Li Îranê sedema travmaya jinan – GOTAR
ŞÎLAN QESEMXANÎ
Di mehên dawî de têgeha “travma” li Îranê jî weke di gelek civakan de bi derûniya baş ve girêdayî her dem tê gotin. Vê têgeha ku demek tenê ji aliyê aliyên psîkiyatrî û psîkoterapiyan ve dihat gotin niha ji sînorên klînîk û makaleyên zanistî derbas bûye, rojane di warê medya, çand, civakî û polîtîk de jî tê nîqaşkirin. Bi vê yekê “travma” di vê serdema nûjen de veguheriye têgehek di vegotina êş, birîn û tiştên hatine jiyîn de.
Zimanê travmayê di civaka Îranê jî zêde bûye û ev yek bi xwe re hinek pirsgirêkên bingehîn tîne. Gelo vê têgehê, bi çanda xweser û civakî ya Îranê re, bi taybetî ji bo bihêzkirina aliyên kêmderfet û jinan û ji bo pênasekirina êşên pergalî dibe dibe amûr? An weke di civakên neolîberal de tê dîtin, bi şexsîkirina êşa civakî ket asta tecrubeyeke taybet û kokên pergalî yên vê şîdetê veşart?
Ev pirs, di salên dawî de bi belavbûna gotina psikolojîk di warê aborî, siyasî û veguherînên çandî de girîngtir dibe. Ji arizîkirina xizmetên tendirustiyê heta belavbûna çanda “xwebaşkirinê” û bazirganîbûna têgehên psikolojîk. Di van mercan de zimanê travmayê, dikare hem êşên ku veşartî mane bi nav bike û dide dîtin hem, rokeke ku azad dike bilîze, hem jî bi “derûnîkirina” êşê bi qasî ku bikaribe ji kokên civakî û dîrokî veqetîne, dikare bibe xwedî kirineke ku dikare disîplîne bike.
Ji bo em van herdu aliyan fam bikin pirtûka Emma Tserisa Trauma, Women’s Mental Health, and Social Justice: Pitfalls and Possibilities (2019) çarçoveyek ronî pêşkêş dike. Tseris, balê dikşîne ku derûniya baş a jinan bi zayenda civakî, pergalên çînî û çandî ve girêdayî ye. Li gorî wê travma tenê xirabûne di zihniyeta kes de nîn e, di heman demê de nîşaneya têkiliyên civakî û şîdeta di nava saziyên desthilatdariyê û wekheviyê ye. Ji vî aliyê xwe ve heta ku têkiliya wê ya pergalî esas neyê girtin hewldana “dermankirinê” bêyê haya mirov jê hebe ji nû ve mekanîzmayên heman şîdetê ji nû ve hildiberînin.
Ji ber wê li Îranê ji bo analîzkirina gotina travma, nêzikahiyeke dualî pêwist e. Ji aliyekî ve ji ber derfetên ku ji bo pênasekirina êşên dîrokî û zayanda civakî çêbûne, ji aliyekî din ve jî bi şexsîkirin û bazirganîkirina êşê xeterên qelskirina derfetên berxwedanê heye.
Takekesîkirina êşê û nedîtina aliyê pergalî
Li Îranê gotina tendirustiya ruh a fermî, zêdetir xwe dispêre nêzikahiyeke biyomedikal. Ev nêzikahî, sedema êşê di bedena kes an jî zihnê wê/î de digere û dermankirinê weke “normalkirina” wê/î kesê dibîne. Vê ferasta ku bi mantiqa tiba nûjen xwedî dibe, ji saziyên perwerdeyê, heta navendên terapiye, ji medyayê heta polîtîkayên giştî, veguheriye zimanê serdest. Bi vê yekê êşên ruhî yên jin dijîn, ji pergala civakî yan jî çandî veqetandî digre dest.
Di vê çarçoveyê de, şîdeta nava malê, cudakariya li cihê kar, zewicandina bi darê zorê, di perwerdeyê de newekhevî yan jî zextên ji ber qalibên zayenda civakî çêbûne, ne weke mekanîzmayên şîdeta pergalî, weke bûyerên “travmatîk” ên şexsî tên şîrovekirin. Beramberî vê bersivên heyî di asta psikolojik an jî biyolojik de dimînin. Ev jî berîdana terapiye, tedawiya bi dermanan an jî pêşniyarên ji bo “zêdekirina tehemulê” ne. Dibe ku ev mudaxele ji bo demek kurt mirov rehet bikin lê ev pirsa bingehîn dimîne: Têkiliyên desthilatdariyê yên vê êşê çêdikin û didomînin û qalibên çandî çi ne?
