Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn

Hunermenda Kurd Eyşa Şan, di 28’emîn salvegera wê de li ser gora wê hat bibîranîn.

Navenda Nûçeyan – Eyşe Şan di 28’emîn salvegera mirina wê de li ser gora wê ya li goristana Buca Kaynaklar hat bibîranîn.Rêveberên Komeleya Piştevaniya Alîkariya Malbatên Kesên Xizmên Xwe Windakirin ya Anatolyê (ANYAKAY-DER) û Jîn Art Mala Hunerê tevli bûn. 

Rêvebera Jîn Art Mala Hunerê Belkisa Suleymanoglu  gor ew di 28’emîn salvegera Eyşe Şanê de wê bibîr tînin û got mîrateyek mezin ji gelê Kurd re hiştiye. Belkîsa Suleymanoglu dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew wê bi rêzdarî bibîr tînin.