Jinên ciwan li dijî tecrîdê meşiyan

Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê bi dehan ji şêniyên Kobanê ji bajarê Kobanê heta gundê Elpelûrê meşiyan.

Kobanê- Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin dirûşma "Em ji bo azadiya Rêber Apo şer dikin. Dem dema azadiya Rêber Apo ye" meşeke dirêj birêxistin kir. Di meşê de bi dehan jinên ciwan û şêniyên Kobanê bi hilgirtina posterên Rêber Abdullah Ocalan amade bûn.

Meşê ji qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir û bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" ber bi gundê Elpelûrê yê Rojavayê Kobanê ve berdewam kir. Gundê Elpelûrê yekem gund e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Tîrmeha 1979`an de hat Rojavayê Kurdistanê, derbas bûye.

Jinên ciwan li gundê Elpelûrê li ber mala Rêber Abdullah Ocalan, li perspektîfên der barê rêxistinbûn û têkoşîna jinan de guhdarî kirin.

"Bîrdoziya Rêber Apo bûye cîhanî"

Piştre berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Firyal Temî axivî û wiha got: "Em îro li mala serok berxwedana Rêber Apo ya li girava Îmraliyê silav dikin. Tecrîda li ser Rêber Apo roj bi roj giran dibe û qedexekirina hevdîtinan berdewam dike. Hêzên komploger ditirsin ku Rêber Apo di hevdîtinên xwe de perspektîfan bide gelê xwe û êdî komplo bi dawî bibe. Bîrdoziya Rêber Apo êdî bûye cîhanî, ji ber vê em dibînin ji her çar perçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê xwedî li seroketî derdikevin. Li ser vê bingehê em bi taybetî weke jinên ciwan pêşengiya vê serhildanê bikin û dawî li tecrîdê bînin."

Meş bi dirûşmên "Bijî serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.

"Em ê xwedî li têkoşîna rêberê xwe derkevin"

Nadiya Hiso ku beşdarî meşê bibû, hêrs û helwesta xwe ya li hemberî tecrîdê wiha anî ziman: "Em çiqas çalakiyan birêxistin bikin û çi jî bikin, em ê her dem deyndarên keda Rêber Apo bin. Rêber Apo ji bo ku jin heqîqeta xwe nas bikin, bênavber têkoşiya. Heta di şert û mercên di girava Îmraliyê de jî dest ji pitşgiriya xwe ya bi jinan re berneda. Her wiha doza ku Rêber Apo dest pê kir xizmeta tevahî mirovahiyê dike lê hêzên komploger xwestin dawî li vê têkoşînê bînin. Dewleta tirk a qirker kiryarên herî hov li herêmên me pêk tîne. Gelo ew di girava Îmraliyê de çawa nêzî Rêber Apo dibe? Ji ber vê di serî de erka me jinan e ku em xwedî li Rêberê xwe derkevin û pêşengiyê ji bo azadiya wî ya fizîkî bikin."