Tseris, vê rewşê weke “siyaseta bêdengkirinê” bi nav dike. Ev bêdengî ne ji ber kêmasiya axaftinê, ji zêdebûna wê ya ku hatiye takekesîkirin çêdibe. Lewre zimanê derûniya baş, dema ku êşê weke xirabûna takekesî dibîne, pergalên ku şîdetê diafirînin bênav û nedîtî dimînin. Bi vê yekê pratîkên ji civakê veqetiyayî, bêyî hay jê çêbibe vediguherin amûreke disîplînker. Bang li kes dike ku ji êşa kokên wê ji ber newekheviya pergalê ne “ji aliyê şexsî ve berpiryar” dibîne.
Li Îranê vê “siyaseta bêdengiyê” ji dualiyan ve didome: Ji aliyekî ve jin ji cudakariya zagonî heta zextên aborî bi zextan û gelek awayên şîdetê re rûbirû ne; ji aliyekî ve jî di pêvajoya dermankirinê de van cerebeyan di asta teşxîsa “anksiyete”, “depresyon” an jî “travmaya ji ber têkiliyê” de tên dîtin. Bi vî awayî jina ku êşê dikşîne, dibe “nexweşek” ku ji wateya xwe ya dîrokî û civakî hatiye veqetandin. Êşa wê êdî polîtîk nîn e, klînîk e.
Di encamê de jin du car mexdûr dibin, destpêkê di nava civakê de, dûre jî di pêvajoya dermankirinê de. Sedema civakî êdî nayê dîtin; êş li qadeke taybet tê hepskirin û îhtîmala berxwedana kolektîf namîne. Ji ber wê rexneya ji ber takekesîkirina êşê, tenê ne rexneyeke terapotîk e di heman demê de rexneyeke polîtîk e lewre ev pêvajo, ji nû ve mantiqa desthilatdariyeke ku beden û zêhnê ji dîrokê vediqetîne ji nû ve ava dike.
Travma: Berhemeke çandî û polîtîk e
Tseris di beşa yekem a pirtûka xwe de bi bîr dixe ku travma, têgeheke gerdûnî yan jjî xwezayî nîn e, berhema pêvajoyeke dîrokî û polîtîk e. Di salên 1970’yan de di nava tevgerên femînîst ên li Rojava û têkoşîna jinan de têgeha “travma” bû xwedî wateyeke din. Femînîstan ji bo gotinên tecawiz, şîdeta nava malê, tacîza zayendî û tecrubeyên ku pêşî li wan hatiye girtin di raya giştî de vebêjin, têgeha travmayê bi kar anîn. Ji vî aliyê ve travma ji bo binavkirina êşa ku pergalên patriyarkal nedîtî kirine, zimanekî ku azad dike bû.
Lê weke ku Tseris diyar dike, bi demê re vî zimanî ku azad dike, ji aliyê saziyên fermî yên psîkolojîk ve hat bikaranîn. psîkiyatrî ya destpêkê ji femînîzê re bi mesafe bû, dûre têgeha “Xirabûna stresa piştî travmayê” (PTSD) qebûl kir û travmayê tibî kir. Bi vê yekê travmaya ku berê zimanê berxwedaneke kolektîf bû, di asta nexweşiyeke şexsî de hat dîtin.
Li Îranê jî pevajoyeke bi heman rengî dikare were dîtin. Di salên dawî de têgehên weke “travmayên zarokan”, “terapiya travmayê” di nava medya, atolyeyen derûnî û medyaya dîjîtal de bi lez belav dibin lê ev têgeh gelek caran, beriya ku kokên wê yên polîtîk û civakî werin fikirîn tê bikaranîn. Zimanê travmayê li Îranê, li cihê analîzkirina têkiliyên hêzê, veguheriye qalibeke ku ji bo tecrubeyên şexsî tê bikaranîn.
Di civakeke ku cudakariya zayendî, şîdeta nava malê, zextên bêkarî û çandî, teşe didin jiyana jinan de, ev rewş, dibe ku bi kêrî muhafezekariyê were lewre asta xwe ji guherîna civakî, ber bi “dermankirina şexsî” ve dibe. Jina ku rastî şîdetê hatiye êdî kirdeyeke polîtîk nîn e, weke “nexweş” tê dîtin. Bi vê yekê saziyên terapiyê, -dixwazî dewlet, dixwazî jî bazara taybet- di warê pênasekirin û bersiva ji bo êşê de dikevin cihê tevgerên civakî.
Di ser de jî travma êdî ne tenê tibî, ketiye halê metayek çandî. Atolyeyên perwerdeyê, pirtûkên populer ên psîkolojiyê û nivîsên medyaya civakî, endustriyek ku “dermankirina travmayê” bazar dikin ava kirine. Vê bazirganîbûnê, wekî ku Tseris jî hişyarî dike, perçeyek ji mantiqa tendirustiyê ya neolîberal e. Berpirsyariya takeksî, qaşo lixwenînêrîna ku dawiya wê tune ye û bazarkirina êş. Bi vî awayî li cihê dîtina sedemên civakî yên êşê berpirsyariyê dide kesan ku “xwe bi xwe baş bikin.”
