‘Li dijî tundiya ku bi şeran bilind dibe têkoşîna hevpar girîng e’

Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Rûkiye Mihemed bal kişand şerê ku li Rojhilata Navîn didome û destnîşan kir ku li dijî tundiya bi şer û qeyranan re li dijî jinan zêde dibin têkoşîna hevpar girîng e.

SÎLVA ÎBRAHÎM

Minbic – Şerê li Rojhilata Navîn didome, krîza ku tê jiyin her roja ku diçe kurtir dibe. Hêzên serdest ev welat  kiriye navenda şerê cîhanê yê sêyem û berdewam dike, herî zêde di vî şerî de jin û zarok bandor dibin.

Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Rûkiye Mihemed diyarkir ku di şer de herî zêde bedel jin û zarok didin, anî ziman ku jin xwedî wê hêzê ne ku ji heqê van hemû şertên zehmet derbikevin û got: “Hemû ew zehmetî û êrişên ku jin rastî tên dikarin bi têkoşînê derbas bikin. Jin xwedî wê hêzêne û di arin bi yekitiya xwe nasnameya xwe bi dest bixin.”

Rûkiye Mihemed da zanîn ku jinên li Lubnan, Filistîn, Îran û Sûriye heman êşê dijin û rastî heman zehmetiyan tên û bi piştevaniya ku sînoran derbas dike, jin wê bikarin vê derbas jî bikin.

Ji Şengal heta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana jinan

Rûkiye Mihemed destnîşan kir ku jinên Şengalê ên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin esîr girtin û kolekirin, îro bi têkoşîna xwe, xwe diparêzin û di civakê de rolên pêşeng girtine û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan berxwedana xwe ya li dijî DAIŞ’ê, hem di qada leşkerî hem jî di qada siyasî de rolek çalak girtine û ji bo aştiya civakê têdikoşin.”

Polîtîkayên dewleta Tirk û gefên li dijî jinan

Rûkiye Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze demografya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biguhere û wiha got: “Ev polîtîka û şerên li herêmê, tundiya li dijî jinê zêde kiriye. Bi taybet li ser tendirûstî û ewlehiya jinên koçber ên li kampan zextek mezin heye.” 

Hêza jinan ya bi hev re

Rûkîya Mihemed anî ziman ku ji bo şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin divê jin jî beşdarî pêvajoyên çareseriyê bibin û sûdê bidin aştiyê û got: “Ezmûnên jinan yên çandî û hişmendiya wan wê aştiyê ava bikin û wê ji cîhanê re bibe mînak.”  

Rûkîya Mihemed bi bîrxist ku divê jin pêşengiya  sedsala 21’an ya jinê bike û bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wê vê pêvajoyê pêşde bibin.

Bi têkoşîna hevpar piştevaniya jinan

Rûkîya Mihemed bal kişad ser giringiya tevî hemû zehmetiyan jî bi hevre di nav piştevaniyê de tevger bikin, da zanîn ku ev piştevaniya di nava jinan de tê wateya têkoşîna li dijî hemû zehmetiyan.

Pêşeroja têkoşîna jinan

Rûkîya Mihemed, bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Divê jin di sedsala 21’an de di avakirina azadî û aştiyê de bibin hêza pêşeng. Dê ev sedsal bibe bingeha têkoşîn û piştavaniya jinan. Divê jin ne tenê li dijî şeran, di heman demê de li dijî newekheviya zayenda civakê jî têkoşîn bikin.”