Jinên Filistînê bi ta û derziyê berxwedan û hêviyê dinexşînin
Di bazarek tije çîrokên jinan de, tayên ku ketine nava hev, êşa bêdengnebûyî û çîroka bi sebrê hatiye nexişandin vedibêjin. Bazara ku bi banga Yekîtiya Jinên Filistînê hatiye avakirin, ne tenê berhemên destan, wateya hebûnê jî pêşan dide.
ESMAA FETHÎ
Qahîre – Di demek ku bîr bi şer re ketiye nava hev, çîrok ne bi peyvan, bi ta û derziyê tên vegotin. Van bazarên biçûk ên ku jinên Filistînê ava kirine êdî ne tenê cihên berhemên destan lê tê firotin in, sehneyên bîrê, bi reng û motîfan, bûne mekanên ku Filistînê ji nû ve ava kiriye. Jinan sirgunê veguherandine berxwedanê, li ser qumaşê ku sînorên nasnameyê ji bîr nekirine ji nû ve xêz dikin.
Ev jinên ku welatê xwe di dilê xwe digrin, nîşan didin ku xuliqkarî ne luks e, awayê domandina jiyanê ya li dijî windabûnê ye. Ji her perçeya ku bi destên jinên Filistînê hatiye çêkirin, hişê xakê, germahiya malê û hewldana başkirina hilweşînên şer tê hîskirin.
Tezgeh ne tenê bi nexşan, bi çîrokan hatine dagirtin. Li vê derê derzî ne amûra xebatê ye, sembola berxwedanê ye. Jinan êşên xwe veguherandine hunerê û sirgunê jî vegerandine hêviyê.

Ne tenê berhem peyam jî hene
Suzan Ridwan ku ji Xezayê beşdar bûye anî ziman ku şer wê ji hunermendiya nexşan veguherandiye hunermenda berxwedêriya ku xwedî peyema e û got: “Min hewl da doza Filistînê di karên xwe de biteyîsînim. Kefiye, sembola berxwedanê ye û Eqsa jî sembola ruh û nasnemayê ye. Nexşeya Filistînê jî weke sembola berxwedanê di her dîzayna xwe de min bi kar aniye. Ez bi hemû jinên li bazarê serbilind im. Li vê derê ne tenê berhem, dozek bi kok jî tê pêşandan. Sebra jinan, qewîmtiya wan û dilsoziya welat ji bo me hemûyan wesîleya rûmetê ye.”

Desteka berxwedana jinan
Berpirsa Komîteya Mîrasa Çandî ya Yekîtiya Jinên Filistînê Nadia el-Aga da zanîn ku çalakî ji aliyê yekîtiyê ve hatiye organîzekirin û zêdetirî 50 kes beşdar bûne, di nava beşdaran de jinên ji cihên xwe bûne, jinên Filistîn, Sûdan û Misrî hene.
Nadia el-Aga anî ziman ku berhemên hatine pêşandan, bi keda destên jinan hatine çêkirin û wiha got: “Yekîtiya Jinên Filistînê, berhemên ku bi motîfên xwe dispêre nexşên kevneşop ji derdora xwezayî ya Filistînê îlham girt, radixin ber çavan. Çalakiyên wiha riyek e ku jin dengê xwe bidin bihîstin e. Berxwedan tenê bi çekê çênabe, hinek caran bi ta û derzî jî dibe. Bazar qada ku hem ji bo jinan desteka aborî, hem jî îfadekirina nasnameya xwe pêşkêş dikin e. Gelek jin çîroka xwe, berxwedana xwe bi ta dinexşînin.”

Xeyal çavkaniya îlhama kedê ye
Ji Xezayê Nuran Ferec, destnîşan kir ku marqeya xwe beriya heft salan ava kiriye. Nura Ferec ku di karê makrome û şîşikan de pispor bûye di vê qadê de perwerde dide, wiha behsa bandora şerê li Xezayê kir: “Li Xezayê heft mehan ez di nava şer de bûm. Dema hatim Misrê di depresyonê de bûm. Min tiştek nedikir. Min navber dabû karê xwe. Piştî ku min ji nû ve dest pê kir hêza min çêbû. Piştî şer neçar mam ji sifrê destpê bikim. Niha ev zêdetir îlhamê dide min. Êdî hedefa min ne tenê hilberandin e, ew e ku ez marqeya xwe bi cîhanê bidim nasîn.”
Îro tayê ku jinan di vê bazarê de anîn ba hev, ji sirgun û şer bi hêztir e. Ji ber ku derzî vediguhere çekê, huner vediguhere zimanê berxwedanê û dest jî vediguherin pêşerojê. Ev bazar ne çalakiyeke tîcarî ye, rûpeleke nû ya çîroka dirêj a jinan e. Sebrê, hezkirin û aîdiyeta dinexşîne.