Li Lubnanê mirovên jicîhûwarên xwe bûne ji bo jiyanê têdikoşin

Welatiyên Lubnanî yên ji ber bombebarana Îsraîlê direvin hewl didin ku koçî cihên ewle bikin. Pêdiviyên navendên stargehê tevî hemû xizaniyê jî tên dabînkirin.

SÛZAN EBU SEÎD

Beyrût – Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve êrişên xwe yên li ser Lubnanê didomîne. Lubnan ji ezmanî ve timî tê bombebarankirin. Ji bo kesên ku ji cihûwarên xwe bûne 138 navendên spartinê hatiye vekirin, 969 navend gihiştiye kapatîseya herî dawî. Tê diayrkirin ku heya niha 191 hezar û 537 kes li navendên xwe spartinê bi cih bûne. Ji ber bombebaranê pêla koçberiyê ya li Lubnanê didome, hejmar weke milyonek tê destnîşankirin. Di navbera 25’ê Îlonê-5’ê Mijdarê de ji Lubnanê 553 hezar û 624 kes berê xwe dane Sûriyeyê. Her wiha Îsraîl dixwaze cihên ku diyar kirine tavilê bê valakirin.

Piraniya kesên ku ji cihê xwe bûne jin û zarok in. Di nav kesên ji cihê xwe bûne de kesên emrê wan ji 70 zêdetir û zarokên ji 15 salî biçûktir ji wan kesan e ku bi cihêkariyê re rû bi rû tên û pêdiviya wan herî zêde bi mêyzekirin û şopandinê heye.

Di 85 saliya xwe de ket ser riyan

Zehiya Hesen Selman a 85 salî ji bajarokê El Şiêtiye li eyaleta El Siwer e û ji cihûwarê xwe bûye got: "Ez beriya mehek û 10 rojan hatim vir. 5 law û 2 keçên min hene. Lê belê ez li mala xwe bi tenê dijiyam. Ez bi cîrana xwe re hatime vê derê. Em 3 rojan di rê de man û em di alavên veguhestinê de razan heta em gihîştin dibistana navîn ji bo em lê bimînin. Karkerên li wir derman ji min re peyda kirin. Ji ber lingê min jî dêşin her kes li vê dibistanê alîkariya min dikin."

Seda Elî E Kemûnî ya ji bajarokê El Cedawî hatiye got: "Temenê min derdora 70 salan e. 4 keç û 5 lawê min hene. Riya bi erebeyê gelek dirêj bû ji ber wê ez nexweş ketim û ji ber çûn û hatinê nexweş ketim. Me xwe dispart çandiniya darên tirî û hwd. sûd ji karê me yê di zeviyan de ne zêde bû  lê belê niha rewşa me ne zêde xirab e piştî ewqas bûyerên bi me re derbas bûn.

Mala wan hat hilweşandin

Zaroka bi navê Sema Ebdellah ya 10 sal û nîv e jî ji herêma Haret Hirêk li aliyê başûrê bajarê Beyrûtê ye got: "Em bi sedema şer hatin vir. Ez di refa 4’an de me. Ji dibistanê hez dikim û hêvî dikim em vegerin mala xwe. Şer beşek ji mala me rûxand ji ber hêzên Israîlê cihekî nêzî me bombebaran kir her wiha qehwexane jî hatin rûxandin û rê ji ber kavilan hat girtin. Dema balafir di ser me re difiriyan min hest dikir wê li nêzî me bixin. Dilê min dêşe. Hestek metirsîdar têye min. Dema şer bi dawî bibe ez nizanim eger em ê vegerin mala xwe ji ber pêwîstiya wê bi gelek sazkirinan heye."

Seda Meşîk ya temenê wê 80 sal derbas kiriye lawekî wê heye ti agahiyan ji beriya 2 mehan ve jê nagre got: "Ez ji mezreya Tûa li eyaleta Belbek im em ji wan deveran hatine û li Kefaat dimînin. Paşê em ji ber êrişên Israîlê reviyan û me berê xwe da bajarokê Şaron û li hola Al Feyad ji beriya zêdetirî mehekê ve dimînin. Lingên min dêşin û ji mêj ve mîdeya min jî dêşe."

Bi alîkariyan jiyana xwe didomînin

Înaye Feyad jî got: "Ji roja yekê me gelek koçber di holeke ji 2 qatan de pêşwazî kirin. Rewşa koçberiyê dewam dikir. Heta niha 120 kesan hene. Hejmar ji wiha zêdetir bû lê belê gelek ji wan çûn navendên stargehan an jî çûn derveyî welat. Komîte rojane rewşa koçberan tenduristiya wan û pêdiviyên wan dişopîne. Hejmarek komele alîkariya me dikin em alîkariyan peyda bikin. Tîmek ji Xaça Sor û desteya karesetan serdana me kirin her wiha navenda tenduristiyê ya panela jinên Lubnanê jî serdan kirin. Herdem bijîşkên me hene baldariyê didin nexweşan û dermanan pêşkêş dikin. Înisiyatîf ji aliyê me hebûn bi hevkariya civaka xwecih bûn. Beriya rêxistin û komele dest bi alîkariya me bikin em weke panelên jinên Lubnanê dest bi çalakiyên dewrî ji zarokan re dikin. Hin komele bi vê yekê radibin."

Barê krîzê jin hildigirin ser milê xwe

Sekretera veşartî ya panela jinên Lubnanê Sewsen Feyad got: "Ji roja yekê ve em li hember kirîzê sekinîn û bi alîkariya komeleyên xwecihî ji bo naskirina pêdiviyên koçberan li navendên stargehan ji bo em alîkariya koçberan ji hemû herêman bikin. Alîkarî bi riya panelê û komeleyên jinan û ne jinan jî tên pêşkêşkirin û panela ji sed jinan pêk tê  li ser hemû herêman bi riya komîteyên cuda xizmetê li her herêmê dikin kar dike. Jin rola xwe di her kirîzan de dilîzin eger di karên locistî yan jî piştgiriya derûnî de bin. Çawa jin piştgiriya malbata xwe dike piştgiriya malbatên din jî dike."

Her wiha muwekîla ji aliyê şaredariyê û seroka navenda stargehê li dibistana Sofer Ebîr El Ehmediye got: "Ji ber mala min nêzî dibistanê ye ez ji koçberan re bi tişta dikarim alîkariyan pêşkêş dikim. Her wiha welatî gelek alîkariyan pêşkêş dikin û derûniya gelek koçberan baş dikin û moralê wan bilind dikin. Li navendê derdora 400 koçberan hebûn ji 73 malbatan bûn. Ji taxan û Nebetiye û Belbek û herêmên din hatibûn. Me dikarîbû di 2 rojan de ji wan re betanî û xwarinê peyda bikin."

Ebîr El Ehmediye wiha axaftina xwe bidawî kir: "Du girûpên me yên kar hene. Girûpek ji ciwanan û dilxwazên bajarok in her wiha girûpek ji kesên birêxistinkirî ku bi xwe koçber in jî heye. Em bi hev re bûn alîkar ji bo rehetî hebe. Derbarê dermanan de jî me xwe spartiye komele û insiyatîfên ferdî yên cuda. Cil jî û xwarin jî bi rengekî birêxistinkirî peydakirî bûn. Ti astengiyên gelek li pêşiya me tune ne ji ber hemû pêdewîstî hene û her kesî alîkariya koçberan kiriye."