Jinên Mexrîbê bi xebatekê Aicha Chenna bi bîr anîn
Li Navenda perwerdeya berfireh û berpirsyariya civakê, jinên Mexrîbê bal kişand li ser xebatên Aîcha Chenna û der barê rewşa berxwedaniya jinan de nirxandin kirin.
Marakeş – Navenda perwerdehiya berfireh û berpirsyartiya civakê li zanîngeha Cadi Ayyad ya Marakeş ji bo biranîn çalakvan Aicha Chenna bi dirûşma ‘Aicha Chenna sembola têkoşînêye’ xebatek li darxistin.
Di civînê de bal hat kişandina li ser xizmetên Aicha Chenna ya 40 salan ji bo jinên civakê, di heman demê de Aicha Chenna ji bo parastina zarokên ew jinên ku hatine berdan parastina mafê mirovan, Mexrîba ku bûye şahidê hemû îstasyonên wan reformên bejdarbûnên kilit pêkhateyên tevgera jin ku têkoşîna bi dehan sale didin meşandin.
‘Hebûna jinan gelek lewaze’
Porofesor û lêkolînera zayendê di zanîngeha Cadî Ayyad de Fatima Zahra Aflahhn di civîna li zanîngeha Marakeş de diyar kir ku ji bo başkirina rewşa jinan di gelek qadan de alîkarî kirine ji bo parêzvaniya wan ev civîn hatiye li darxistin û wiha got: “Li zanîngeha Ayyad ew jinên ku li ser labaratoaran disekinin û rêjeya xebatkaran gelek lewaze, bi taybet di pêşengtiya jinan de jin di pozîsyona biryargirtinê de hebûna wan gelek kême. Guherînên ku di nava 20 salên dawî de rastiya jinan hîna hemane, destkeftiyên jinan û di mafê wan de hinek paşketin tên jiyankirin.”
‘Tiştên ku jinên li Gundan jiyan dikin gelek tevlîheve’
Seroka komeleya perwerdeya Amal û weqfa fêrkariyê Zehra Al-Bakûri da zanîn ku rewşa ku jinên li Gundan jiyan dikin gelek zehmet û tevlîheve û bi taybet bal kişand li ser zanîna jinan ya xwendin û nivîsandinê û wiha got: “Bi taybet ew weqfa ku ez di rêvebriya wêdeme ji bo jin ji tecrîtê rizgar bibin min gelek hewil daye, bi taybet di koparatîfên çandiniyê de bûma alîkarê avakirina ew pirojeyên ku dahatek ji hevjînan cûda serbixwe bi dest bixwe.”
‘Pêwîstî bi tevgerên jinan heye’
Çalakvana mafê mirovan û seroka federasyona mafê jinên Asfî ya Marakeş Zehra Siddik destnîşan kir ku pêwîstiya zanîngehê bi tayet di aliyê civak û çandê de di zanînagehan de qada lêkolînan pêwîstî bi tevgerên jinan heye û wiha got: “Di zanîngehan de ji bo xebatên meydanî û ji bo di nava jinan de hîşmendiyek were avakirin pêwîstî bi tevgerên jinan heye. Ev civîn di qada sezayî an jî di qanûna malbatê de, me anî wê halê ku divê di sîstema qanûnê de tevgerek ku taleba reformek berfireh bikin.”
Di civînê de gelek nîqaş hate kirin
Endama weqfa komeleya jinên Mexrîbê ya Marakeş Maria Zouini di civînê de derbarê mafê mîrasê yê jinan de û weke weqf xebatên ku dane meşandin de axivî.
Her wiha çalakvana mafê mirovan, helbestvana çalakiya yekitiya jinan Fawzia Rafîq Al-Hariuri tevgera jinan, bi taybet di derbarê xebatên xwe yên giring yên çalakiya yekitiya jinan de nîrxandin kir û bal kişand li ser têkoşîna dijwar ya jinên Mexrîbê.
Aïcha Chenna kiye?
Aïcha Chenna ( عائشة الشنا ) 14 Di 14 Tebax-25 Îylonê sala 2022’an de çalakana li Mexrîbê jiyan kiriye, parêzvana mafê jinan, perstar û di qada tendirûstiyê de bi jinên xwediyê dezavantajan re dixwest bixebite. Aicha Chenna di sala 1985’an de ji bo alîkariya jinên hatine berdan û mexdûrê êrîşên zeyendî bike Association Solidarité Fémini (ASF) ava kir. Aicha Chenna bi xwedî dilek yê Layîk û aqil û misilman pênaseya xwe dike, bi xwe serî li beramberî ferzkirina Îslamyetê ne tewandiye, ji bo hevzayendên wê jî serî netewîne xebat daye meşandin. Bi xebatên xwe ji derveyî welatê xwe di gelek welatan de xelat girtiye û ew xelatên ku girtiye ji ji bo xebata jinan bi karaniye.