Hewa Kiran: Di civakê de bawerî kêm dibe gav bavêjin

Hewa Kiran a ku temenê wê bi têkoşînê derbas bûye diyar kir ku ew bi fikar “pêvajoya aştî û civaka demokratik” dişopînin xwest demildest gavên zagonî werin avêtin û wiha got: “Tiştên pîroz zarokên me ne. Jinên ku zarokên wan mirin aştiyê dixwazin.”

 ARJÎN DÎLEK ONCEL 

Amed – 100 sal in înkar û îmha 50 sal in şer û pêvajoyeke bi pevçûn heye. Ev yek bû sedem ku gelê Kurd êşên mezin bikşîne. Kurdên ku ji bo jiyana azad û bi rûmet têkoşiyan, bi avabûna komarê re rastî komkujiyan hatin. Têkoşîniya ku li dijî înkar û îmhayê di salên 1990’an de destpê kir, di salên 1990’an de bi cînayetên kiryar nediyar û şewitandina gundan domiya. Bi girtin û surguna mirovan hewl dan Kurdan ji nasnameya wan dûr bixin.

Tevî ewqas êşan Kurdan dest ji têkoşîna xwe ya aştiyê bernedan. Bi avabûna PKK’ê re li Tirkiyeyê bi şerên ku bi salan domiyan re dem bi dem agirbest an jî hevdîtinên ji bo aştiyê hatin kirin. Di salên 2013-2015’an de pêvajoyek destpê kir lê di sala 2015’an de piştî ku du polîs li Serêkaniya Rihayê, di malên xwe de hatin kuştin pêvajo bi dawî bû. Di vê bûyera ku bû hincet ji bo bidawîkirina pêvajoyê aştiyê de ciwanên ku hatin girtin, piştî salan beraet bûn. Delîlên di dosyayê de nîşan didan ku polîs ji aliyê hevalên xwe ve hatine kuştin. Bi dawîbûna pêvajoyê re pêkanîn antî demokratîk, şer, pevçûn, binpêkirina mafan dest pê kirin û bi hezaran mirovan zirar dît.

Pêvajoya heyî

Pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de dest pê kir, ji ber bûyerên ku piştî sala 2013’an qewimîn, Kurd bi temkîn nêzî vê pêvajoyê bûn. Piştî banga çekberdanê, daxuyaniya PKK’ê her çendî salek derbas bûbe jî; hê jî di warê hiqûqî û destûrî de tu temînat tune ye. Ji ber ku tu statu ji bo Abdullah Ocalan re nehatiye diyarkirin û mafê hêviyê nayê pêkanîn, gavên şênber nayên avêtin her diçe nîqaşên li ser pêvajoyê zêde dibin.

Gotinên serokomar Tayyîp Erdogan ên; “Atmosfereke erênî heye, pêvajo bi pêş dikeve”, her çendî di nava hikumetê de weke nîşaneya destpêkirina pêvajoya zagonî were şîrovekirin jî; raya giştî ya demokratîk li hemberî nediyariya di pêvajoyê de bi fikar e.

‘Guh bidin me’

Ji bo pêvajo bi pêş bikeve û gavên şênber werin avêtin, hefteyên derbasbûyî Meclîsa Dayîkên Aştiyê, bi wesîleya Roja Dayîkan, bi partiyên siyasî re hevdîtin kir dûre ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da.

Ên ku piştî hêviya aştiyê çêbû, bi dengê bilind daxwazên xwe anîn ziman û zêdetir ji şer û pevçûnan birîndar bûbûn Dayîkên Aştiyê bûn. Dayîkên Aştiyê hêvî dikin ku bi serkeftin ji vê pêvajoyê derkevin.

