Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi biryardariyek mezin didome
Çalakvanên Wargeha Mexmûr, bi biryardariyek xurt zêdetirê saleke di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 102’emîn didome.
Mexmûr – Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt zêdetirê saleke di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 102’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 101’emîn Sosîn Geverî daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê ev 26 sal in bê navber didome. Şer neçareserkirin, polîtîkaya qirkirinê jî bi rêbazên cuda berdewam dike. Pergala Îmraliyê çiqas ji hiqûqê dûr ketibe, ewqas polîtîk siyasî ye. Dewleta Tirk biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê bicîh nayne. Raporên CPT’î guhdar nake û li girtîgeha Îmraliyê binpêkirinek mafan a mezin heye. Rewşa Îmraliyê bi rewşa Rojhilata Navîn û Kurdan ve girêdayî ye. Ji ber vê sedemê rakirina tecrîda li Îmraliyê gelek girîng û daxwazekî serekeye. Pirsgirêkên demokratîkbûyina Tirkiyeyê û Kurdan wê encax bi şikandina tecrîdê bên çareserkirin.
Divê çarçoveyê de em bang li tevahî gelê xwe dikin ku xwedî li îradeya xwe derbikevin û pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bişkînin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 102’emîn û dirûşmeyên bi dawî bû.