga rawestandina binpêkirinan li Îranê û hêzên navnetewî kir.

Navenda Nûçeyan – Di 21’ê Cotmehê de, efserên ewlehiyê yên Saziya Îstîxbarata Îranê bi ser mala taybet a welatiyên Behayî yên Tehranê Nûra Nûzdehî û Nebîl Eşref de girtin. Di serdegirtina ku bêyî biryara dadgehê pêk hat de, gelek tiştên malbatê ku di nav de laptopek, telefonên desta û pirtûkên olî hebûn, hatin desteserkirin. Li gorî raporan lêgerîn bi qasî sê saetan dom kir û li ber çavên zarokê 3 salî yê malbatê hate kirin.
Li gorî raporên hatine weşandin, di rojên dawî de li bajarên cuda yên Îranê pêlek nû ya operasyonên ewlehiyê yên ku welatiyên Bahayî hedef digirin dest pê kiriye. Di vê çarçoveyê de, herî kêm 10 welatiyên Bahayî hatin binçavkirin û di malên 12 kesên din de jî hatin lêgerîn kirine.
Kargehên wan jî hatin mohrkirin
Civaka Navneteweyî ya Bahayî derbarê operasyonê de daxuyaniyek da. Saziyê van operasyonan wek nîşana zêdebûna nû ya zexta rêxistinkirî ya li dijî endamên baweriya Bahayî bi nav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 20’ê Cotmeha 2025’an de, hêzên ewlehî û îstîxbarata Îranê li herî kêm 6 parêzgehan (Sîstan û Belûcistan, Semnan, Mazenderan, Fars, Îsfehan û Tehran) operasyonên hevdem pêk anîn û ser mal û kargehên Bahayî de girtin. Li gorî daxuyaniyê, di van operasyonan de herî kêm 22 welatiyên Bahayî hatine binçavkirin an jî lêpirsînkirin û tiştên wan ên şexsî û cîhazên wan ên elektronîkî hatine desteserkirin. Di hin rewşan de, kargehên Bahayî hatin mohrkirin û gef li endamên civakê hat xwarin.
Banga ‘zextê bidin ser Îranê ku dawî li binpêkirinan bînê’
Civaka Navneteweyî ya Bahayî van kiryaran wekî zexta sîstematîk a li ser Bahayîyên li Îranê, desteserkirina mafê wan ê jiyanê û binpêkirina mafên wan ên bingehîn ên sivîl bi nav kir. Saziyê her wiha bang li hikûmet û rêxistinên mafên mirovan kir ku helwestek cidî li dijî rejîma Îranê bigirin û zextê bikin da ku binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî Bahayî û civakên din ên olî-etnîkî tavilê rawestin.