Yek ji wan dayîkan Hewa Kiran a 67 salî ye. Hewa Kiran ji sala 1999’an ve heta niha di Meclîsa Dayîkên Aştiyê de ye. 5 caran hatiye binçavkirin û der barê wê de 106 car lêpirsîn hatine vekirin. Dibêje: “Hemû dayîkên ku ji bo aştiyê têkoşiyan heman tiştî jiyan ger dayîkên ku zarokên wan di şer de mirin hê jî dibêjin aştî divê guh bidin dengê wan.”

‘Baweriya bi pêvajoyê kêm dibe’

Dayîka Hewa “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” wiha dinirxîne: “Salek berê, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Devlet Bahçelî dewletê dest bi pêvajoyek kir. Ji bo ku xwîn li Rojhilata Navîn raweste pêvajo hat destpêkirin. Piştî banga birêz Ocalan, PKK’ê di mercên zor e kongreya xwe li dar xist, dema ku balafirên şer radibûn biryara feshkirinê da. Komek gerîla çekên xwe şewitand û ji sînorên Tirkiyeyê derketin. Tevgera Azadiyê gavên pêwîst avêt. Li ser gotinên birêz Ocalan ên; ‘Bila gel li kolanan aştiyê bixwaze, aştiya civakî ava bike’ gel derket kolanan, aştî û aramiyê xwest. Lê hê jî dewletê tu gav navêtiye. Ger gavek bavêtana dê baweriya bi pêvajoyê mezintir bûya. Baweriya gel her diçe kêm dibe, hema bibêje nemaye. Em dayîkên aştiyê di nava civakê de ne ji me dipirsin dibêjin ‘We digot dê bi vê pêvajoyê re aştî were’ em nikarin bersiv bidin. Dewlet hê gotinên ‘Tirkiyeya bê teror’ bi kar tîne.”

‘Ên ku destdirêjî li xwendekarên Kurd kirin terorîst in’

Hewa Kiran gotina “Tirkiyeya bê teror” ku ji bo “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” tê gotin rexne kir û ji kesên wiha dibêjin vê pirsî: “Em dayîk dipirsin. Teror çi ye? Ji kê re terorîst tê gotin? Em ne teror ne jî terorîst in. Ên ku destdirêjiyê li xwendekarên Kurd kirin, wan kuştin terorîst in û tiştên ew dikin teror e. Bila destpêkê terorîstên di nava xwe de paqij bikin.”

Dayîka Hewa wiha domand: “Ger li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan maf û hiqûq hebûya, em bi hev re bi xwişkîtî û biratî bijiyana, zarokên me jî weke yên wan li dibistanan bi zimanê xwe bixwendana xwedî nasnameya xwe bûna dê wiha nebûya. Wan keç û lawên me yên xweşik evîndarên çekan û şer nebûn dê berê xwe nadana nava şer, li malên xwe razana ne li ser keviran.”

‘Êdî vî barê ku we daye ser milên me rakin’

Dayîka Hewa, diyar dike ku daxwaza Kurdan, wekhevî, azadî û jiyana bi rûmet e, dibêje ku li welatekî dema maf û hiqûq tunebe dê hemû civak êşê bikşînin û wiha didomîne: “Ez bang li dewletê dikim; em wekheviyê dixwazin. Ger wekhevî hebe dê pirsgirêka Kurd nemîne. Weke Dayîka Aştiyê ez bang li Tirkiyeyê dikim; êdî gav bavêjin, em jî ji barê me daye ser milên xwe azad bibin. Gav bavêjin ku em ji we bawer bikin. Bila mafê hêviyê were pêkanîn. Rêberê neteweyek her dem dibêje aştî. Nelson Mandela jî girtî mal ê tu carî dest ji têkoşîna aştiyê berneda, birêz Ocalan jî tu carî negot şer. Divê ew jî di navbera gelê xwe de be, siyasetê bike. Mandela mafên xwe girt, azad bû, em jî dixwazin birêz Ocalan azad be xwedî statu be. Rêbertî tenê ji bo Kurdan azadiyê naxwaze, ji bo gelên cîhanê azadiyê dixwaze lewre Rojhilata Navîn weke qeyîkek li ser avê ye, tu kes nizane dê dawî çi be, pêvajoyeke nediyar heye. Tiştên ku Îran, Iraq û welatên Erebe dijîn diyar in, hemû welat weke qazanê dikelin.”

