Li Koye mihrîcana ‘Zeytûn ji bo jiyana bi hev re’ tê lidarxistin

Yekem mihrîcana zeytûnan li gundê Hermûte yê girêdayî navçeya Koye hat lidarxistin. Li gund salane bi sedan ton zeytûn tên hilberandin û jin pêşengiya amadekirina zeytûnan dikin.

ŞIYA KOYE

Hermûte – Li gundê Hermûte yê girêdayî navçeya Koye mihrîcana bi navê ‘Zeytûn ji bo jiyana bi hev re’ hat lidarxistin. Gundê Hermûte ku zêdetir şêniyên wê Xirîstiyan in, ji berê ve bi berhemên zeytûnan bi nav û deng in û piraniya şêniyên vî gundî xwedî baxçeyên zeytûnan in. Ji ber êrîşên Îranê yên li ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ku nêzî gundê Hermûte bû darên zeytûnan şewitîn. Niha beşek kêm nêzî 30 hezar darên zeytûnan mane. Salane bi sedan ton zeytûn tên hilberandin û beşekê jê çêdikin û beşa din jî dikin rûn.

Gundê Hermûte dikeve rojavayê navçeya Koye û 15 kîlometre ji Koye dûr e. Nêzî 150 mal tê de hene û piranî Xirîstiyan in û Misilman jî tê de dijîn. Beşdarî merasîmên hev dibin û bi zeytûnên xwe bi nav û deng in. 

Daxwazek zêde li ser zeytûnên Hermûte yên reş û kesk hene. Zeytûnên biçûk req dikin rûn, ji ber rûnek baştir jê derdikeve. Yên mezin ji bo xwarinê xweş in, piranî daxwaz ji bo wan e û tama wan xweştir e.

‘Em dixwazin girîngiyek zêde ji bo zeytûnan were dayîn’

Îsal cara yekem ji bo nasandina berhemên zeytûnan mihrîcanek hat lidarxistin. Wezîrê çandinî û îdareya Koye û beşek berpirsên sînor, di mihrîcanê de amade bûn. Wezîra çandiniya Bêger Telebanî di mirîcanê de axivî û berhemên zeytûn bi girîngî pênase kir û wiha got: “Wezareta me bi kêfxweşî çanda mihrîcanan daniye, ji bo bazarkirina berhemên cotyaran û zeytûnên Hermûte li Koye. Zeytûnên vê derê ji dîrokê ve bi nav û deng in û divê girîngî ji wan re bê dayîn. Em jî dixwazin girîngiyek zêdetir li herêma Kurdistanê bidin zeytûnan, bi taybetî li Hermûtê di heman demê de ev gund bûye cihê jiyana bi hev re ya Mesihî û Misilmanan. Nabe bi tu awayî mafên pêkheteyan were binpêkirin.”

‘Li Koye ez zeytûnan di hilberînin’

Şêniya gundê Hermûte Behre Cemal Endrawes a bi berhemên zeytûnan beşdarî mihrîcanê bûye wiha got: “Ez gelek kêfxweş im li gundê me cara yekem e mihrîcana zeytûnan tê lêdarxistin. Ez bi berhemên zeytûnên xwe yên weke rûnê zeytûnan, zeytûnên reş û kesk ên çêkirî beşdar bûme. Ji bere ve em zeytûnan hildiberînin.”

‘Mixabin zeytûnên me şewitandin weke berê darên me neman’

Nazenîn Hene Yusuf bi jinên gund re li ser sêlê kadeyên ji zeytûn, pîvaz û îsotan çêdike bi kêfxweşî wiha got: “Ez gelek kêfxweş im hemû kes li vê derê kom bûne û ez xêrhatina hemû mêvanan dikim. Ji berê ve zeytûnên Hermûte bi nav û deng in lê mixabin zeytûnên me şewitandin, wekî berê darên me nemane.”

‘Min zeytûnan ji bo tamkirinê anîn’

Beşdara bi navê Meryem Şemûn ku zeytûnan ne ji bo firotinê ji bo tamkirinê aniye û beşdar bûye wiha got: “Ev cara yekem e me dît ku gelek kesan berê xwe dan gundê me, me qet kombûnek ewqas mezin nedîtibû, gelek kêfxweş im ku îro hemû kes ji bo zeytûnên Hermûte yên bi nav û deng kom bûne. Min tenê zeytûnên reş anîn da ku mirov bixwin, nafiroşim ji bo tamkirinê min anîn, da ku gel bizanibe zeytûnên me çiqas bi tam in.”

‘Berhemên min xwezayî ne’

Beşdara bi navê Zuheyla Ebid Silêmanî got: “Ev cara yekem e mihrîcanek wiha tê lidarxistin cihê kêfxweşiyê ye, ez di wê hêviyê de me salên li pêş baştir bibin. Îsal berhem kêm bûn, hinek dar şewitîn, zeytûnên xweş salek berhemên wan zêde ne, salek kêm in. Ez bi xwe karmend im lê belê ev van hemû tiştan bi xwe çêdikim bêyî ku madeyek ji bo parastinê biximê, ji sedî sed xwezayî ne, ne weke yên bazarê ku mirov nizane çi tê de ye.”