Li Mexmûrê Konferasa 2’yemîn a komînan destpêkir
Li wargeha penaberan a Mexmûrê Konferansa 2’yemîn a komînan bi şîara “Bi rihê avakirina komînan ber bi civaka komînalîst a demokratîk ve’ destpê kir.
Mexmûr – Li wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 2’yemîn Konferansa komînan bi tevlîbûna 200 delegeyên ku endam û rêveberiyên saziyên wargehê û gelê wargehê di nav de bûn, bi şîara “Bi rihê avakirina komînan ber bi civaka komînalîst ya demokratîk ve’ destpêkir.
Salona konferansê bi wêneyên cangoriyên têkoşîna azadiyê hat xemilandin. Beriya ku konferans destpê bike ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê ji Dîvana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Bilehî axivî.
‘Komîn avakirin û rêxistinkirina civakê ye’
Elî Bilehî di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku di pêvajoyeke wisa hesas de derxistina vê konferansê pir girîng e û wiha got: “Yek ji Lingê rêxistinkirina pergala me ya netewa demokratîk jî komîn û jiyana komînal e. Israra Rêber Apo ya rêxistinkirina civakê ya li hemberî pergala kapîtalîzmê bê guman li ser komînê çêdibe. Komîn, avakirin û rêxistinkirina civakê ye. Di destpêka dîrokê de dema civakbûn şêwazê mirovbûnê digire, li derdora jin dayîkê ev civakbûn çêdibe.”
‘Destkeftiyên gelê Kurd bingeha jiyana gelê Kurd e’
Elî Bilehî di dawiyê de balkişand ser fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destkeftiyên gelê Kurd û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger niha li şerê cîhanê yê seyemîn de em wek gelê Kurd li ser fikra Rêber Apo destkeftiyên xwe diparêzin û dibin alternatîfek li hemberî hêzên hegemon ev yek bi saya Rêber Apo, şehîden me û têkoşerên me yên li hemberî êrîşên dijmin bersiva berxwadanê didin e. Li Mexmûrê jî ger hindek dixwazin destkeftiyên Mexmûrê belav bikin ku di vê yeke de biser nakevin, ev bi saya rêxistinbûn, vîn û bi hevre jiyankirina me ye.”
Piştî axaftina destpêkê, dîwan hat hilbijartin, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rapora kar û xebatê hat xwendin. Konferans bi nirxandinên pêvajoyê berdewam kir. Konferans dê piştî nîvro bidome.