Li Misrê jin êdî mohra xwe li barkêşiya bejayî didin

Huveyda Elî ku di barkêşiya bejayî ya li Misrê de şoreşek pêk aniye, dibêje ku “Min biryar da ku tevlî pêşwaziya hilbijartinê bibim; di nav 65 namzetên mêr de di rêza yekem de cih girt û bûm yekem jina ku di sektora barkêşiya bejayî de vê rêyê şopand.”

ESMAA FETHΠ 

Qahîre – Tevî ku jin perçeyek girîng a hêza kar a Misrê ne jî, hebûna wan di avahiyên sendîkayê de demeke dirêj sînordar da. Him di nûnertiya pozîsyonên pêşengtiyê de û him jî di beşdariya çalak a pêvajoyên biryargirtinê de kêmasiyên girîng hatin jiyîn.

Bi zêdebûna beşdariya jinan a ji bo hêza kar û naskirina wan a girîngiya têkoşîna sendîkayê ya rêxistinkirî ya di parastina mafên wan de, ji bo şikandina avahiya serdestiya mêran a di vê qadê de gavên cidî hatin avêtin. Sendîkavanên jin îro, bi derbaskirina qalîbên ku rolên jinan bi erkên rêveberiyê ve sînordar dikin re, rasterast beşdarî komîteyan dibin, kampanyayên karkeran birêve dibin û torên hevgirtinê ya di navbera karkerên jin û sendîkavanên mêr de ava dikin. Ev hewldan, di avakirina çandek sendîkayê ya berfirehtir û cihêrengtir de mîna gavek girîng tê dîtin. Dê bi vî awayî, pênaseya adiltir û wekhevtir a pêşengtî û xebata kolektîf, pêkan bibe.

Lê belê, ev rê ji bo jinan qet hêsan nebû. Jin hêj bi pirsgirêkên mezin ên mîna cudakariya çandî, qelsbûna piştgiriya sazûmanî, zexta berpirsyariya civakî û sînorkirinên qadên ku dikarin xwe azad îfade bikin re rû bi rû ne. Tevî vê yekê jî, mînakên jinan ku di qada sendîkayê de xwe bi awayê serkeftî îspat kirine, balê dikşîne. Yek ji wan navan jî sekretera jinan a bloga "Ciwan û Jin ji bo Têkoşînê Amade Ne” Huveyda Elî ye. Wê, tecrûbeyên xwe di sektora barkêşiya bejayî  de ji bo ragihandina avaker û pêşengtiya berpirsyar de, veguherand mînakek bi îlham.

Sekretera jinan a bloga "Ciwan û Jin ji bo Têkoşînê Amade Ne” Huveyda Elî, derbarê vê mijarê de pirsên ajansa me bersivand.

Gelo hûn di qadek mîna barkêşiya bejayî  ya serdestiya mêr de çawa ketin nava têkoşîna sendîkayî?
Rêwîtiya min a sendîkayê di sala 2006’an de dest pê kir û ez wê demê 18 salî bûm. Malbata min û bi taybetî jî bavê min gelek piştgirî da min. Min biryar da ku tevlî pêşwaziya hilbijartinê bibim; min di nava 65 namzetên mêr de di rêza yekem de cih girt û bûm yekem jina ku di sektora barkêşiya bejayî  de vê rêyê şopand. Xebata sendîkayê jêhatiyek e. Ez ji temenê ciwaniyê û vir ve hewil didim him ji bo pirsgirêkên mêr û hem jî jinan re çareseriyê bigerim û piştgiriyê bidim wan.  Min di dema pêvajoya hilbijartinê de ji hevpîşeyên xwe piştgiriyek girîng wergirt û ev yek jî bû sedem ku ez bêtir xizmetê bidim, têkiliyê deynîm û daxwazên wan guhdar bikim. Min hemû tecrûbeyên xwe ji bavê xwe girt. Bavê min her tim piştgirî dida hevalên xwe yên kar. Min zehmetiyên karê wî ferq dikir. Em bi demê re dişibiyan hev; em bi hev re di xeta Mîsra Jorîn de dixebitin. Li wir şert û mercên xebatê zehmet e û bi gelemperî pêşengtiya jinan nayê qebûlkirin. Tevî vê yekê her çiqas ez mîna seroka sendîkayê hatibim hilbijartin jî, min xwest bibim sekretera giştî. Ev yek bû sedem ku ez bi hemû kesan re têkiliyek xurt deynîm.