Di dawiyê de travma li Îranê vediguhere qadeke dualî. Ji aliyekî ve derfet dide axaftina li ser êşê, ji aliyekî ve jî êşê mehkûmê dermankirin û bazarê dike. Ji bo ku travma ne weke qelsiyeke şexsî, weke belgeya şîdeta pergalî were dîtin û famkirin divê ev herdu tişt werin dîtin.
Jiyana jinan û krîz
Di esasê xebata Tseris de hewldana gihîştina dengê jinan ji bo vegerindina derûniya baş heye. Li gorî wê têgeha travmayê û dermankirina wê tenê ger bi tecrubeyên jinan lê were nêrîn dikare bi wate bibe, bi modelên tibî yên berê hatine diyarkirin. Gelek jinên ku Tseris bi wan re hevdîtin kiriye, diyar kirine ku gelek ji jinan, diyar kirine ku di pêvajoya terapiye de serpêhatiyên wan nehatine bihîstin, tiştên hatine gotin, di nava qalibên tibî de hatine pênasekirin û wateya xwe winda kirine. Têgehên klînîk ên weke “nîşane”, “xirabî”, “tehemul” têra vegotina tevlîheviya rewşa dîrokî û hestiyarî ya jinan nakin.
Li Îranê jî tabloyeke bi heman rengî heye. Şîdeta nava malbatê ya li dijî jinan, cudakariya di kar de, zexta aborî an jî kontrolên travmayê yên li çand û bedenê gelek caran ji devê wan û ji zimanê wan nayên bihîstin. Di warê medya û polîtîkayê de “êşa jinan” bi giştî bi navbeynkariya pisporên mêr an jî nûnerên fermî ve tê vegotin. Ev rewş “navbeynkariya mêr” a ku bedena jinan û êşa wan, bi zimanê mêr temsîl dike diafirîne. Jin êdî ne ya ku dibêje, ya ku behsa wê tê kirin e.
Tseris vê rewşê weke “jidestgirtina çalakîbûyînê” pênase dike. Dema ku jin tevlî polîtîkayên ji bo derûniyê, pêkanîn û nirxandina wan nebin, tecrubeyên wan di çarçoveyên kesên din de tên pênasekirin. Di rewşeke wiha de “tedawî” ne pêvajoyeke ku deng û hêzê ji nû ve tîne ye, ji nû ve hilberandina têkiliyên desthilatdariyê ye. Dermankirineke rastîn divê bibe pêvajoyeke ku jin bikaribin ji nû ve çîrokên xwe binivîsînin û kirdebûyîna xwe ya civakî ji nû ve bi dest bixin.
Li Îranê ev nêzikahî hê jî marjînal e. Saziyên piştgiriya jinan, gelek caran, bi du qadan bi sînor in; xizmetên tibî û xebatên xêrê. Ji ber vê yekê, “dermankirin” tê wateya başkirina bedena birîndar an jî kêmkirina nîşaneyên wê; weke pêvajoya kirdebûn û azadbûnê nayê dîtin. Jin gelek caran, weke “objeyên lêkolînê” an jî “koma hedef” tên pênasekirin, ne weke kirdeyên ku xwedî zanîn in û dikarin siyasetê bikin.
Krîza temsîl di gotinê de jî xwe dide der. Li Îranê zimanê derûniya baş ê fermî zêdetir mêrane, aydê çîna navîn û bajarî ye. Têgehên wê li Rojava hatine wergerandin û bi tecrubeyên çandî û çînî yên jinan re li hev nakin. Ji ber vê yekê, gelek jin, êşa xwe bi xwe jî nikarin bi gotinan vebêjin. Di navbera zimanê êşê û dermankirinê de valahiyek çêdike, ev valahî jî vediguhere awayê şîdeteke sembolîk.
Ji bo jin ji nû ve bibin xwedî çalakî û bi ser xwe ve werin divê ev valahî were dagirtin. Divê ji bo jinan qadên ku êşên xwe bi zimanê xwe vebêjin, behsa beden û berxwedana xwe bikin werin avakirin. Ji vî aliyê ve “dermankirin” pêvajoyeke ku disîplîne dike nîn e, çalakiyeke polîtîk a ku bêdengiyê dişkîne ye.
Di encamê de travma tenê meseleyeke şexsî nîn e; heta ku saziyên civakî, aborî û çandî li ber çavan neyên girtin nayê famkirin. Di beşeke din de, em ê bandorên cudakariya zayendî yên li Îranê li ser derûniya jinan çêdibin, analîz bikin, bidin zanîn ku cudakariya zagonî, aborî û çandî tenê êşê zêde nakin, riyên destek û dermankirinê jî çawa bi sînor dikin.