Li Şengalê hunermend Hozan Mizgîn hat bibîranîn

Li Şengalê bi boneya 34’emîn salvegera şehadeta hunermenda nemir Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) ji aliyê Sitiya Nexşa ve çalakiya bîranîn hat li dar xistin.

Şengal – Bi boneya 34’emîn salvegera şehadeta Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) ji aliyê Sitiya Nexşa ve li gundê Xanesor a Şengalê, çalakiyeke bîranînê hat li dar xistin.

‘Bi deng û stranên xwe di dilê gelek kesan de cih girt’

bi beşdariya gelên gund û bi yek deqed rêzgirtin ji bo giyanê cangoriyan destpêkir Li ser navê Sitiya Nexşa Sosin Seydo der barê jiyana nemir Hozan Mizgîn de peyamek da û got: “Hozan Mizgîn  kesayetek şoreşger û hunermend bû. Bi dengê xwe û stranên xwe di dilê gelek kesan de cih girt. Bi stranên xwe gel li derdora xwe kom dikir û heta roja me ya îro jî ew stran tên guhdarkirin.”

‘Em jî wek jinên Êzîdî yên hunermend şopdarên şehîd mizgîn in’

Sosin Seydo wiha berdewma kir: “Di heman demê de karê rêxistinî û fermandarî jî kir. Hêza Hozan Mizgîn tirs xiste dilê dijmin. Îro bi hezaran zarok bi navê Mizgîn rabûne. Em jî wek jinên Êzidî yên hunermend şopdarê nemir Mizgîn in. Di şexşê nemir Mizgîn de hemû şehîdên xwe bibîrtînin.”

Di berdewamiya bernameyê de sînevîzyonek di derbarê jiyana Hozan Mizgîn de hat temaşe kirin. Piştî axaftinê jî endamên Sitiya Nexşa stranên xwe pêşkeşî kesên ku tevlî bîranînê bûn kirin.

‘Divê zarokên me ji çanda xwe dûrnekevin’

Dayê Nûrê ku beşdarî bîranînê bûbû hestên xwe ji ajansa me re parvekir û got: “Nemir Hozan Mizgîn bi kar û xebatê xwe yê çand û hûnerê gelek berhem avakirin. Ev cihê ku em lê amade ne jî bi navê Nemir Mizgîn e. Zarokên me jî tên vê derê û tevlî xebatên çandê dibin. Ev jî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Ji bo ku zarokên me ji çanda xwe dûr nekevin, her tim di bîra wan de be ev girîng e. Em ê bi vî awayî nemir Hozan Mizgîn her tim bibîrbînin.”

Bîranîn bi diruşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.