Li Kobanê Qamişlo û Şehbayê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî hatin lidarxistin

LI dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Firatê bi taybetî Başûrê Kurdistan çalakiyên cur be cur li kantona Kobanê, Qamişlo û Şehbayê hatin lidarxistin.

Navenda Nûçeyan- Dewleta tirk duh di 20`ê Nîsanê de erebeyeke Ofîsa Parastinê ya Rêveberiya Xweser bi balafireke bêmirov bombebaran kir. Di encamê de hevseroka Ofîsa Parastinê ya herêma Firatê Ronahî Mihemed û du jinên din jiyana xwe ji dest dan. Li aliyê din jî êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de çalakiyên cuda li kantona Kobanê hatin li darxistin.  

Konê çalakiyê yê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger di bin dirûşma "Li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" ku li qada şehîd Egîd hatiye vedan, di roja duyemîn de didome. Îro bajarokê Sirînê, navçeya Qinê, Şêran û Çelebî her wiha Meclisa kantona Kobanê û meclisa Rêveberiya Xweser serdana konê kirin.

Jinên ciwan yên çalakiyê birêve dibin, helwestên xwe anîn ziman

"Wê encamên van êrîşan careke din vala derkevin"

Firyal Temî hemleya ku dewleta tirk dest pê kiriye nirxand û got: "Ev roja duyemîn a konê berxwedanê ye li dijî êrîşên dewleta tirk li ser xakên Başûrê Kurdistanê. Me pêwîstî pê dît ku di dema dijwarbûna êrîşên dewleta tirk de çalakiyeke bi vî rengî were lidarxistin û şervanên me bizanbin ku em jî li pişta wan in. Ev ne hemleya yekemîn e ku dewleta tirk pêk tîne, ji ber vê em bawer in ku dê encamên wê weke yên berê binketî bin. AKP dixwaze îflasa xwe û qeyrana ku dijî bi van êrîşan veşêre, em dibêjin ku wê planên dewleta tirk berovajî lê vegerin û hêviyên wan têk biçin. Ev êrîş bi armanca dagirkeriyê ne, ji ber vê em dikarin malbata Berzanî parçeyekî ji vê dagirkeriyê bi nav bikin."

"Êrîşên topyekûn ên dewleta tirk binketina wê teqez dike"

Jina ciwan a bi nave Dîjle Hesen bertekên xwe yên li hember êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman û got: "Heta ku êrîşên dewleta tirk li ser xakên Kurdistanê hebin, wê çalakiyên me ciwanan berdewam bikin. Dewleta tirk bi alîkariya PDK`ê ev çend roj in êrîşî xakên Başûrê Kurdistanê dike lê heta niha tu encam negirtiye. Şervan leşkerên dagirker têk dibin û planên wan asteng dikin. Ji ber vê ew har dibin û yekser êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin. A niha şer û pevçûn bênavber li Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê rû didin her wiha balafirên bê mirov ev çend car in mal û wesayîdên welatiyan bombebaran dikin. Ev êrîşa topyekûn a dewleta tirk binketina wan teqez dike ji lewre wê vîna me tu carî lawaz nebe. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û hevgirtina xwe bihêztir bikin da ku serkeftin para me be.

Li aliyê din Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê li dijî êrîşa balafirên dewleta tirk ên bêmirov ku duh li kantona Kobanê pêk hat, daxuyanî li navenda Rêveberiya Xweser a herêma Firatê da.

Daxuyaniya ku bi dehan ji hevserok û xebatkarên jin yên Rêveberiya Xweser, meclîs, deste û bîroyên wê amde bûn,  ji aliyê seroka Desteya Jinan Cîhan Derwîş ve hat xwendin.

Careke din dewleta tirk sê jin li kantona Kobanê hedef girtin û di encamê de hevseroka Bîroya Parastinê ya herêma Firatê Ronahî Mihemed û du hevalên wê jiyana xwe ji dest dan. Ev êrîş domandina siyaseta dewleta tirk a tunekirina jinan e, weke komkujiya Helincê, ya 25`ê Kanûnê û ya 9`ê Çileyê ku hemû jî jinên pêşeng bûn hedefa dewleta tirk. Em weke jinên di Rêveberiya Xweser ya Demokratîk a herêma Firatê di dema ku em van êrîşan şermezar dikin, em dewletên garantor Rûsya û Emerîkayê berpirsyarên van êrîşan dibînin. Em banga xwe ya ji bo rêxistinên hiqûqî, jin û tevahî gelên azadîxwaz dikin ku li dijî êrîşên dewleta tirk têkoşînê bilind bikin û sînor ji bo kiryar û binpêkirinên dewleta tirk deynin.

Di heman çarçoveyê de Rêxistina kongreya Star a herêma Firatê daxuyanî li qada Jina Azad da. Daxuyaniya devkî ji aliyê endama koordînasyonê Macîde Hesûn ve hat xwendin.

Em weke Kongreya Star a kantona Kobanê êrîşa ku sê jinên têkoşer hatin hedefgirtin şermezar dikin. Dewleta tirk bi van êrîşan hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, metirsiyê ava bike û ewlehiyê têk bibe. Wê dewleta tirk nikaribe bi vê siyaseta xwe ya qirêj xeyalên xwe bi cih bîne.

Dewleta tirk dixwaze tevahî gelê Kurd qir bike lê em dibînin ku herî zêde êrîşê jinan û nirxên wan dike. Ev yek jî di êrîşa duh de careke din dubare bû, faşîzma tirk ji vîn, berxwedan û têkoşîna jinan ditirse. Em weke Kongreya Star dibêjin ku wê soz, têkoşîn û vîna me azadî be. Bi navê hemû jinên azadîxwaz û dayikên şehîdan em ê her dem li qadan bin û dagirkeriya dewleta tirk têk bibin.