*Gelo zehmetiyên ku jin di sektora barkêşiya bejayî  de dijîn çî ne? Hûn xizmetên bi çi awayî pêşkêşî wan dikin?

Xebata sendîkayê, cudahî nake navbera jin û mêran; hemû kes bi awayî wekhev ji xizmetan sûd digre. Digel ku di şirketê de hejmara jinê kêm e jî, em di sektora ku zêdetir mêr cih digre de bi awayekî wekhev nêzî jinan dibin. Armanca me ew e ku em dengê hemû aliyan guhdar bikin û di navbera karker û şirketê de lihevkirin û hevsengiyê ava bikin. Bi vê nêzîkatiyê, me gelek destkeftiyên ku hemû karkerên jin û mêr wekhev sûd werdigrin, qezenc kir.

Di sektorê de reqabet bilind e. Dema rêwîtî an jî seatên zêde yên kar pêwîst dibe, înîsiyatîfên jinan di asta herî bilind de ye. Her wiha ji ber ku hevjînên gelek jinên di şirketa me de di heman sektorê de dixebitin, jîngeha kar mîna malbatek mezin e.

*Gelo astengiyên herî mezin ên jin di pêvajoya hilbijartinê de dibînin çi ne?

Pirsgirêka herî mezin, qerebalixiya di pêvajoya serlêdana hilbijartinê de ye. Ez dixwazim ji bo jinan qadek taybet bê veqetandin. Ji ber prosedurên serlêdanê yên qerebalix û tevlihev, ji bo jinan dibe sedema zehmetiyên mezin. Bendawariyên nêzî 6 seatan û ji bo temamkirina belgeyan çûyîna rêwîtiyên dûr û dirêj pir zehmet e. Rakirina van astengiyan, wê bêtir jinan teşwîq bike ku beşdarî hilbijartinan bibin.

Rêwîtiya di pêvajoya hilbijartinê de jî barekî mezin e. Çûyîna bajarên cûda, berhevkirina dengan û pêkanîna civînan jî mirovan pir diwestîne. Tecrûbeya min a hilbijartinê jî vê yekê nîşan dide. Dema ez carekî çûm Asyutê, min nekarî cîhê mayînê peyda bikim, otelên heyî jinan qebûl nedikir. Piştî hewildanên mezin, derengiya şevê destûr dan. Astengiyên bi vî awayî, ji bo jinan dibe sedema dev jê berdanê. Lê belê, dîsa jî rewş hêdî hêdî diguhere. Di heyama ewil de, ez di nav 65 mêran de jinek tenê bûm; piştre em bûn du û niha em sê jin in. Ev yek jî nîşan dide ku hebûna jinan roj bi roj xurt dibe.

*Gelo hûn bi şaxên sendîkayan ên li bajarên cuda re çawa dixebitin?

Li navendê gelek caran qûrs, semîner û perwerdeyên mezin tên dayîn. Ez hewl didim ku van tecrûbeyan belge bikim û bi şaxan re parve bikim ku di navbera navend û saziyan de valahî çênebin. Em ji Qahîreyê heta Aswanê li 17 bajaran birêxistîn in. Em serdana van şaxan dikin, civînan li dar dixin û agahiyan parve dikin.

Ji ber ku sektor mezin e û girîngiyê dide xizmetê, pêdivî bi domdarî û xurtbûnê heye. Jêhatîbûna ragihandinê, şiyana guhdarîkirinê û avakirina têkiliyan, pir girîng in. Bi vî rengî, me bi sendîkavanên jin ên di sektorên cuda de hevkariyê ava kir û tecrûbe û xizmetguzarî parve kir.

Ez ê di hilbijartinên pêşerojê de carek din bibim namzed. Armanca min ew ku kêmasî û qelsiyên serdema berê tesbît bikim. Guhdarkirina pirsgirêkan a ji mirovên jiyîn dibe sedem ku ez daxwazên wan bi awayî rastî fam bikim û çareseriyên baş bipêş bixim. Ev nêzîkatî, bingeha herî xurt a têkoşîna sendîkayan e.