Li Qamişlo jin ji bo Werîşe Mûradî meşiyan
Li Qamişlo jin li dijî biryara cezayê darvekirinê ya rejîma Îranê li endama KJAR’ê Werîşe Mûradî birî, meşiyan. Jinan banga bilindkirina têkoşînê li dijî cezayên darvekirinê dan.
Qamişlo - Rejîma Îranê bi tometa ‘endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ di 10’ê Mijdarê de cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî birî. Şêniyên Kantona Cizîrê bi pêşengtiya rêxistina Kongra Star li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Werîşe Mûradî meşek li darxistin.
Meş bi dirûşmeya “Na ji darvekirinê re, na ji kuştina jinan re" û tevlîbûna dehan gel û saziyên rêxistina Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Xweser ji çarxereya Osman Sebrî dest pê kir û li pêşiya Stadyoma Şehîdên 12’yê Adarê ya bajarê Qamişlo rawestiya.
Piştî deqeyek rêzgirtinê Berdevka Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo axivî.
‘Bi milyona gel li derdora felsefeya Jin Jiyan Azadî kom bûne’
Rîhan Loqo wiha got: "Rêjîma Îranê dixwaze ku di sedsala 21’an de qirkirinê li ser jinan bimeşîne. Ne tenê Rêjîma Îranê tevahî hişmendiyên baviksalarî û sîstemên desthilatdar yên ku ji dîrokê heta roja îro şerekî dijwar li ser destkeftî, zanebûn û keda jinan bidin meşandin. Lewra jî em dibînin ku di vê sedsalê de bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, li tavahî Kurdistan û Rojhilata Navîn û cîhanê bi milyona gel kom dibin û dibin kilîta çareseriya krîza Rojhilata Navîn. Lewra jî her ku asta têkoşîn xwe berxwedaniya jinan bilind bibe em dibînin ku êrîş dewletên dagirker li ser serhildan û şoreşên jinan ferz dikin.”
‘Hûn nikarin îradeya jina azad tune bikin’
Rîhan Loqo bal kişand li ser êrîşên dewlet Tirk ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk tîne û biryanên darvekirinê yên Rêjîma Îranê li ser pêşengên jin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber vê yekê jî li hemû derê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di riya belafirên dewleta Tirk yên bê mirov de jinên endezyar û pêşengên şoreşê hedef digre, li Bakurê Kurdistanê jinên ku pêşengtiya sîstema demokrasî û wekheviyê dikin dewleta Tirk rojane cezayên giran li ser jinan didin ferzkirin. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê Rêjîma Îranê jinên ku pêşengtiya felsefeya Jin Jiyan Azadî dikin û gelê xwe rizgar dikin hişmendiya faşist cezayên darvekirinê li wan tê birîn. Lewra jî di şexsê Jîna Emînî de taybet rêhevalên dozê Rîhan, Yusra, Bêrîtan û Zîlan em tavahî şehîdan têkoşîna jin bi bîr tînin. Em dibînin ku di meha Mijdarê de ku tevahî cîhan vê mehê weke rojeke taybet li dijî tundiya jin radigihîne. Me dît ku di 10’ê Midarê de Rêjîma Îranê cezayê darvekirinê li ser pêşenga felsefeya jin jiyan azadî Werîşe Muradî birîn. Ji ber vê yekê jî em weke rêxistina jin rêjîma Îranê şermezar dikin û em dibêjin hûn nikarin îradeya jina azad tune bikin. Rêjîma Îran nikare me qir bike em hene û em ê hertim hebin."
’Em weke jin ji bo azadiya hemû jinan têkoşîna xwe bilind bikin’
Her wiha li ser navê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Casim axivî û got: " Jin her tim di jiyana mirovahiyê de pêşeng bû, lê piştî derketina rejîmên desthilatdar , jin rastî neheqî û biçûkxistinê hatin û her tim rastî lêdan û heqaretan hatin. Her wiha ji her tiştî bêpar mabûn. Mafên bingehîn û tevî zehmetiyên ku pê re rû bi rû mane, ew jin teslîm nebûn û dest bi şerê li dijî hemû rejîmên desthiladar kirin. Me dît ku îro rejîma Îranê li ser Werîşa muradî cezayên darvekirinê birîn Em weke jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji hemû pêkhateyan, kiryarên ku li Îranê li dijî jinan tên kirin, qetilkirin, îşkencekirin û girtin, şermezar dikin. Em weke jin ji bo azadiya hemû jinan têkoşîna xwe bilind bikin."