Li Silemaniyeyê 5 jin ji bilî kotayê ketin parlamentê
Li Silêmaniyeyê ji partiyên cuda 5 jin hatin hilbijartin.
Navenda Nûçeyan – Roja 11’ê Mijdarê li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê hilbijartina parlementoya Iraqê pêkhat. Tenê li Herêma Kurdistanê 302 kesan ji bo parlementeriya Iraqê xwe namzet nîşandabûn. Ji vana 135 namzet yên parêzgeha Silêmaniyê bûn, ji vana jî 36 namzet jin bûn.
321 dengdêrên jin tevlî hilbijartinê bûn
Li gor encamên ku komîsyona hilbijartinê eşkere kirine, li parêzgeha Silêmaniyê 325 hezar 321 dengdêrên jin tevlî hilbijartinê bûne.
Li gor heman encaman, li parêzgeha Silêmaniyê 5 namzetên jin bi dengên xwe bêy ku pêwîstiya wan bi sîstema kota hebe, kursiyên xwe yên li parlementoya Iraqê mîsoger kirine. Navên her pênc namzetên jin ên serketine wihane;
Ji Tevgera Nifşê Nû: Sirwe Ebdulwahid 21 hezar û 980 deng wergirt. Her wiha Mijde Mehmud jî 14 hezar û 202 deng bidest xist.
Ji Tevgera Helwesta Nîştimanî: Berzî Ezmer 3 hezar 639 hezar deng wergirt.
Ji YNK’ê: Sirwe Mihemed 6 hezar û 939 deng wergirt.
Ji PDK’ê: Eşwaq Caf 8 hezar û 203 deng wergirtiye.