Li Mexrîbê li dijî tundiya dijîtal lêgerînên çareseriyê
Di Dadgeha Sembolîk a Jinan ku li Mexrîbê hate lidarxistin de, jinan destnîşan kir ku tundiya dijîtal a li dijî wan her ku diçe zêde dibe. Beşdaran diyar kirin ku zagonên li dijî êrîşên dijîtal kêm dimînin.
Mexrîb – Bi dirûşmeya ‘Hemû ji bo qadeke dîjîtal a bi ewle ku parastin û rûmeta jinan garantî dike’, Yekîtiya Çalakiya Jinan a Roja Înê, roja 15’ê Gulanê, bi beşdariya parêzer, parêzvanên mafên mirovan û pisporên ewlehiya dijîtal, 23’yemîn Dadgeha Sembolîk a Jinan li Marakeşê li dar xist.
Beşdaran destnîşan kir ku di naskirina tundiya dîjîtal a li ser bingeha zayendî ku ji hêla hişê çêkirî ve tê destekkirin de, valetiyek a qanûnî heye. Beşdaran lewma jî banga mekanîzmayên taybet ji bo parastina kesên ku rastî tundiyê tên, kirin. Her wiha piştrast kirin ku ev dadgeha sembolîk ji bo dîtina dengê jinan, eşkerekirina tundî û cûdakariya ku dibînin û parastina mafên mirovî yê jinan yek ji amûrên girîng ên têkoşînê ne.
‘Zagona heyî tundiya dijîtal nagre nava xwe’
Axaftvanan anîn ziman ku ev dadgeh, wek qadeke hişyarkirin, seferberiya civakî û pêşxistina pêşniyaran e. Biryarên ku dadgehê dane, her tim hewl dide ji derdorên mafên mirovan û tevgerên jinên Mexrîbê kesayetên diyar, her wiha pisporên ji qadên cûda bîne ba hev.
Gelek jinên ku dibin hedefa tundiya dijîtal in, hem bi awayek rû bi rû hem jî onlîne tiştên ku jiyane, anîn ziman. Yek ji jinan got: “Bawerî carna vediguhere sûcdariyên li dijî heval û malbatê yên nêzîk. Piştî kampanyayên reşkirinê, şantaja zayendî, rewşên wek belavkirina dîmen û wêneyên taybet, hinek caran heta lêpirsînên hiqûqî diçe.” Jinek din jî diyar kir ku piştî dîmenên wê yên taybet di platformên medyaya dijîtal de hatin belavkirin, rarstî pêvajoya hiqûqî hatiye, kesê ku ew dîmen parve kirî jî, reviyaye derveyî welat.
Bandorên psîkolojîk hem li jinan hem jî li xizmên wan dike
Beşdaran qanûna derbarê tundiya li dijî jinan rexne kirin û anîn ziman ku ev zagon bi awayek baş balê nade ser awayên tundiya ku jin lê rast tên. Hate diyarkirin ku di platformên dijîtal de eşkerekirina jiyana taybet a jinan û reşkirina wan, bandorên psîkolojîk hem li jinan hem jî li xizmên wan dike. Beşdaran tundiya dîjîtal a li dijî jin û zarokên keç wek sûcek dijîtal ku ji ber leza hêdî ya pêvajoyên qanûnî bê ceza dimîne şermezar kir. Jinan diyar kirin ku piraniya giliyên kesên ku bûne hedefa vê cureya tundiyê naghîjin encamê û kiryar nayên cezakirin.
