Jinên ji Şamê ji nedayîna mûçeyan û bihabûnê gilî dikin

Jinên kedkar ên li paytext Şama Sûriyeyê dijîn, diyar kirin ku piştî hilweşîna rêjîma Baasê heta niha mûçeyên karmendan nehatine dayîn, rewşa aboriya herêmê xirabtir bûye û bihabûn didome.

RAMA XELEF

Dîmaşq (Şam) – Qada aborî ya Sûriyeyê bi salane bi pirsgirêk e. Ev pirsgirêk piştî aloziyên salên dawî, zêdetir bû. Di nava şerê hundirîn, ferzkirina zagonên navnetewî li ser Sûriyeyê û windabûna aramiya siyasî, rê li pêşiya hilweşîna aborî vekir. Piştî cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam jî di 8'ê Kanûna 2024'an de rêveberiya Sûriyeyê bi dest xist, aboriya herêmê her ku çû xirabtir bû û mûçeyên karmendan nehatine dayîn.

Jinên kedkar ên paytext Şama Sûriyeyê destnîşan kirin ku piştî hilweşîna rêjîma Baasê rewşa aboriya herêmê kûrtir bûye. Ji ber ku heta niha mûçe nehatine dayîn. Di heman demê de kêmbûna nirxên dolar jî bandor li rêjeyên kelûpelan nekiriye û bihabûn zêde bûye.

Mûçe nehatine dayîn, bihabûnek giran heye

Karmend Sûzan Ehmed diyar kir ku piştî hilweşîna rêjîma Baasê rewşa aboriya herêmê li şûna ku baş bibe, kûrtir bûye û wiha got: “Piştî hilweşîna rêjîmê mûçeyên karmendan hatin sekinandin. Ji ber vêyekê gelek karmend ji bo debara malbeta xwe bikin neçar dimînin karek din peyda bikin. Tevî kêmbûna nirxê Dolar jî, heta niha li bazaran û ji aliyê bazirganan ve kelûpela bi nirxên biha tên firotan. Her wiha li gor bihabûnê mûçe jî têr nake. Divê komîteya şopandinê li bazaran xwe aktîf bike ku rê li ber hîleyên bazirganan bigirin.”

Bandora bihabûnên zêde li ser jiyana rojane

Sîdra Dekdek jî destnîşan kir ku kêmbûna nirxên Dolar tu bandor li ser rêjeyên bihabûnê nekiriye û wiha got: "Ev rewş herî zêde bandorê li ser ciwan û jinên ciwan ên ku dixebitin dike. Em wek karmendên jin dibînin ku ev bihabûn bandorê li ser jiyan û debara me dike. Bi taybetî di meha remazanê de fiyetên tiştan gelek biha bûne. Tevî kêmbûna nirxên Dolar jî,  fiyetên kelûpelan kêm nebûne.”