Jinên Sûdanî tune tên hesibandin

Bi derbeya 25’ê Cotmeha 2021’an re ku desthilatdariya Beşîr li Sûdanê hilweşand, rewşa jinan xerabtir bû. Wusa xuya dike ku çerxa demê ji bo jinan paşde diçe.

MAYSA AL QADI

Xartûm – Li Sûdanê, di 252ê Cotmeha 2021’an de Şefê Artêşê Abdel Fattah Al-Burhan, piştî rêvebertiya otokratîk a 30 salan a Omer El-Beşîr ku di sala 2019’an de bi dawî bû serokomar û nûnerên sîvîl ji erk girt. Ji sala berê ve Sûdanî rûxmê hemu zextên hêzên ewlekariyê ji bo protestokirina darbeyê her hefte dadikevin kolanan. Di êrişên li ser van çalakiyan de tê payîn ku nêzî 120 kesên Sûdanî jiyana xwe jidest dane. Piştî darbeya 25’ê Cotmehê re rewşa jinên li Sûdanê her ku diçe xirabtir dibe.

Parêzvana Mafên Mirovan Nehla Nûr El-Dîn diyar kir ku piştî şoreşê û di serdema hikûmeta veguhêz de, di rewşa jinan de pêşketineke berçav derketiye holê û di qanûnên sînordarkirina azadiyan de guhertinên girîng pêk hatine. Her wiha Nahla Nûr El-Dîn destnîşan kir ku bi derbeya 25’ê cotmehê re gelek tişt ji bo jinan neyînî hatine guhertin û rewşa jinên Sûdanê xerab bûye. Nehla Nûr El-Dîn da zanîn ku di dema rejîma El-Beşîr de, yasayên ewlehiyê yên ku azadiya jinan sînordar dike û jinan ceza dike, hatin vegerandin û jinên ku di hikûmeta veguhêz de wek xizan dihatin dîtin, rastî tacîz û tundiyê hatin.

Xwe gihandina tendûristiyê sînordar e

Nahla Nour El-Din a bal lê kişand ku di xizmetên tendûristiyê de beriya darbeya 25’ê Cotmehê polîtîkayên hikûmetê yên ji bo mîsogerkirina pêdiviyên jinan ên tendûristiyê hebûye û di vê wateyê de başbûnek jî çêbuye, wiha got; “Piştî darbeyê me dît ku jin nikarin bi astek têrker xizmeta tendûristiyê bigrin ango di vê mijarê de zehmetiyan dikêşin.”

‘Mafên jinan ne di bin mîsogeriyê de ne’

Çalakvana mafê mirovan Mahasîn Ahmed, diyar kir ku çi beriya darbeyê çi piştî darbeyê rewşa jinan bi taybetî yên ji derveyî paytextê ne baş e. Mahasîn Ahmed a got ku “Di pêvajoya şoreşê de li bajarên din ên Sûdanê gelek têgih hat gûhartin û di vana de jin rîstekê girîng lîstin, wiha axivî; “Polîtîkayên li Sûdanê mafên jinan naxe bin mîsogeriyê. Ji ber vê temsîla siyasî û asta beşdarbûnê kêm e. Ji derveyî paytaxtê li bajarên din ên Sûdanê ji ber ku tu mafên jinan nîne jin tên marjînalkirin.”

‘Em veguherîn beriya şoreşê’

Xebatkara ragihandinê Abdel Karim rewşa jinan a di pêvajoyên beriya şoreşê ango rejîma Beşîr û piştî şoreşê de muqayese kir û got; “Beriya darbeyê rewş baştir bû. Lê piştî darbeyê rewş guherî. Ango bi darbeya 25’ê Cotmehê re em vegeriyan beriya şoreşê. Ji ber ku gelek sepanên mîna yasaya giştî ên di pêvajoya El Beşîr de hebûn veguerî.” Tahanî Abdel Karîm destnîşan kir ku jin tên binçavkirin û rastî tûndiyê tên.