Li Mexmûrê nexşeya Kurdistanê bi agirê Newrozê hat xêzkirin
Xwendekarên wargeha penaberan a Mexmûrê bi xêzkirina nexşeya Kurdistanê agirê Newrozê bi coşek mezin pêxistin.

Mexmûr – Wek her sal li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) cejna Newrozê bi coş û kelecanek mezin hat pêşwazîkirin. Ji aliyê xwendekaran ve agirê Newrozê bi xêzkirina nexşeya Kurdistanê hat pêxistin. Meşa ku ji xwendekaran pêk dihat ji çiya destpêkir heta qada pîrozbahiyê.
Li wir xwandekaran bi meşaleyên xwe li qadê nexşeya Kurdistanê xêzkirin û agir pêxistin. Piştî pêxistina agir li derdora agirê Newrozê govend hat gerandin.