Ji bo salvegera rizgarkirinê li Şengalê dar çandin
Bi wesîleya salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê ji hêla Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Şaredariya Xaneseorê dar hatin çandin û dar diyariyê malbatên şehîdan hatin kirin.
Şengal – Bi wesileya salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê, li Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Şaredariya Xaneseroê li deverên rêyên Xanesorê dar çandin û di heman demê de jî dar diyariyê malbatên şehîdan kirin.
Di dema dar çandinê de hevşaredara Xanesorê Marya Şengalî diyar kir ku armanca wan a dar çandinê ew e da ku karibin ji nû ve xwezaya Şengalê geş û şîn bikin û wiha got: “Em di 11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de dar diçînin û dar çardinê diyariyê şehîdên ku di rizgarkirina Şengalê de şehÎd bûne dikin. Em Ji bo Şengalê û jiyana xwe ji nû ve şîn bikin me dest bi vê hemleyê kir. Di vê hemleyê de li ber rê û gundên Şengalê em dar diçînin. Bi taybet jî em ji bo giyana wan şehîdên ku ji bo rizgarkirina Şengalê canê xwe dane em dara didin malbatên şehîdan. Em dixwazin dilê wan malbatan jî îro xweş bikin. Bi rastî jî tu carî em nikarin wan mirovên ku ji bo axa Şengalê û civaka me rihê xwe dane ji bîr bikin. Em îro bi vê wesîleyê carek din wan şehîda bi bîr tînin. Em ê her sal di vê rojê de jiyanek nû ava bikin. Bi rizgarkirina Şengalê re îro jî em dixwazin bi dar çandinê Şengalê ji nû ve şîn bikin.”
‘Bi saya keda şehîdan em îro dikarin li vir bijîn’
Endama TAJÊ Cano Xanesor jî destnîşan kir ku ew bi çandina van daran re ji nû ve tovên şînbûna jiyana xwe diavêjin û ev tişt anî ziman: “Em destpêkê rizgarkirina Şengalê li her malbateke şehîdan pîroz dikin û em li wan şervanên ku bi saya wan em îro dikarin li vir bijîn pîroz dikin. Dubare em salvegera rizgarkirina Şengalê li Rêber Apo, şervanên azadiyê di heman demê de jî her mirovên ku li ser xeta azadiyê dimeşin û hemû gelê xwe pîroz dikin.”
‘Rêya jiyana Azad Rêber Apo nîşanî me da’
Her wiha endama TAJÊ Henan Xanesor jî salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir û ev nirxandin kir: “11 sal li ser rizgarkirina Şengalê re derbas bû. Ew roja ku em xwe bi xwe û bi hêza tevgera azadiyê Şengal rizgar kir, rojek pir dîrokî û girîng bû. Em her sal dara diçînin û daran diyariyê malbatên şehîdan dikin. Bi dar çandinê re em dixwazin dubare ew xweşiya xwezaya Şengalê vegerînin û ji berê xweştir bikin. Wan kesên ku xwestin civaka êzidî tune bikin û Şengalê ji holê rabikin lê îro bi keda wan şehîdên ku di rizgarkirina Şengalê de canê xwe feda kirin e, em li ser van axa dijîn. Ev erk û berpirsyartiya me ye ku em jî îro bi parastina axa xwe û ji nûve şînkirina vê axê xwedî li keda wan derbikevin. Di heman demê de jî em gelek spasdarê Rêber Apo ne ku roja ku êrîş li ser Şengalê çêbû bi banga xwe xwedî li Şengalê derket û berê şervanên azadiyê da Şengalê . Rêya jiyana azad Rêber Apo nîşanê me jinan da û me fêr kir ku wek jinên êzidî em karibin xwe biparêz in û Şengalê rizgar bikin. Em dubare salvegera rizgarkirina Şengalê li Rêber Apo, hemû şehîda û malbatên şehîdan her wiha tevgera azadiyê pîroz dikin. Em dibêjin ku heya em hebin û em sax bin em ê xwîna wan şehîdan û keda wan xwedî derbikevin.”
Piştê dar çandinê, dar diyariyê malbatê şehîdan hat kirin.