Lêkolînerên Tûnisî: Malbat li herêmên şer bi krîzan re rûbirû ne

Di Roja Navneteweyî ya Malbatan de, malbatên li herêmên şer û pevçûnan bi kuştin, koçberkirin û veqetandina ji malbatan xwe de dijîn. Di nava zextên psîkolojîk de neçar dimînin rolên nû dijwar bigrin.

 

NEZÎHA BOSEÎDÎ

Tûnis – Lêkolînerên Tunisî piştrast kirin ku malbatên li herêmên Ereb û cîhanê bi pirsgirêkên zêde re rû bi rû ne. Bi taybetî pirsgirêkên xizaniya xanî û têkçûna şert û mercên jiyanê. Her wiha destnîşan kirin ku zêdetirî milyarek kes li taxên xizan dijîn û rêjeya mezin a nifûsa cîhanê bê mal in an jî di xaniyên nebaş de dijîn.

‘Wêranî kuştin û koçberî dibin sedema hilweşîna pergala malbatê’

Bêguman malbatên li deverên ku şer û pevçûn lê hene, wekî hinek welatên herêma Ereb, Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, tên kuştin koçberkirin û di nava wêraniyê de dijîn ku ev yek jî dibe sedema hilweşîna pergala malbatê û zêdebûna zextên psîkolojîk, civakî û aborî.

Lêkolîner û profesorê zanîngehê ya beşa civaknasiyê, Samîra Ayaîd diyar kir ku şer û pevçûnan bandorên kûr ên psîkolojîk û civakî li ser malbatan hiştine û bûne sedema guhertina şêwazên reftara hilberînê di nava jinên li herêmên şer de.

Semîra Ayaîd da xuyakirin ku çalakvaneke Filistînî di civîneke li Tûnisê hat lidarxistin de piştrast kir ku jinên Filistînî di bin gefa berdewam a windakirina zarokên xwe de dijîn û wiha berdewam kir: “Dibe ku di her kêliyê de xwe wekî dabînkerê yekane yê malbatê bibînin ku ev yek lawaziya wan a psîkolojîk zêde dike û êşa malbatê ji ber windakirina mal û çavkaniya dahata wan zêdetir dike.”

Semîra Ayaîd tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hevgirtinê di navbera jinan de li hemberî krîzan kir û got ku nemaze yên di şert û mercên dijwar dijîn pêdiviya wan bi hevgirtinê heye. Semîra wiha Ayaîd wiha domand: “Jin li ser sînoran asê dimînin û rastî  şêwazên curbecur ên îstîsmarê tên. Ez bang li rêxistinên ku bi malbat, jin û zarokan re eleqedar dibin dikim ku ji bo dabînkirina piştgiriya psîkolojîk, tenduristî û aborî ji bo kesên zirarê dîtine tedbîran bigrin.”

Pirsgirêkên curbecur

Lêkolîner û sekretera giştî ya Rêxistina Malbatên Ereb, Hadiye Behlol, piştrast kir ku malbatên Ereb bi pirsgirêkên kûr re rû bi rû ne ji ber veguherînên bilez ên ku di ware civakî, aborî, çandî û dîjîtal de derdikevin holê. Da zanîn  ku tevî cudahiyên di çarçoveyên çandî û erdnîgarî yên di navbera welatên Ereb de pirsgirêkên bingehîn ên ku bandorê li malbatan dikin yek in û rêbazên çareserkirina wan li gorî taybetmendiyên aborî, çandî û nirxên her civakê tên destnîşankirin û got: “Faktorên aborî û civakî li Tûnisê tenê beşek ji sedemên hilweşîna têkiliyên malbatî ne. Lêkolîna vê diyardeyê hebûna motîfên kûrtir ên têkildarî nebûna lihevhatina malbat û nirxan û cudahiya di têgihîştina li hemberî jiyanê de ronî dike. Bi vê perspektîfê, pêwîstî bi bernameyên rehabîlîtasyonê yên ku ciwanan hedef digrin û ji bo avakirina bingehên têkiliyên hişmendtir û daîmî dixebitin heye.”

Hadiye Behlol di nirxandinên xwe wiha domand: “Pirsgirêkên malbatî li herêma Ereb û Rojhilata Navîn di eslê xwe de hema hema dişibin hev, tevî cudahiya giraniya wan ji welatekî ji bo welatekî din. Diyardeyên wekî xizaniya malbatê, perwerdeya nebaş û kêmbûna hişmendiya li ser rêbazên dê û bavîtiyê yên rast li welatên cuda hene lê rêbazên çareserkirina wan li gorî şert û mercên aborî, çandî û nirxên her civakê diguherin.”

‘Pêşkêşkirina piştgiriya darayî perwerde û hişmendiyê dê giraniya van krîzan sivik bike’

Hadiye Behlol tekez kir ku rêxistinên civaka sivîl ên herêmî û navneteweyî divê ji roleke fermî derbasî roleke çalak a li ser bingeha berpirsiyariya civakî bibin û girîngiya damezrandina foneke ji bo piştgiriya malbatan hebe. Pêşkêşkirina piştgiriya darayî, perwerde û hişmendiyê dê van krîzan sivik bike.”

Hêjayî gotinê ye ku malbat li çar aliyên cîhanê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, ji ber ku ji sedî 23 kes di nava xizaniyê de dijîn.

Ji sedî 1’ê nifûsa bajaran, bûyerên li taxên xizan li Asyaya Navîn ji sedî 5.3 û li Efrîkayê ji sedî 2.3 zêde dike. Ji sedî 2 nifûsa cîhanê bêmal in û ji sedî 20 jî di xaniyên nebaş de dijîn.