Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 43 hezar û 712
Hate ragihand ku hejmara kesên di êrişên Îsrailê li ser Zîvala Xezayê, ji dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha jiyana xwe ji dest dane gihîşt 43 hezar û 712’an, hejmara birîndaran jî gihîşt 103 hezar û 258’an.
Navenda Nûçeyan- Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Tendirûstiyê ya li Xezayê hatî dayîn de, der barê êrişên Îsrailê ên li dijî Zîvala Xezayê berdewam dike de agahî da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 7 komkujiyên artêşa Îsrailê ên di nava 24 saetan de li herêmên cuda yên Zîvala Xezayê pêkanî de, 47 kesan jiyana we ji dest dan, 182 kes jî birîndar bûne.
Hate ragihandin ku hejmara kesên di êrişên Îsrailê li ser ên Zîvala Xezayê ji dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha jiyana xwe ji dest dane gihîşt 43 hezar û 712’an hejmara birîndaran jî gihîşt 103 hezar û 258’an.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hê dibin xirbeyan de û li ser riyan cenaze mane, ji ber astengiyên hêzên Îsrailê tîmên tendirûstiyê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.