Êlih di berxwedaniyê de bi biryar e: Em ji dizan natirsin

Jinên ku li dijî qeyûma hat tayînkirin kolanan naterikînin gotin: “Em ji dizan natirsin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Êlih- Yek ji şaredariya ku qeyûm lê hat tayîn kirin, Şaredariya Êlihê ye. Gel li dijî xespkirina îradeyê berxwedana xwe didomîne. Gelê ku qeyûm qebûl nake bi rojan li ber şaredariyê disekinin û naterikînin. Gel diyar dike ku qeyûm ji talanê zêdetir tiştek nake û bertek nîşanî îşkence û mûdexaleyên dijwar kirin. Jinan peyama tekoşînê dan.

‘Êm dev jî ked û îradeya xwe bernadin’

Ayten Gelir diyar kir ku heya qeyûm neçe ev ji ber deriyê şaredariyê naçin û bertek nîşanî mudexaleya ku bi gazê da û diyar kir ku ew ji wan natirsin her wiha got ku dê dev ji ked û îradeya xwe bernedin û wiha pê da çû: “Tiştê ku em tenê ji wan re bibêjin ew e: Hodrî meydan. Em di dema hilbijartinan de kolan bi kolan digerin şev û roja me dibe yek û ked didin.  Ew jî ji bo vê dikin; diziyê dikin, gendeliyê dikin. lê çi dikin bila bikin. Bi ser nakevin. Evder ked û radeya me ye. Em ked û îradeya xwe ji wan re nahêlin. Dixwazin bila gaz, bombe bavêjin êi dikin bila bikin em ji wan natirsin. Û em ji vir naçin. Çi dikin bila bikin em dev ji îradeya xwe bernadin. Valî her deqe perdê radike li me meyze dike û carek din digre. Bila derkeve li derve biaxive.”

‘Em ji dizan natirsin’

Ayten Gelir diyar kir ku diz û borcê  qeyûm hemû dinya pê dizane û wiha got: “Dizî, gendelî  karê wan e, ev ne karê me ye. Tiştê herî xerab ya wan e ne ya me ye. Ji aliyê me ve tu qirêjahî nîne. Lê radibin serê sibehê çav berdidin şaredarî û îradeya gel. Em vê qebûl nakin, em biryara wan jî qebûl nakin. Ji wan jî natirsin, bi çek û topan jî bên em ji wan natirsin. Hûn diz in, bila muxatebek were li pêşberî me biaxive. Hemû cîhan dizî wan bihîstiye, em carekî din nahêlin.”

‘Em heqê xwe dixwazin’

Gulcan Sevîm a ku li dijî tayînkirina qeyûman bi zaroka xwe re hat şaredariyê û diyar kir ku ew ê ji vir dernekeve û wiha got: “Ez ji bo azadiya xwe, îradeya xwe û hevseroka xwe hatim vir. Gelek zilm hene. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Bi vê bêhiqûqî hûn nikarin biçin tu cihî. Em gelê Êlihê vê biryarê qebûl nakin û mafê xwe yê herî demokratîk bi kar tînin. Ev sêyemîn nûçeya tayînkirina qeyûm e, Xwedê mafê me ji kesî re nehêle. Me deng da û mafê me çi ye em dixwazin. Ya rastî daxwaza me pir hêsan e, me hilbijart, me pir xebitî, me bi ser xist û heqê me jî ev e. Ji xeynî çavberdana destkeftiyan tiştek din nakin.”

‘Bila deriyê şaredariyê vekin’

Li aliyê din Rihan Çelîk bertek nîşanî qeyûmên tayînkirî yên li hemberî gotinên Bahçelî yên “destê aştiyê” da û got: “Êdî ev neheqî nayê qebûlkirin. Em ji bo şaredarî û îradeya xwe li vir in. Ev qeyûmê ku hatiye tayînkirin jî tevî ku hevserokê me tu sûc nekirine jî ji zilmê pê ve tiştekî din e. Ji ber îradeya xwe îro gelek kes li vir in. Bila deriyên şaredariyê vekin û gel biçe cihên xwe. Ev zilm wê heta kengê bidome? Êşkenceyê li mirovan dikin, zarokan digirin û jinan qetil dikin. Ev serdem bêguman wê rojekê vegere. Kes nikare ji vê îşkence û zilmê xilas bibe. Ger dibêjin maf û qanûn hene, bila li şûna qeyûm kesekî ji meclîsê destnîşan bikin. Tiştê rast e û divê ew bikin. Em ji serokê xwe û xizmetên wê razî bûn.”

'Em destê qeyûman qebûl nakin'

Rihan Çelîk wiha berdevam kir: “Em ne şer ne jî kaosê dixwazin. Em yekîtî, wekhevî û azadiyê dixwazin. Destê Bahçelî dirêj kir ev bû? Gelek kes hene ku ji bo aştiyê destê wî bigirin, ger îro were vir û van qeyûman ji holê rake û van daxwazan qebûl bike, wê her kes destê xwe bihejîne. Dibêjin aşitî û qeyûm tayîn dikin li ku derê cîhanê ev tişt heye? Kes ne destê qeyûm û ne jî destê şer bigre. Em jin li vir in û naçin. Em heta dawiyê qebûl nakin."