Agirê Newrozê li Şengalê hat dadan

Şengaliyan bi pêkhateyên xwe yên Êzidî û Ereb agirê Newrozê dadan.

Şengal – Şengaliyan bi pêkhateyên xwe yên Êzidî û Ereb agirê Newrozê dadan. Ji hemu gundên Şengalê bi sedan kes ji bo pîrozbahiya Newrozê bi cil û berlgên gelerî  berê xwe dan Baxça Rêber Apo ya li Geliyê Kersê ya Şengalê û Newrozê pîroz kirin.

Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê û Êzidxanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê, Koma Hêviyên Jiyanê şanoyek li ser berxwedana li dijî zilma Dehak’an list û dayîkên şehîdan agirê Newrozê yê Şengalê dadan.

Destpêkê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo Newrozê hate xwendin û nirxandinên wî yên li ser Newrozê hate guhdarkirin.

Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo têkildarî wateya rojê axivî û destpêkê Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Apo, şehîdan, gerîla-şervan, tevahiya gelê Kurd, civaka Êzidî û hemû gelên Şengalê pîroz kir. 

Cîhan Celo dazanîn tevî hemû hewldanên qirkirinê jî, ew niha li ser çiyayê Şengalê agirê Newrozê bi peyama Abdullah Ocalan geş dikin û wiha axivî: ‘‘Em bi peyama Rêber Apo û geşkirina agirê Newrozê bersiva qirkeran didin. Weke civaka Êzidî û Ereb piştgiriyê didin peyamên Rêber Apo. Rêber Apo bi rêya vê peyamê dixwaze ew çeka ku dijmin me pê qir dike, ji dest bigire. Em civakek aştîxwazin, lewma divê em ji herkesê zêdetir xwedî li van peyamên Rêber Apo derbikevin û vê pêvajoyê bigihînin azadiya fizîkî ya Rêber Apo.’’

Piştî axaftina Cîhan Celo Koma Dengbêjên Şengalê derketin ser dikê û stranên gelêrî gotin. Koma Stranê ya ‘Hêviyên Şengalê’ ya Navenda Stiya Nexşa, Amir Qîranî û hunermend Serdar Azad yê ji derve hatibû vexwendin derketin ser dike.

Girseya Gel heya van kêliyan jî li ber stranan govenda Newrozê li Geliyê Kersê bi awayeke bi coş digerînin.

Ciwanên Şengalê jî wê êvara 20’ê mehê li lofên Şengalê heya şehîdgeha Şehîd Berxwedan-Şehîd Dilgeş meşeke meşaleyî lidar bixin.