Li Koye mamosteyên werzîşê bê kar dimînin
Kesên ku zanîngeh û peymangehên werzîşê temam kirine, teyînnebûnê rexne dikin û dibêjin: “Ji ber li herêma Kurdistanê tayînbûn nîne, girîngî nadin werzîşê û derfetê kar jî kêm in, em bê kar dimînin.”
ŞIYA KOYE
Koye – Ji aliyê Dekaniya Fakulteya Werzîşê û alîkarê Serokê Zanîngeha Koye ve, ji bo xwendekarên qonaxa dawî ya fakulteya werzîşê panelek bi diruşma ‘Serkeftina xwendekaran û amadekariya ji bo bazara kar’, hat lidarxistin. Di panelê de agahiyên cûda hatin parvekirin û niqaşkirin. Beşdaran destnîşan kir ku piştî temamkirina zanîngeh û peymangehan divê derfetên kar winda nebin û ji bo di qadên xwe de bixebitin li ser rêyên çareseriyan bê fikirîn û rê bên dîtin.
Di panelê de hate destnîşankirin ku yek jî destkeftiyên girîng ên zanîngeha Koye, ewe ku ev du sale beşa zanista fîzkî û hatiye vekirin û ji sedî 80 xwendekar di aliyê çareseriya xwezayî de dixwînin, ev ejî heta astekê ji bo ên zanîngeh û peymangehan temam dikin bûye derfetê kar.
‘Divê ji vê rewşê re çareserî bên dîtin’
Xwendekara qonaxa sêyem a Beşa Werzîşê ya Zanîngeha Koye Sûzî Dilzar diyar kir ku koma wan li dijî nebûna derfetên kar ên ji bo yên ku beşê werzîş temam kirine dixebite. Sûzî da zanîn ku behsa wan astengiyên ku ji bo derfetê kar dibe asteng, kirine û wiha got: “Sedemê wê jî, li melvangeh û holên werzîşê her kesê bixwaze, bêyî belgeya zanîngeh û akademîk kar dike. Li piraniya dibistanên hikûmetê mamosteyên werzîşê tayîn nabin. Li dibistanên taybet her çend em xwendevanan fêrî werzîşê dikin, fêrî ziman nakin jî, daxwaza zanîna zimanê îngilîzî û erebî dikin. Her wiha pergala Polonya jî pergalê xwendina me û vê ceribadinê nadin. Li herêma Kurdistanê girîngî nadin werzîşê, derfetên kar kêm in. Ev jî wisa kiriye tenê ew hejmar kêm e an jî pere nîne, di dibistanê hikûmetê de dixwînin û armanca wan tenê girtina belge ye. Divê ji vê rewşê re çareserî bibînin. Ew jî bi girtina xwendekarên kêmtir ji bo beşê werzîşê û her wiha mijarek hebe ku fêrî me bikin ku em ê çawa derfetên kar di beşên xwe de bibînin be.”
‘Gelek derfet hene lê kar pê nakin’
Xwendekara beşa werzîşê Rewse Zana wiha got: “Di qada werzîşê de çend derfetên kar hene, jin an mêr pê kar dikin. Mînak hola çareseriya xwezayî û hola werzîşê û çend qadên din ên karkirinê hene kar bikin, lê belê pergal heye wisa kiriye ku derfetê kar nebe. Ji ber wê niha hinek kes di salonan de ders didin, bêyî ku beşa werzîşê temam kiribin.”
‘Em her sal çalakiyan li dar dixin’
Mamostaya fakulteya perwerdeya werzîşê ya Koye Hebîbe Nîhad da zanîn ku ew her sal çalakiyan li dar dixin û wiha domand: “Çalakiya me ya vê carê, pêşbirka di navbera koma xwendevanan de, ji bo gihandina agahiyan, agahiyên kîjan koman baştir bû û ji bo qonaxên din serkeftî dibin. Cihê kêfxweşiyê ye ev du sal in me beşek vekiriye ku beşa bijîşkî ye û ji sedî 80’yê xwendekaran dersa bijîşkî dixwînin û di aliyê çareseriya xwezayê de fêrî agahiyan dibin. Beşên me yên temamkirine tenê nabin mamoste, dikarin di qada çareseriya xwezayî de û di tîman de jî kar bikin. Ew jî destkeftiyek mezin e ji bo fakulteya zanîngeha Koye. Ji ber ew beş li hemû Iraqê tenê li Koye û Helebce heye û ya ku ez dizanim çend zanîgehên derveyî Iraqê hatiye li zanîngeha Koye lêkolîn kiriye, da ku ew jî heman beşî vekin.”