Qamişlo

Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê  êrîşî axa Başûrê Kurdistanê kir, têkildarî şermezarkirina van êrîşan şêniyên Qamişloyê helwestên xwe nîşan dan û meşeke girseyî li dar xistin. Meş ji çerxeriya Şerq bi tevlibûna bi sedan şêniyên Qamişloyê dest pê kir û li çerxereya Sonî rawestiya. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatê şehîdan hatin hildan. Jinên ku tevli meşê bûn der barê êrîşan de nêrîna xwe anîn ziman.

“Em ê her dem li kolanan bin û piştgiriya şervanên xwe bikin”

Rêveberiya Komîteya Jin a Meclisa Malbatên şehîdan Necah Silêman Seîd da zanîn ku êrîşên li ser axa Başûrê Kurdistanê îradeya gelê azadîxwaz hedef digrin û wiha domand: “Em baş dizanin ku armanc bi van êrîşan çi ye, dixwazin vîna gelê me ji bo azadiya mayînde biçewisînin. Îro mijar ne tenê çiyayên azad in, dixwazin derbeyê li doza gelê Kurd bixin. Dixwazin gelê me parçe bikin û zarokên me di çiyayên azad de qir bikin. Lê bila baş bizanibin ku her vîna me zindî ye û em li ser piyan in heya em hemû rengên êrîşan li ser zaok û gelê xwe bişkînin.”

“Îxaneta PDK’ê her dem dubare dibe

Rêveberiya Meclisa Malbatên şehîdan a bajarê Qamişloyê Hêvî Seyîd bal kişand ser îxaneta PDK’ê ya bi doza Kurdistanê re ji dîrokê ve heya niha û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Em baş dizanin ev planeke demdirêj bû ku dîsa li ser doza me Kurdan bazarên qirêj hatin kirin. Îro hemû gelê me ji van kiryarên qirêj nerazî ne ji bo wê heya ji me tê em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya zarokên xwe bikin. Em êrîşên dewleta tirk şermezar dikin û heya dawî em ê li ber xwe bidin û piştgiriya zarokên xwe bikin.”

Şehba

Welatiyên kantona Efrîn û Şehbayê meşek li dijî êrîşên bênavber li ser herêmên parastina Medyayê bi dirûşma “Hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re îxanet e” li bajaroka Til Rifetê ya girêdayî kantona Şehbayê li dar xistin. Di meşê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser her wiha şêniyên Efrîn, Şehba û navçeya Şêrawaya kantona Efrînê amade bûn. Beşdarvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û pankertên bi nivîsa “Bimre îxaneta PDK’ê” û “Bijî biratiya gelan bimire îxanet” hatin hildan. Meş ji ber diwarê bajaroka Til Rifetê bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bimire îxanet” û”Bijî berxwedana gerîla” heya qada bazarê domiya.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Rêveberiya Rêxistina Kongra Star a bajaroka Til Tifetê Rîhan Elo axivî û got: “Em silavên şoreşgerî ji kantona Şehbayê heya serê çiyayên azad ji şervanên xwe re dişînin. Em tu carî qebûl nakin ku malbata Berzanî li ser hesabên me berjewendiyên xwe bide meşandin. Mala Berzanî divê li xwe vegere û êrîşên xwe li ser herêmên parastina medyayê bisekinîne. Em ji Şehbayê biştgiriya şervanên xwe yên di çeperên şer de dikin di heman demê de êrîşên bênavber ên li ser herêmên parastina medyayê û îxaneta PDK’ê bi dewleta tirk a dagirker re bi tundî şermezar dikin.”

Her wiha Tevgera Jinên ciwan a herêma Efrînê jî li dijî îxaneta PDK’ê daxuyanî li hola peymangeha Ş. Viyan Amara ya navçeya Ehdas a girêdayî Şehbayê dan. Di daxuyaniyê de endamên jinên ciwan a herêma Efrînê û xwendekarên peymangehê amade bûn. Daxuyanî li ser navê jinên ciwan a herêma Efrînêi ji aliyê xwendekara paymengha Ş. Viyan Amara Rene Hemko ve hat xwendin û wiha hat gotin:

Faşîzma AKP’ê û MHP’ê bi salan e zîhniyeta qirkirinê li dijî gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê bi pêş dixin li ser asasê dagirkirina tevahî Kurdistanê ji ber wê ji her alî êrîş dike. Dewleta tirk bi dijminatiyek bêserûber li dijî hebûna Kurdên azad di nav şerekî dijwar de ye. Hedefa sereke ya dewleta tirk a faşîst tunekirin û bêîradekirina gelê Kurd e. Lewma di roja 17’ê Nîsanê de li ser herêmên parastina medyayê bi hevkariya PDK’ê êrîşeke nû dan destpêkirin. PDK ji bo desthilatdarî û berjewendiyê xwe destûr dide dewleta tirk, ji bo ku xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike hemû derfet ji bo dewleta tirk vekiriye. PDK êdî hevkariya xwe bi dewleta tirk re pir eşkere dike lê çawa beriya salekê gerîla li Zap, Avaşîn û Metînayê dewleta tirk têk bir wê dîsa dewleta faşîst têk bibe. Bi van êrîşan dixwazin îradeya gelê Kurd teslîm bigirin. Em bang li jinên ciwan û ciwanan dikin ku li hemberî xiyaneta PDK’ê û êrîşên dewleta tirk bi hêrsê tolhildanê derkevin qadan û xwedî li gerîlayên Kurdistanê derbikevin.”

Her du çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bimre îxanet”, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana gerîlayan” bi dawî bû.