Beşdaran bal kişandin ser bandorên psîkolojîk ên li ser mexdûrên tundiya dijîtal û îfade kirin ku ev jî rê li ber fikar, depresyon û hesta bêewlehiyê vedike. Jinan îşaret bi wê yekê kirin ku bêewlehiya ku ji di qadên giştî de dijîn êdî derbasî qada dijîtal bûye. Jinan diyar kirin ku êrîşên hackkirina hesabên wan ên şexsî, dizîna daneyên taybet, wêne û dîmên wan, bi awayê zirarê bidin jinan û armanca şantajê zêde bûne. Beşdarên dadgehê, daxwaz kirin ku qanûnên ku jin û zarokên keç ji hemû cûrên tundî û cudakariyê diparêzin, werin derxistin û qadek bi ewle ya dijîtal were avakirin.
‘Divê bêdengiya li dijî tundiya li dijî jinan were şikandin’
Parêzer û çalakvana mafên mirovan Ayşe El-Hayyan diyar kir ku ev dadgeh di aliyê têkoşîna berdewam a tevgerên jinan û mafên mirovan de, ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayendî, gelek girîng e. Ayşe diyar kir ku tundiya ku xwe dispêre zayenda civakî ya li dijî jinan, yek ji cûdakariya herî giran e û ev binpêkirina eşkere ya mafên wan ên bingehîn, azadî û rûmeta wan e. Parêzer Ayşe da zanîn ku di heman demê de mekanîzmayek civakên baviksalar ku têkiliyên zayendî yên li ser bingeha serdestiya mêran û bindestkirina jinan didomîne heye û wiha got: “Têkoşîna li dijî vê tundiyê ji bo avakirina civakek wekhev û demokratîk a li ser bingeha rêzgirtina mafên mirovan ên jinan girîng e.”
Ayşe El-Hayyan bal kişand ser şoreşa dijîtal û wiha pê de çû: “Ev veguherîn di aliyê derfetên ragihandin, têkilî û bihêzkirina aborî û civakî ya ji bo jinan de, derfetên girîng pêşkêş dike. Di heman demê de awayên tundiyên li ser bingehê ku li ser amûrên dijîtalê tê pêkanîn derxistiye holê. Ev tundî di awayên tacîz û şantajên zayendî yên elektronîk, belavkirina wêneyên kesî ya bêyî destûra wan, dizîna hesabên wan, hackkirin, xebatên sîxurî û gotinên nefretê de tê dîtin. Bi taybetî parêzvanên mafên jinan, siyasetmedar û rojnamevan tên hedefgirtin.”
Ji sedî 13.8 jin rastî tundiya dijîtal tên
Ayşe El-Hayyan ragihand ku li gorî raporên fermî li Mexrîbê ji sedî 13.8’ê jinên di navbera 15 û 74 salî de rastî tundiya dijîtal tên û ev agahî dan: “Di jinên ciwan ên di navbera 15-24 salî de ev rêje gihîştiye ji sedî 24.4’an. Ev hejmar ji sedî 30,1’ê jinên ne zewicî ne, ji sedî 35,7 xwedekarên jin ên zanîngehê rastî van cûreyên tundiyan tên dihewîne.”
Ayşe El-Hayyan da zanîn ku rêjeya ragihandina êrîşan gelek kêm e, tenê ji sedî 10’ê bûyeran birine meqamên fermî. Ayşe diyar kir ku di nava sedemên vana de tirsa ji civakê, fikara tolhildanê û gelek deman kêmaniya derbarê agahên kêm ên mekanîzmayên serlêdan û zagonan de hene. Ayşe got ku ev rewş jî îhtîmala bêcezahiştinê bi hêz dike.
Ayşe El-Hayyan axaftina xwe bi van pirsan bi dawî kir: “Di qada dîjîtal de parastin û rûmeta rastîn ji bo jinan di kijan astê de dê were pêkanîn? Guherînên bi lez ku dinya dijî û tevlîheviya di sûcên dijîtal ku sînor darbes kirî de dê bikaribin bersivek bi bandor û yekbûyî hilberînin? Bi taybetî dema mijar dibe binpêkirinên ku li ser platformên navneteweyî, di aliyê peywir û îsbatkirinê de pirsgirêkên tevlîhev derdikevin holê.”