Li Mêrdînê komkujî, li Qeyseriyê mirina bi guman
Kujer Mahmut Îlhan a li navçeya Qoser a Mêrdînê Nurhan Îlhan qetil kir, hat girtin; li Qeyseriyê jî li garaja malekê yek jê jin 2 kesên ku bi awayekê guman jiyana xwe jidest dane hat dîtin.
Navenda Nûçeyan – Nurhan Îlhan a 45 salî duh li Taxa Meskeynter a navçeya Qoser a Mêrdînê di mala xwe de kuştî hat dîtin. Piştî hat tespîtkirin ku ew hatiye qetilkirin û zêrên wê winda bûne, der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de derket holê ku birayê Nurhan Îlhan ê bi navê Mahmut Îlhan ê herî dawî hatiye malê. Kiryarê ku hat binçavkirin li xwe mikur hat ku Nurhan Îlhan kuştiye. Mahmut İlhan ji aliyê dozgeriyê ve sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê hat kirin. Heyeta dadgehê bi îdiaya "kuştina bi qestî" biryara girtinê da Mahmut Îlhan. Cenazeyê Nurhan Îlhan ê ku hat qetilkirin ji aliyê xizmên wê ve hat definkirin.
Li Qeyseriyê mirina bi guman
Savaş Yazici û Neşe Karabacak li garaja mala xwe ya li taxa Kayabaşi ya navçeya Kocasînan a Qeyseriyê ji aliyê xizmên xwe ve bi awayekê ku bi guman jiyana xwe jidest dane hat dîtîn. Xizmên Yazici û Karabacak agahî dan polîs û ekîbên tendûristiyê. Ekîbên tenduristiyê yên ku hatin navnîşanê diyar kirin ku Savaş Yazıcı û Neşe Karabacak jiyana xwe ji dest dane. Piştî lêkolîna polîsan cenazeyên Savaş Yazıci û Neşe Karabacak ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qeyseriyê. Hat diyarkirin ku Savaş Yazici û Neşe Karabacak ji ber demdirêk li garaja girtî karkirina seyareyê, ji ber xaza karbonmonoksît a ji egzozê derketiye bi jehrê ketine.