Li Zehekê 11 kes di seleban de xeniqîn

Di rojên dawî de li navçeya Zehek a girêdayî eyaleta Sistan û Belucistanê di xeta seleban de herî kêm 11 kes mirin. Vê bûyerê, li herêmên xizan kêmaniya bînesaziyên bi ewle û tedbîrên pêşîlêgirtinê carek din raxist ber çavan.

Navenda Nûçeyan – Di rojên dawî de li navçeya Zehek a girêdayî eyaleta Sistan û Belucistanê rêyên bê ewle ên avê dibe sedemê mirinan. Li gorî rapora Tora Belgeyên Mafê Mirovan a Belucistanê, roja 10’ê Gulana 2026’ana Alîkarê Serokê Alîkarî û Rizgariya Xaça Sor a Belucistan û Sistanê Hasan Musafa, bal kişand ser bûyerên xeniqînê ên li herêma Zehek zêde bûne û got ku li nebaldariya li hember hişyariyên ewlehiyê, yek ji sedemên van bûyeran e. Hasan Mustafa diyar kir ku divê civak were hişyarkirin û got ku erka agadarkirina gelên ku li herêmên gundewar dijîn, aydê muxtarê gund û rêveberên xwecihî ye. 

Di heman demê de Alîkarê Serokê Beşa Karên Civakî, Ewlehî û Siyasî ya Qeymeqamtiya Zehekê hişyarî da ku bi armanca pêkanîna biryarên maseya krîzê û zêdekirina asta hişyariya gel, divê ji derfetên meclîsên xwecihî û saziyan sûdê bigrin.

Rayedarên xwecihî hişyarî dan ku di mijara ku qenalên hilgirtina avê û ketina guzergahên lehiyê bi taybetî di aliyê zarok û ciwanan de, gefek cidî ya jiyanê ava dike.

Gelek kes ji ber ava seleban dimirin

Li gorî daneyên ku ji aliyê Tora Belgeyên Mafên Mirovan a Belucistanê ve hatine weşandin, di sala 2025’an de herî kêm 9 zarokên Belucî di seleban de xeniqîne. 3 ji vana, ketine nava çala ku avê kom dike û jê re dibêjin ‘houtag’ û mirine. 

Tevî ku ev bûyer her tim dubare dibe, gelek kanalên avê ango houtag, hê ji parastin, tabelayên hişyarî û bînesaziya ewlehiyê bêpar in. Ev rewş dibe sedem ku her sal bi taybetî zarok di nav de bi dehan kes ji ber kêmaniyên tedbîrên ewlehiyê û sersariya saziyên berpirs dimirin.