Li Qamişlo ji bo piştgiriya QSD’ê meş

Şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi meşekî girseyî piştgiriya şervanên Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) kirin.

Qamişlo – Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo piştgirtina şervanên QSD’ê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) meşeke girseyî li dar xistin.

Meş bi tevlîbûna bi dehan gelê ji pêkhateyên Kurd û Ereb, endamên Rêxistina Kongra Star, endamên Rêvberiya Xweser, Meclîsa Malbatên Şehîdan ji çarxereya Aştî dest pê kir û heta pêşiya çarxereya hîzamê ya taxa El-Teyî ya bajêr berdewam kir.

Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê pêkhateyên Ereb Şêx Hesen El-Teyî da zanîn ku QSD’ê parastvanê hemû Netewan e û bi biratiya gelan wê Sûriyek Demokratîk ava bikin û wiha got: “Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de em hemû pêkhate welatparêzê vê axê û bajarê ne. Em hemû di bin sîwanan Rêveberiya xweser de jiyan dikin tu kes nikare ferq û cudahitê bike navbera pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Êzidî em hemû li ser vê xakê bira ne û yên ku me diparêze QSD’ê ye. Hêza QSD’ê ew bû ku bi berxwedaniyeke bêhempa DAIŞ’ê têk bir û bû bersiva li pêşiya dijmin, ax, av û welatê me parast. Em dibînin ku şerekî taybet di nava gel de tê meşandin û dixwazin pêkhateyên Ereb li dijî QSD’ê rabin. Em ji wan re dibêjin pêkhateyên Ereb tu çarî li dijî QSD’ê ranebe.”

Şêx Hesen El-Teyî, wiha got: “Em hemû yek in û xwe li ser fikrê xwişk-biratiya gelan bi rêxistin û em niha di Sûriyeyê de dijîn. Sûriye ya hemû pêkhateya ne û emê Sûriyeyek Demokratîk bi hev re ava bikin. Me dît ku Ereb li Reqayê, Minbic û Dêrazorê parast QSD’’e bû û ew ji destên çeteyên DAIŞ’yên hovane xilas kirin, wê çawa pêkhateyên Ereb li dijî QSD’ê rabe. Em tu caran hêza xwe bernadin, emê her tim bi QSD’ê re bin.”

 Meş bi dirûşmeya “Bijî berxwedana QSD’ê” bi dawî bû.