Li Silêmanî mirina bi guman a jinek
Li Silêmaniyê jinek bi awayek bi guman ji avahiyek ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Li Herêma Kurdistanê qetilkirin û mirinên bi guman ên jinan didome. Li gor agahiyan, vê sibehê li Silêmaniyê bi awayek bi guman jinek temen 55 salî ji avahiyek 25 qet ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Heta niha aliyên peywendîdar derbarê bûyerê de ti daxuyaniyek nedane.
Li gor amarên daneyên ajansa ROJNEWS’ê belav kirine, di nava 10 mehên borî de li Başûrê Kurdistanê 27 jin hatine qetilkirin û 19 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Di sala 2024’an de, li Başûrê Kurdistanê 39 jin hatine qetilkirin yan jî neçarî xwekuştinê hatine kirin. 7 ji van jinan bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.