Hewa Kiran xwest deriyên girtîgehan êdî werin vekirin û girtiyên nexweş werin berdan û wiha bal kişand ser astengiyên li pêşiya tehliyeyan: “Ji girtiyeke ku 33 sal di girtîgehê de maye pirsa ‘tu poşman î’ dikin. Ger poşman bûya dema hat girtin dê bigota. Kesek ku 33, 35 girtî mabe temenê wî/ê di girtîgehê de derbas bûye ew kes dê ji bo çi poşman bibe.”

‘Devlet hê jî bawer nake ku dayîkên Kurd aştiyê dixwazin’

Hewa Kiran behsa hinek bîranînên di têkoşîna ji bo aştiyê de kir û wiha got: “Li Pîrana Amedê gerîlayek di şer de hatibû kuştin, em çûn ji bo cenaze pêşwazî bikin, destûr nedan, em ji wesayîdan peya bibin, me xwest em bimeşin, mudurê ewlehiyê yê wê demê hat. Ji min re got ‘tu çima ewqas jinan didî meşandin?’ destûr neda. Dûre got ‘ger min bawer bikira ku hûn bi rastî jî aştiyê dixwazin, min ê serê xwe jêkira daniya erdê pêşiya te.’ Min jê re got tu ez bi tiştên ku tu bawer dikî sond dixwim, em ji bo her kesê aştiyê dixwazin lê wî pişta xwe da me û çû. Dewlet hê jî bawer nake ku dayîk aştiyê dixwazin. Li dayîkek bifikirin, çend zarokên wê di vê dozê de mirine yan hatine girtin. Destên xwe daye cenazeyên kesên ku ling, carna serê wan hatiye jêkirin! Ewqas îşkence dîtiye, zarokên xwe spartiye axê. Wê dayîkê dema cenazeyê zarokên xwe spartiye axê jî gotiye aştî. Ji me dipirsin dibêjin ‘çima?’ Ji ber ku me van êşan dîtiye em naxwazin kesên din bikşînin lewre gelek giran e.”

‘Yên pîroz zarokên me ne’

Hewa Kiran bi gotinên; “Ya pîroz zarokên dayîkan in lê ew pîroziyên xwe dispêrin axê di vî şerî de” wiha behsa bîranîneke xwe ya din dike: “Li Roboskê bi dehan kes hatin kuştin. Emîne Erdogan û keçên xwe ji bo serdana malbatên Roboskê bi helîkopterê çûbûn gund. Dayîkan bi destên keça wê girtin û gotin ‘em ê keça te bernedin dê li vir bimîne.’ Dayîkan ji bo ku Emîne Erdogan êşa wan fam bike wisa gotin. Emîne Erdogan got ‘çawa dibe ku hûn keça min ji min vediqetînin.’ Fikra vê yekê bûbû sedema berteka wê. Dayîkan jî gotin; ‘Ê me zarokên me mirin.’ Niha wan jinên ku ewqas êş kişandin aştiyê dixwazin.”

‘Aştî û azadî ji nav û avê hêjatir e’

Dayîka Hewa, daxwazên Dayîkên Aştiyê anî ziman û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em statûyê dixwazin, bila rêbertê bi gelê xwe re be, ramanên xwe ji wan re bibêje. Em dixwazin li welatekî demokratîk bê şîdet, şer û bihîstina dengê balafiran bijîn. Zarokên Kurd li dibistanan bi Kurdî naxwînin. Gelek parlamenter û hevşaredar neçar man biçin Ewropayê. Em dixwazin êdî Kurd vegerin welatê xwe. A ji nan û avê ferztir aştî ye, mirov dikare birçî bimîne lê bê azadî nabe. Azadî nebe, nan û av dibin jehrî.”